Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Dilbirîn

Dilbirîn

2 görüntülenme 0 beğeni
Evîn derdek pir dijwar e Dil girê wê birîndar e Birîn kûre bê derman e Dil wêranê destê evînê Evîn xweşe wek şekir e Pêtek ji pêtê agir e Hiş û aqil tev digir e Dil wêranê destê evînê Herçê evîn pê bû bela Ew nexweşê şêx û mela Xwîn dikişe ji nav û dila Dil wêranê destê evînê Dil dibêje tim wa xweş e Herdem hercar wa belaş e Nizane evîn qelaş e Dil wêranê destê evînê Evîndarî ne erzan e Wêrana cerg û dilan e Ev qelenek pir giran e Dil wêranê destê evînê Wexta herdû tên civatê Dosek hevirmêşe ji latê Xem nîne serma sibatê Dil wêranê destê evînê Ên bûn dilketê çavên reş Wê av vexwe ji dêmên geş Morsimbil û bêhna binevş Dil wêranê destê evînê Hişrevînê gewra bedew Mehrûm dike çavan ji xew Pirr çetine derdan bi kew Dil wêranê destê evînê Evîn deryakî bêbinî Dil revînê wî bê gemî Wê tê biçe biser û binî Dil wêranê destê evînê Ka dildarê miradê xwe Ka evîndarê yara xwe Ew hemî çûn bi kula xwe Dil wêranê destê evînê Dem ku ç`ev hev dibînin Les mişte ji germ û tîne qeşa û pûsê dihelîne Dil wêranê destê evînê Ên dilparê çavên bikil Malwêranê destê aqil Wê binale hercar ji dil Dil wêranê destê evînê Bi her yarê nebe bawer! Hela yara bê esl û ber Hinav li te dike duker Dil wêranê destê evînê Ji yarê re nebe pire Ewî barî hilnegire Siwar dibe dibê kere Dil wêranê destê evînê Dil carnan pê bextîyar e Wekî siltan şahê mar e Tembûrvanê birca yar e Dil wêranê destê evînê Koşk û sera da rûniştin Dest û beden bihev şûştin Pirî mijyan xwe pê kuştin Dil wêranê destê evînê 03.05.2001

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Dilbirîn şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz