Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ciwan Dêrikî

Ciwan Dêrikî

2 görüntülenme 0 beğeni
çav reşê bejna zirav ger carekî bêt pencera Bireşîn cerg û hinavan hin ji tîrên çepera Wan çi pêşwazî dikim xweş, didme ber sing û bera çend dikarê kulbikê can, pê xweşim j`wan dilbera Singe min tîrgeh ji bo yar, her dibarin bar bi bar Êş û jana wan hevalin, lev dibanin ox û zar Ez dizanim mêrkujê nadê mi carek ew bihar Xokujê derya evîna wê, pelasîskim di ar. Ev cihan têra mi nakê ger ji min re dil vekê Dê neçarî bikme çarî, sal di nêva rojekê Jêr sitêran dikme ristik, heyv di nêva xalekê Tang û topên kujmirov..wan didme dora çekçekê Bejn û bal rewrewke, sîtav, çend dibim nêz dûr diçê Wek şivanê destevala bê bilûr û tûr diçê Hêvî û xewn û xwezî ber ba ketin, lê şûr diçê Kuştî û girtî dibim hêj vîn di dilde kûr diçê. Dilbijim dilber firişte, dilgirê çava me ez Naxweşim dilber nivişte, canfirê dava me ez Dojehim dilber bihişte, xwênerê nava me ez Serxweşim yar bê tenişte, şah ezim, zava me ez

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ciwan Dêrikî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz