Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Çîmen Murad

Çîmen Murad

2 görüntülenme 0 beğeni
Arama min tê Hêrs û hebûna min tê Bi daykên dûkelêz girtî Yên li ber tifikan ji koziyê nanê sêwîyan dipêjin Bi ciwanên li ser lendanan pûnijîn Li gundên koçkirî Bi pînê li ser çokê min Bi palosên gewdê birîn nuxamtî çaroxa di lingê min de Qemûşkên li binê çeltê min Yên ji parsa dergehê xan û eywanan hatî hev Aramiyê didin min çingal û kuling ji min kuh bûne kulab û mîxê zindanan bizdane Di cendekê min de hew diçin xwar Ji min têr bûne Efendim,Seyidî Bûne Fatîhe li ser zimanê min Merşa cenga Sînator û kompradoran Saz û awazên minin Nimêja li ber putxaneyan Di sikak û kolanan de li dare Singa min bi zuxuran ve meritî Dev li axim. Berevajîye zimanê min Neşaze awaza min Heta li ber yezdanî jî çîroka min asê maye Cejna mine Se-id Abad û Hilfa Bexdad ! Sersala mine dagirkirina welatê min ! Govend û sema mine li koz û kozaxê xêbetên şînê. Nîşan û xelata minin Mîdaliyên Efleq û Ataturk ! Agirê xilasî û demsala mine Hiciqandina zar û zêçan li sikakê Qamişlo Dayik ji kuran bê dûnda mane Yan girtî ne û yan di dora xwesotinê de ne. Gelo ma ezim bi vê sebr û aramê????. Na, na, na Bi qewite ev jiyan Qet ti carî ez ne evim Xwedî dîrok û qadim Rewan û zanist û ircim Gelim, miletim,netewim,Mîdîme Memim,zînim,cizerî û xanî me Goranim,Se-îd û Qazî me Bedirxan û Riza, berzencî me îhsanim, Barzanî me Birca belekim Xana dim dim im Mezlûmê hemdemî me Agirê Bêrîvan û Ronahî me Qijilyê sînema Amûdê me Warisê şehîda me şagirtê Apo me Evim ez, evim ez, evim ez Belê çi bi destê we ve hatiye hîn we nekirî Hey dijminê mirovahiyê Qisûra we qet nîne çimkî mirovê çi gazinda ji kurê Qebhetgerandiya bike Faşîst lome qet jê nabe Enceq arama min tê Bi ziman û zardevê min Bi gund û şarê min Bi gunehiya miletê min Bi nav û nîşanê min Bi cejn û sersala min Bi jar û belengaziya netewa min Bi artêş û rêberê min çimkî kurdistan dikevê destê min.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Çîmen Murad şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz