Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dildarê Aştî

Dildarê Aştî

2 görüntülenme 0 beğeni
peyrewî êşa revend… dihejmêrî rêwîyên bûrî perriyên weşiyayî ku derbendê reva min şanî peygeran dikin… tu hêrzên serpêçiyê didî çogên rêwengiyê tu dixwazî kevirê ser dilê bajar bihêrî li ber bayê guhertinên bêhawe çiltûka hêviyên jaran didêrî… tu dûr diçî… û çemê azariyê diherike tu mîna Nêrgizekê bi ser avê dikevî zarokên şût li pey te lewzan dikin tu dibî periyek dîn razên giyan li dildaran belav dikî… tu dixwazî xwe hînî firê bikî û laşê xwe hojanî şahiyê bikî lê nêzîkî kêferatê şerma kulîlkên avgirtî bitirs te dadigerînî di çentê qermiçî de ji tevdanê tu sozan dihêwirînî ne gevcilandî vedigerî…!! areziwê li ber deryê rûmetê şevder dihêlî… li derbarî lava te lal dibe behreya min çemên xwe koçber dike û nefela mizgînan ji tîna penaber dibe… rojan têra bobelatê canê te kevaştine û têra welatekî te xunava dêmên xwe daye gulan tu bi vê şeydabûnê xwe dikî mamik dilê min sergerdan dikî û ji min xwe vedidizî wek Ahoyek bizdiyayî di deşta dîdariyê de dibezî Tu di hana min de hovenadî Nêçîrvanên veketî Dixwazin bi kurtepistê te ragirin hunriyê bi jiyana te bikin û Pakîzeyiya te yadîgarî Ji mîrên xwe re bi şînin… sînorên êşê xwe vediparimînin li me dipêjinin pêwanên ku melavan basko dikin leşkerê ku bavê min bi zarotî bêlan dikir hîna di xwîna min de lûleya tivinga wî ne riziyaye hîna nêçîra bangên min dike û can dicû… mebesta wî kuştina awira teye ewa di dilê min de lehengên berxwedanê ber bi dozê de tajo… kî dikare di perpitandina te de bigihêje…? Kî diwêre Ji şîrava evîna te biçêje…? tenê dilê min dilberê rêberekî kulnase min serborên bêmiradan di berqefa xemê de civandine û perriyên weşiyayî yek bi yek rengîn dikim peyv û tiliyên te hînî laqirdiyan dikim xwe li min nenas neke ez wardozekî şeyda me di rûyalên temen de bê rêbaz dikudînim vehêla awira te dibijêrim li gastîn û duryanan dînbûna xwe didêrim hîna hîrehîra siwariya min degele xwe li celewê dixe… ji bêdengiya pesandî Pencera ba vedikim Di guvîna xwîna min de Dengê te vê dikeve Xewna te dipişkive Kesera te şepêla ramana min rizgar dike êdî were… Hey keça arezûmend li raserî vê gerava bê av û zax berzûrî vî çiyayê bi semax bi qebqeba evî kewê mê nediyar û bidax xoşxewanê bihûne ji nalîna min bi azadî xwe bavêje geliyê birîna min… bi ava mêbûna xwe pîroz bike vejîna min…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dildarê Aştî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz