Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ciwan Qado

Ciwan Qado

2 görüntülenme 0 beğeni
Dîwarekî ji heriyê, bi terk û dirêj jibîrkirinê û bîrewariyê ji hev cihê dike Li ser wî dîwarî ez bi hayedarî û bi tirs dimeşin ji nav rezê Jibîrkirinê yî tarî ez dengê kenê hevalên xwe dibihîzim û ew çayeke giran didin dest hev û bi dilxweşî kulîlkên şaşîtiyê yî rengîn avdidin. Li hêla bîrewariyê hezkiriyên min, dijminên min di qelşên dîwar re bi dilbijîn li akrê wan dinêrin û di rêzê de her kes ji wan bi hêviye ku kulîlkek bighê destên wî. Ez li jora dîwar dilezînim naxwazim ji bîr bikim naxwazim di bîra xwe de bînim di pişt min re hevalên minî avdançî kulîlkên şaşîtiyê bi dizî di ser dîwar re di din destên dijminên min û dijminên min kulîlkan li dost û hezkiriyên min belav dikin û bêhn wek epriyekê mezin û kevin di ser min re derbas dibe. Her kes kulîlkek di destê wî deye her kes şaşîtiyek di mejiyê wî de û bi azadî di nav deşta bîrewariyê de bazdidin û zû hev ji bîr dikin, zû dibin xalên gewr di valahiyeke tarî de, di bin kêlên guhertinê di tentena xeyalêyî riziyayî de û ez her bi wir de diçim bêhna kulîlkan dijwar tir dibe. her bi wir de diçim gîhayê mukurhatinê yî hênik bêtir li ser dîwar şîn tê ev gîhayê ku qelşên di dîwar de dadigre û vedişêre her bi wir de diçim dîwar zirav tir dibe nikarim rûnêm nikarim bisekinim ne dawiya dîwar tê û ne ez di xwe re dibînim ji vê riyê vegerim li vê deverê..Li vê xewlana tîrî tarî ez qantirên dîtinê Bi barên ji gîha û bêhnê dajom axura gotinê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ciwan Qado şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz