Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Destan

Destan

2 görüntülenme 0 beğeni
(Şaxa 1) Bavê Dewrêşê Evdî bû.Dewrêş hê tinebû. Evdî şivanê Zor Temir paşayê milî bû.Hafirê Gêsî û Ecîl Birahîm, ew şêxê hezar û pênsid Gêsa bûn.Zor Temir paşayê milî axê kîka û mila bû. Kîka û mila kurd bûn, Gêsa ereb bûn. Rojekê Gêsa hev û dinê civîyan.Hafirê Gêsî, Ecîl Brahîm go:"Emê nijdakê bavêjine ser kîka û mila. Emê konê Zor Temir paşa bidineber şûra". Ewî eşîra xwe hilanî û ser konê Zor Temir paşa ve girt, sed mêrê ereba jê koşt. Zor Temir paşa rabû revîya. Evdî li mihîna Zor Temir paşa siwar bû, şûrê xwe hilanî û kete nav neyara. Bû çingînê şûra, bû terqînê mertala. Ev hezar siwarê Gêsa ji ber Evdî revîyan. Evdî sed mêr ji wan kuşt û hate malê, ji hespê peya bû. Hingê kêfa Zor Temir paşa zef-zef ji Evdî re hat, çima ku Zor Temirpaşa ji ber neyara xilas bû. Zor Temir paşa Evdî zewicand.Sala wî qedîya xwedê kurek dayê. Zor Temir paşa navê wî danî Dewrêşê Evdî. Zor Temir paşa gelekî ji vî kurkî, ji bavê wî hiz dike,weke birayê xwe ji wan hiz dike. Sal û zeman ketine nav. Dewrêşmezin bû emrê wî bû bîst û pênc sal. Piçek mal û halê wan çê bû. Evdî ji ber Zor Temir paşa derket. Edûle, qîza Zor Temir paşa ew jî qîzek, gelek delale, di dilê dê-bavê xweda gelek ezîze. Dewrêşê Evdî, ew hê ji Edûlê delaltire. Dilê wî û Edûlê heye.Evdî konê xwe barkir û ji ba Zor Temir paşa çû û konê xwe li berîyê vegirt. Elî û Bozan herdu birayê Evdîne,Sadûn jî birayê Dewrêşe, ev herdu malê han ji hev naqetin, tev êzdîne. Evdî extîyar bû,emrê wî bû nod salî. Zêdeyî Dewrêşû Sadûn zaroyê wî tine bûn. Dilê mi lîyane, Erdê berîyê erdekî dûzî bêpîvane, Hezar û pênsid sûarê li hev civîyane, Çûne dîwana girane, Li ber xwe danîne qurana ezîmşane, Dibê:"Emê hi cûmeke mezin bavêjin ser kîkan û milane, Hicûma ewil,emê bavêjinê ser kozê qîz û bûkê wane, Hicûma di duya, emê bi bine ser , birê qîz û xortê kîkan û milane, Hicûma sêya, emê konê Zor Temir Paşa bidine devê şûrane Ji berêde em diminê bav û kalane. Mektûbekê nivîsandin, mekûb qasî cerîdane Dane destê dû heb xortane Go:"Bibin û herine dîwana Zor Temir paşane Bêbextî dinava me de nexuyane" Dibê, evan herdû xorta siwarbûn û meşyane Berê xwe dane oda Zor Temirpa şayê milane Çûne devê deriyê odê sikinîn û mektûb dane destane Ev herdû xort vegeriyane nava kêsane Zor Temirpaşa rûdinê û mektûbê dixwîne Destê xwe li çoka xwe dixîne Stêrkên xwe dibarîne Dibê:"Evdî jî ji ba min çû kes qeweta min tinîne". Lîyane, Lîyane, Lîyane, Zor Temirpaşa gazî kir giregir, fêrz û pelewanê kîkan û milane Temam di oda girn de li hev civiyane Tev ji nav xwe razîne Filan ibin filane, Qelûnê wan temama di destê wane Ebayê besrayî li nav milê wane şûrê wan tev grêdayî ye li kêlekê wane Tûtinê dikêşînin, ode bûye toz û dûmane Zor Temir paşa hêja dagerî nava wane Mektûba neyara bi destane. Mektûb deranî, mektûbê dixwîne Go:"gelî kîkano, gelî milano Gelî fêrizano, gelî pelewanîno Hûn başbala xwe bidine vê mektûba hano". Zor Temirpaşa mektûbê dixwîne Dibê:"Dilê min Lîyane, Lîyane, Lîyane, Erdê berîyê erdekî dûze, bêpîvane Hizar û pênsed siwarê kêsa têde li hev civiyane Kişyane dîwana girane Ecîl Birahîm milûkê wane Hafirê Gêsê bêreqa darê wane Li ber xwe danîne qurana ezîmşane Teva sûnd dixwar bi ezîmşane Teva sûnd dixwar bi vê qurana hane: Emê hicûmek bidine ser kîka û ser milane Hicûma ewil, wê bavêjina ser, kozê qîz û bûkê we kîk û we milane Hicûma diduya, ê şûr berde qîz û xortane Hicûma sisîya, ê konê Zor Temir paşa bide ber şûrane Gelî mêrxasa, înca şer girane". Dibê ev fêriz û pelewanê hanê, simbêlê wan melûl bûn Serê simbêla kete ser lêvane Médê xwe kirin, weke jinebiyane Weke çelê genim, erd bi darka kolane Di ber xoda hêdî-hêdî giriyane Yeko-yeko rabûn, derketin ji oda Zor Temir paşayê milane. Edûlê hate odê sikinî, go:"Zor Temir paşa bavo, dilê min Lîyane Qe tu nizanî heye Dewrêşê Evdî, lawkê êzîdxaneş Ewe, ku dibe qesasê hezar û pênsid siwarê kêsane Ewe, ku konê te xilas dike ji devê şûrane Dewrêşli nava pelewanada gelekî navgirane". Zor Temirpaşa bibê:" Edûlê, de rabe mektûbekê binivîsîne, Ji Dewrêşê Evdî re, lawkê êzdî re bişîne". Edûlê radibe mektûbekê dinivîsîne Dide destê xortekî û zû dişîne Dewrêşli ser mêrgekî sekinî ye Hevsarê Hidman bi destane û Hidmanê diçêrîne. Dewrêşmektûbê ji destê vî xortî digre û dixwîne Mektûbê maçû dike û ser enîya xwe datîne Li Hidmanê siwar dibe û dixarîne, Xwe bi malê digihîne Ku vaye bavê wî, Elî û Bozan û Sadûn tev rûniştîne. Sekinî mektûbê ji wan re dixwîne Go:"Evdî bavo, dilê min lîyane Erdê berîyê erdekî dûze, bêpîvane Hezar û pênsid siwarê kêsa têde li hev civiyane Tev çûne dîwana girane Ecîl Birahîm milûkê wane Hafirê Gêsê bêreqa darê wane Li ber xwe danîne qurana ezîmşane Teva sûnd dixwar bi vê qurana hane: Em û kîka û mila neyarê bav û kalane Emê hicûmek bidine ser kîka û ser milane Hicûma ewil, wê bavêjina ser, kozê qîz û bûkê we kîk û we milane Hicûma diduya, ê şûr berde qîz û xortane Hicûma sisîya, ê konê Zor Temirpaşayê bide ber şûrane Mektûb hate dîwana Zor Temir paşayê milane Zor Temir paşa mektûbê dixwîne Fincana qawê li ser destê Edûlê datîne Edûlê fincana qawê li ser tepiska zêrîn datîne Li nava dîwana kîka û mila digerîne "heçî kesê fincana qehwê ji ser destê min hilîne Ewê min mar ke, ê heyfa bavê min hilîne". Dibê:"Bavo, dilê min lîyane, lîyane Tu bide min Elî û Bozane Tu bide min Sadûnê birane Ezim, ku herim fincanê hilînim ji ser destê, Edûla qîza Zor Temir paşayê milane Ezim, di qelînim hezar û hevsid siwarê kêsane Ezim, konê Zor Temir paşa xilas bikim ji devê şûrane. Bavo, Zor Temirpaşa emekdare Emekê wî li ber çavê min xuyane". Dibê, Evdî girîya û stêr ji çavê bavê wî barîyane Go:" wey, wey li min û vî bextê hane Lawo, sebir bike, sebir ji ba xwedane Ezê du xebera ji kurê xwe re bêjim, bala xwe bide vê xebera hane. Go, lawo emrê min hijde salî bû, ez şivanê mala Zor Temir paşayê milame Carekê dîsa li ser serê wî rabû firmaneke girane Kîkan û mila ji ber Gêsa revîyane Ez rabûm siwar bûm li mihîna Zor Temir paşayê milane Min şûr girêda, mertal avête zendane Ez dageriyame nava neyarane Dibe çingînê şûra, terqînê mertalane Go, lawo, min sed ji wan kuştin û tev, ji ber bavê te revîyane min konê Zor Temir paşa xilas kir ji destê neyarane Paşî Zor Temir paşa çi gotş Go:" Evdî êzdî ye, li çiyayê şengalê dibe dizê kerane". Tû ji ya bavê xwe bikî, Zor Temirpaşa bêbexte, emekherame. Dewrêş dibê:"Bavo, dilê min Lîyane, Lîyane Sûretê Edûla Zor Temirpaşa li ber çavê min xuyane Ez bextê te de, tudilê min neşkênî ji boy vî şerê hane Tu bide min Elî û Bozane Tu bide min Sadûnê birane Emê siwar bibin li hespane Herine dîwana Zor Temir paşayê milane Emê binhêrin ray, şêwir û tekbîra wane". Dibê, Dewrêş rabû ji pîyane Cilê zirî û mizirî kişande xwe, siwar bû li Hidmane Xatir xwest ji dê û bavane Go:"Dayê, bavo, çûn bidestê mine, hatin bi destê xwedane". Bi Dewrêş re siwar bûn Elî û Bozan, Sadûnê birane Ev herçar derketin, berê xwe dane dîwana Zor Temir paşayê milane. Giregir, fêriz û pelewanê kîka û mila di dîwana, Zor Temir paşa de li hev civîyane. Dibê dewrêşnêzîk bû devê derê dîwana wane Hidman çav bi mêvana ket, bû hişîna Hidmane Alê dîwanê se kirin hişîna Hidmane Gotin, ev Dewrêşê Evdî hate dîwana girane. Dewrêşû Elî û Bozan û Sadûnê bira peya bûn ji hespane Kişyane dîwana girane Tev ji ber Dewrêşre rabûn û sikinîn ji pîyane. Dewrêşrûnişt li ser doşeka herba girane Li tenişta wî rûnişt Elî û Bozan û Sadûnê birane. Edûlê se kir, ku dewrêşhate dîwana girane Fincana qawê danî ser destane Anî gerand li nava fêriz û pelewanê kîkan û milane Çû sikinî li ber Dewrêş, vî fêriz û pelewanê hane Dewrêş rabû pîya, fincana qewê hilanî ser destane Qawe danî ser dev û lêvane Di nava odeda devê xwe xiste hinarê rûyê Edûlê û ramûsane. Dewrêş rabû derket ji oda girane Pêre rabûn Elî û Bozane û Sadûnê birane Derketin, siwarbûn li hegane şûr û mertalê wan li milê wane Bînana Ezrahîl û cebrahîl, ku dagerin ji ezmane. Zor Temir Paşa gazî kir:" Ûsib efendî, tu jî here bigihîje wane". Gazî kir li Elî û li Silêmane, Ew jî ji fêriz û pelewanê nav girane Go:" Hûn herdu jî herin bigihîjine wane". Paşî bavê dewrêş û dîya Elî û Bozane Hatine mala Zor Temir Paşayê milane xwe avêtine ser dest û pîyê Edûla Zor Temir Paşayê milane. Go:"Emketine bextê te û xwedane Tu herî pêşîya dewrêş, destê xwe bavêjî hevsarê Hidmane Tu bêjî, dîya te û bavê te extîyarin, kesek xweyî xudanê we nemane Tu bidî Sadûn û Elîyê Birayê Bozane Bavê te guneye, mala we bêxweyî û bêxudane". Edûlê çû pêşîya Dewrêş, destê xwe avête hevsarê Hidmane Go:"Dewrêş, ez ketime bextê te û xwedane Mala we mişemire, bêxweyî maye, tu bidî Elîyê birayê Bozane û Sadûnê birane". Dewrêşgo:"Edûlê, bese ji van tan û niçane Ez nadim Elî û sadûnê birane Ê gelek Kûçikê we kîka û milahene Wê kenê xwe bi min bikin û wê bidin hilobîyane". Dibê, Dewrêş serê xwe ji Edûlê re nizim kir, Edûlê serê xwe jêre bilind kir, Dewrêş, devê xwe xiste hinarê rûyane Dibê, nava kîka û milada bû çîre-çîrê remûsane. Dewrêş, berda serê Hidmane Û berê xwe da serê rê û dirbane. Dewrêş gazî kir:" Gelî birano, gelî hevalno Ji berêda kuştin rîya mêrane Meriv tê ye kuştin, namûsa xwe nade destê neyarane Dilqewî bin, bi emrê xudane". Û bi hevre meşîyane. Dibê, ji efendiyê xwere bêjim: Berî-berîstan, çolî-çolîstan Havîn çû , ma zivistan Serê Dewrêşê Evdî û her pênc hevalê wî, haja têkeve şer û qewxê girane. Dewrêşê Evdî, Elî û Bôzan û Sadûnê bira, Elî û Silêman û Ûsib katibê wan, peya bûn ji hespane Û li ser kanîyê ji xwere rûniştin Xarina xwe xarin, hegpê xwe çêrandin Dewrêş gazî kir:"Gelî hevala, hûn li vir bin, ezê herim binhêrin û temaşa kim, çika ev koma van nayara li kuderêne, raste anjî dereweş" Dibê, heval man, Dewrêşê Evdî hespê xwe siwar bû û meşîya Çar seata ew bi rê çû ye Bala xwe dayê, ku hezar kon vegirtî ye. Çar heb qîz hatine sergîna, Dewrêşji wan pirsîye Go:"Ev konê han konê kê yeş". Qîzika lê nihêrt û tirsîyan Gotin:"Tu neyarîş îşê te li vir çî yeş" Go:"Ez ne neyarim, du devê min hinda bûne Gelo we devê min nedîtî yeş" Her çar keçika got, kûr û girîyan Û Dewrêş pey wan çûye. Ev her çar keçik çûn ketine konê şêxê wan, û qîrîn li malê kirîye Go:" Siwarekî vaye li pey me hatîye". Dewrêş hat devê derê kon sekinî Kalekî extîyar di bin kon de bû Ev kalê han rabû û çû pêşîyê. Dewrêş go:" Apo, du devê min hindabûne we nedîyeş". Gava kal dewrêşnihêrîye Dewrêş nas nekirîye Bes Hidman nas kirîye Ewî û bavê Dewrêşbi hevre hevaltî kirîye Mihîna Evdî hêja li bîra wîye Zane, ku Hidman jî ji wî terzîye. Kal go:"Xorto, tu ne Dewrêşê Evdîş Tu ji mire bêje bi rastîye Tu Derewa dikî, tu ne li deva digerî Tu car me tu ne dîtîye Tu gelekî bi xezebî, te cilê hesinî li xwe kirîye Te tasa hesin ser serê xwe danîye Û te şûr û mertalê xwe girêdaye Ji apê xwe re bêje, bihêre, îşê te çîyeş" Dewrêşgo:"Apo, ezê ji tere bêjim bi rastîye Di nava me û Gêsa de neyartîye Ez hatime, ku komê bibînim, koma wan li kûderêye". Go:"Lawo, tu xortekî gelekî heyfî Min û bavê te, me bi hev re hevaltî kirîye Bi a min bike tu mekeve vî şerîye Em bisilmanîn û tu êzdîye Û heq û hesabê te li rihê te çîyeş Ji me gere, di nava me û êla Zor Temir Paşa de neyartîye". Dewrêş go:"Apo, erê, bira ez êzdî me bes ez eşîra Zor Temir Paşayê milî me! Min nan û avê wî zehif xarîye". Evî kalî gote Dewrêş:"Lawo, înca ezê te re bêjim bi rastîye Hezar siwar tevî Hafirê Gêsî, Ecîl Birahîm Li girê Leylanê, li gola Xatûniyê sekinîye Lawo, ez ketime bextê te, û xwedê da tu xwebernedî vî agirî". Dewrêş go:"Apo, bi xwedê, ez hatime ji bona vî agirîye". Dewrêşxatir ji kalî xwest û vegerîya Hate ser kanîyê, ba hevala rûniştî ye Go:"Gelî hevala, ez çûm, min seh kirîye Karê xwe bikin, em rabin, weke şêra, bi hevre herine vî şerîye". Bi hev re rabûn û li hespa siwarbûn Û li ser rîya girê Laylanîyê û gola Xatûnîyê karbûn Û nêzîk bûn û bi hev hisîyabûn şirîhet û qanûn li nav wan bû Ecîl Birahîm, şêxê wan bû Hafirê Gêsî beyreqa şer hilda bû Seat yek qirarê wan bû Seat yek temam bû. Dewrêş û Sadûnê bira û Elî û Bozan û Elî û Silêman Ûsiv katibê wan, şûr ji kalan kişandin, ketine nav neyara Bû çingîna şûra, bû terqînê mertala, bû hişînê hespa û li hev dabû Mêr tenê kuştin, bi seda û xûn rijiya bû Ji neyara dusid hate kuştin, ji Zor Temir Paşa kuştî Elî û Silêman bû. şer sekinî, bîna xwe berdabû Rabûne ser xwe, dîsa li hevdabû Bû çingîna şûra, bû hişîna hespa, bû terqîna mertala, dê dev ji ewladê xwe berda bû Hingî ku şer giran bû. Ji heştsid siwarî hate kuştin, çarsid mabû. Bi van siwara hate kuştin Sadûnê bira bû Dewrêş û Elî û Bozan mabû Ûsiv başkatibê wan, sekinî bû li dera habû Ûsiv dinhêrî, mêranîya DewrêşÇawa bû Dinivîne, û li ber çavê wî xuya bû Carekê dinê şer giran bû Dewrêşû Elî û Bozan ketine nav van her çarsid siwarê habû Wey-lo, Wey-lo, Wey-lo, Wey-lo, Dibê, dewrêşbînaya melkemotê kulê Bînaya Ezrahîl û Cebrahîl tir û hêbet xiste nava xelqê Bû çingîna şûra, bû hişînê hespa, bû terqînê mertala, û ji sibê heta êvarê li hev dabû Dewrêş sêsid siwar kuştin, sed siwar ji wan mabû Ecîl Birahîm, Hafirê Gêsî hêja sax bûn. Bi van siwara hate kuştin Elî û Bozan bû. Lîyane, Lîyane, Lîyane, Lîyane, şerê Dewrêş şerekî girane Dewrêş siwar bû li Hidmane Du mûyê melkemota nav çavane şûr kişand ji kalane Hicûm da Hafirê Gêsî û Ecîlê birahîm, şêxê wane. Bû çingîna şûra, bû hişînê hespa, bû terqînê mertala Dewrêşmêra dikuje, wan ser piştê hespa berdane Pêncî ji wan kuşt, Pêncî û Hafirê Gêsî û Ecîlê Birahîm mane Divê, serê Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî, hêja kete şer û teqê girane Lingê Hidman kete qulê cird û mişkane Lingê Hidman şkestin ji herdu çokane Dewrêş qulibî, kete ser piştane Hafirê Gêsî û Ecîlê birahîm, şêxê wane Û vî pêncî siwarê han ajotine ser, laşê Dewrêşê Evdî siwarê Hidmane Ji hespa peya bûn, ew dane ber şûrane. Wey-lo, Wey-lo, Wey-lo, Wey-lo, Ûsivê başkatib hate dîwane Zor Temer Paşayê milane Go:"A ji tera mêranîya dewrêş ber çavê we xuyane". Edûlê sekinî û kuştina Dewrêş bihîst, û bi ser hinarê rûyê xwe ve girîya. Xelqê go:"Heqê wê heye bigrî". Înca Edûlê kilam avête ser Dewrêşê Evdî. Edûlê dibê:"Herê delalo, herê delalo, lo, lo, lo delêl Siwarê mala bavê min ji mal siwar bû, germa vê havînê Pêşîya selefê siwara kete çîyayê Evdil Ezîzê Nîvê siwara ma li girê Laylanîyê, gola xatûnîyê Paşîya siwara ma li qiraçê Mêdînê Gelî kîkan û gelî milano Heçî kesê, ku cewaba Dewrêşê Evdî, siwarê Hidman, lawkê êzdî, delalê malê, xêmê binê berîyê, ji nava hezar û pênsid siwarê Gêsa ji min re bîne Ezê bidimê çar aşê bavê min li ber ava misêrbînê Heger bi her çar aşa qayîl nebe, ezê bidimê deh heb canîyê bavê min hene, kihêlin, eslîne, ezê bidimê rihînê, Çar qesir û qonaxê bavê min hene, ezê bidimê li bajarê misêrbînê Eger her çar qesir û qonaxa qayîl nebe, ezê di ser de bidimê hezar û pênsisd zêrê Osmanlî ji xezînê. De bajô, de bajo, rêdûro, de bajo Hesp betilîyo, de bajo Kîskê te qulo, tûtina te rijyawo, de bajo Eba ser milê te sê tixto. Li te bû belawo, de bajo Malê me wane, serê çît û berçîtê Zor Temer Paşayê milî ji teva xuyane Sîng û berê min ji tere mêrg û çîmene. Herê lo,delal,herê lo delal, herê lo delal, Berîya Hamûdê berîyeke raste, çiqa li min dûze Pozê kela mêrdînê li ser de xare û ser de xûze Edûlê Gazî dike:" Gelî kîkano, gelî milano, heçî kesê ciwabeke xêrê ji alê delalê malê, Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî ji xêmê binê berîyê, ji nava hezar û pênsid siwarê gêsa ji min re bîne, ezê bidimê malê dinyayê, hezar û pênsid zêrê altûze Herê lo, delal li min avêtîye stêrka sibê, stêra recilxêre. Delêlî male, Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî, siware li Hidmanê nêre Hate devê derê Zor Temir Paşayê milî, min lingê xwe lêda li şim û masê zêre Bi meşa kevokî, hêdî-hêdî ez çûme pêşîyê, min destê xwe avête li hevsarê Hidmanî nêre Min go, lo, lo, lo delêl, ez nizanim, te ne şere û te ne xêre Delêl xeyîdî, bi minre xeber neda bi serê zimêne Min go, lo, lo, lo delêl, ez te nadim bi Hemê, bi Kinê, bi herdu fêriz û pelewana, ku li xêmê binê berîyê ji kuştinê, ji malê alemê nabin têre Ez te nadim bi kurê Birahîm paşa ji mala zengo zêre Ez te nadim, bi kurê bedirxan begê, mîrê Bota ji maleke del û têre. Lo, lo, lo, lo delêl, Ez te nadim bi sultanê dînê êzîdxanê Ku li çîyayê şengalê îsal hezar û pênsid salê wan qedîyaye, quruşekî wan negihiştîye destê dewletê neketîye kasa xundkêre. Delêl xeyîdîye, bi min re xeber nade bi serê zimêne Min go, lo, lo, lo delêl, te goştê min heland, te hestîyê min rizand, bala xwe bidê tilî pêçîyê minî zerî zeytûnî, bînana mom û şema dihelin, bi enîşka milê min ve bû bizmêre Lo, lo delêl, ji bîna tilî pêçîyê min, teyra serê xwe deranîye ji hêlînê, min re serê xwe deranî ye ji qulê dîwêre Ezê rabim, xilxalê lingê xwe bişkênim, ji Hidman re bikime cotekî nêla Ezê xizêma pozê xwe derxim, jêre bikim hûr bizmêre. Ezê kezîyê xwe bibirim, ji Hidman re bikim, gulik û rîşî û du hevsêre Ji îro pêda, wê berê te têkeve binê berîyê, nava hezer û pênsid siwarê Gêsa, Xelqê bi bêje:"Ev siwarê henê çiqa bi hizne, çi qa bi delale û çi bi cemale". Herê lo, delal, herê lo, delal, herê lo, delal, De bajo rê dûro, de bajo. Ji hevala mawo, de bajo Kîskê te qulo, tûtina te rijîyao, de bajo Ebakê te sê tixto Li ser milê te bû belawo, de bajo Malê me wane, serê çît û berçîtê konê, Zor Temir paşa ji teva xuyane Derdê min derdekî gorane. Edûlê sekinî kêrik li zikê xwe da, ji boy xatirê Dewrêşê lawkê êzdî, siwarê Hidmanê. (Şaxa 2) De way-waylê, de way-waylê Delalo, mîrê Ûnisî vê sibê deng li çêra kir Go:"Gazî Dewrêşê şêx Evdî kin Weynin heramê dîwanê Destê lêxin kelamçê ye Lingê deynin li qeydê ye Bigrin, bavên zindanê ye". Delalo, dilîko Te malî piro êlî hindiko Ji xelqê re ne tişteko Ji min, we tehrê ez daketime deşta bêlecûko Têkevime nava hezar û hevsid hinarî, hinrekî ji xwere bi bijêrim, şîrino, bê dendiko. Way-waylê, way-waylê,way-waylê, Delalo, tu delalî. De way-waylê, de way-waylê Dewrêşê şêx Evdî gote mîrê Ûnisî Go:"Ev xeber ji devê te hevt bavê te zêdeye Heta tu destê min deynî kelamçeye Lingê min lêxî qeydê ye Min bigrî, bavêjî zindanê ye Bi îzna rebê alemê, ezê sêsid mêrê Ûnisî rehet kim orta dîwanê bi soranîyê ye". Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Delalo, tu delalî. Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Delalo, minê vê sibê ji xudanê xwere çi bigota, jê çi bixwestaş Mala bavê min bar kir, danîye zozanê şerfedînê, çîyayê Eledaxê, çîyayê Girîdaxê, hersêk mil bidana, serkonê mala bavê min, bihata xarê, stûna konê pêşin ji ortê ve bişkesta Dewrêşê şêx Evdî, hûtê binê berîya jêrîn Siyarê Senemê, xudanê zeng û zêrîn, bajota, bihata derê çadira min porkura, Xwedê bi sekinîya, şîrin taseka ava sar ji min bixwesta Minê dest bibira cêba xwe, tasa zêre-zîve nexşkiriye derxista, meşiyame ser kanîya Kurd Elo Memed paşa tijî ava sar kira, banîya, pîr, marîfet, kemedar bûma, bidama li desta Avrûyê çavê birûyê belek, şirikê xizêma xwe bi lêvê xwe bi gesta. Delalo, deliko Te malî piro, êlî hindiko Xudanê şeşxana kiniko Ji xelqê re netişteko Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko Pêkevim nava hezar hevsid hinarî, hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko Way-waylê, way-waylê, way-waylê, delalo, tu delalî. Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Çûme odê, ode têre tijî, çûme dîwanê, dîwan jî têre tijî Mesînê qawê ser dara çemê wê dikelijî Min go:"Qaweçîyo, yekê tijîke, bide destê delaliyê dilê min jî". Tibêta dilê min neda, minê destê xwe dirêjî fincana qawê kir, tijî kir, birda desta, minê nizanibû ji şerma bû, ji germa bû, ji tirsa bû, destê min reçivî, çoka min lerizî, niqutek rijiya ser eba besrayê dewrêşê şêx Evdî jî. Kubara sibê rabûm, min qolî zêrê serê xwe qetand, çûme li Hemayê, li Hekayê, li şamê, li Bexdayê, derê dikanê wan beqala min da hevt qalib reqîya sabûnê, hildam pêda-pêda meşîyam çûme ser ava xabûrê, minê ebayê besrayê Dewrêşê şêx Evdî, hûtê binîya berîya jêrîn, sîyarê Senemê, xudanê zeng û zêrîn,şûştî ye, hevt qalib sabûnê destê min de mefîyaye, ava Xabûrê, bextê min porkurê, ser min demiçiqîye, eba Dewrêşê şêx Evdî temîz nebû ji vê qirêjê, ku li derdê eba ma dilê min jî. Delalo, deliko Te malî piro, êlî hindiko Xudanê şeşxana kiniko Ji xelqê re netişteko Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko Pêkevim nava hezar hevsid hinarî, hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko Way-waylê, way-waylê, way-waylê, delalo, tu delalî. Way-waylê, way-waylê, way-waylê, Delalo behare, heramê derketine Xanî germ bûne, kêç ketine Pîra dîya min hatîye ber mirinê Kale bavê min hatî ye ber şûştinê Hevt birê min porkurê hatine ber kuştinê Wexta çavê min li çavê Dewrêşê şêx Evdî, hûtê binê berîya jêrîn dikeve, ji min tirê temama saxin hingî rû dinê. Delalo, deliko Te malî piro, êlî hindiko Xudanê şeşxana kiniko Ji xelqê re netişteko Ji min , we tehrê dakevime deşta Bêlecûko Pêkevim nava hezar hevsid hinarî, hinarek ji xwera bibijêrim, şîrino,bêdendiko Way-waylê, way-waylê, way-waylê, delalo, tu delalî. (Şaxa 3) Wey delal, wey delal, wey delal, wey delal Ber dilê evdalî xwedê de, tiyo netişteko Ber dilê min evdala xwedê de, hinarî desta Bêlacûkê, xurê kalan û pîran bêheb û bêdendiko Di devê, mesînê qawê ser darî darçinîya dikelijî Ezê çûme alê dîwanê, dîwane tijî Ezê çûme alê malê, male tijî Ezê çûme alê odexanê,şêst û pênc pelewan têde rûniştî Wexta min ça û qawe digerandî, xema min mehrûma xwedê nîbû Wexta ezê diçûme tûşa Dewrêşê Evdî, lewandê şevê, lawkê êzdî Nizam kerbiyana bû, şerma bû, yan ji tirsan bû, çavê min reşeve dihatin, tilîpêçîyê min, dihijyan, çokê min dilerizîn, minê niquteka qawê, rijandibû ser eba dewrêşê Evdî. Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî Divê navê kapêk pol pere cem min tine bû Minê destê xwe bire nava sîng û berê xwe, zêrekî diha dîtibû xercê şeherê bavê minî hevt sala bû Minê hildabû, ez çûme dikanê van etara Minê go, dikançîyo, ha, dikançîyo, minê niqutka qawê rijandî ye ser eba Dewrêşê Evdî Minê hildabû hevt qalib sabûne, teşt û sîtile, ezê çûme ber çemê payê vê mîrayê Çemê payê mîrayê, ava çil û çar kanîya bû. Ava çil û çar kanîya min şikîya bû Tilî pêçîyê min maşîya bû Hevt qalib sabûna min helîya bû Teşt î sîtilê min qul bibû, Hela hê niqutka qawê ser eba dewrêşê Evdî neçû bû. Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, navê mêra nayînime ser xwe. Divê, beharê, heyamê êlê derketinê Malê me kevin bûne kêç ketinê Hevt kurapê minê ber girtinê Kale bavê mine li ber mirinê Pîredayîka mine li ber şûştinê Herçî çavê min çavê dewrêşê Evdî dikeve, minê tirê, gişte xweşe rû akara dinê. Wey delal, wey delal, wey delal,wey delal Ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, nabêjim tu delalî Mîr go:"Gelî qewaza, rabin pêya Herin bêjin Dewrêşê Evdî bê, mîr te dixwaze ji dîwanê ye". Cotê qewaza rabûn pêye Çûn go:"Dewrêşê Evdî, mîr te dixwaze ji dîwanê ye!" Dewrêş hat go:"Mîr, te çi divê yeş" Mîr go:"dewrêşo, dilê min dibê ye Wexta li xamê jêrin dibe qîrîna kurê, kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya, wexta xûn devê zenguyê meneqî yane, gelo wî çaxî, mêr beramberî çend mêrayeş" Dewrêş go:"Mîr, dilê min dibê ye Wexta xamê jêrin divê qîrînîya kurê kurmanca, norîna meneqîya, şingîna kose misirîya, wexta xûn devê zenguyê menegîya, ancax, mêr beramberî mêr dertê ye". Mîr got:" Gelî qewaza rabin pêye! Destê dewrêşê Evdî lêxin lelêye! Stuyê wî lêxin kelemçêye! Lingê wî lêxin Qeydê ye! Milê Dewrêşê Evdî bigrin, bavêjin kela zîndanê ye!". Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî Dewrêş go:"Mîr, ezê wî kim Îlahîye Ezê gava rabim pêye, ezê te temam kim sêsid û şêst û şeşmêrê di rimêye". Mîr go:"Dewrêşo, dilê min dibêye kivava kara karxezlê ye". Dewrêş go:"Mîr, dilê min dibê ye Dilê te ne kivava kara karxezlê ye Tu dixwazî min bi şînî pêşîya, hezar û hevsid mêrê eskerê Emerê Ûnise, min hatî xezê ye". Wey delal,ezê pey Dewrêşê Evdî, lawkê êzdî re, kesekî re nabêjim tu delalî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Destan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz