Di bendewariya bê dawê de
Ji nava koma pirsan
Kerbûna dilan
Me dibizdîne
Ji tirsa bi rondikan hatî stirhan
Ji axîn û keseran
Di nava pingavên westayîde
Ji nava bênvedana qerimîde
Lerizîn
Her bi aramyê xwe şadikim
Wey………… !
Aramiyê xwe vekêşa
Pencê rojê hilatin
Dayikên ji bîr kirî
Lendan bi şûnde hêlan e
Erzan diçin rewanên pak
Bi pîsiyê Semirovan
Dikizirin
Bûn e xwelîtifk û li ba dibin
Kînê ji welatê min dikêşin
Bax û zevî
Pez û rez
Zinar û lat
Reşan ji kevirê taviya heraftîn
Li gundê jibîrkirî
Dikin
Parsûyê canê birîndar
Ji kavolan kişan e
Dinan bi ser levan de
Simandîn e
Nojdaran birîn
Axiftîne
Li dora cendekan
Qurban ji hemî malan
şînê dikin
Makîne,dewranê dixwînin
Hêviyan zîl dan e
Rev û bazdan e
Leystikên zarotiyê li bîr min tînin
Seyre….. !
Roj dihilê bê şefeq
Bajarên bê niştî
Gundên bê zevî
Sikak û kolana şelq daye
Ji gewdên bênav
Ji zarokên hinciqandî
Ji pêsîrên qelaştî
Lerzîna dewranêye
Tê bi kude herê mîvanê gorê
Li pey te kavil û wêrane
Gora li pêş te tenge
Lê zemîn jê piçûk tire
Pirsên bê bersiv
Di gewriyan de ziwa bûn e
Lezok neçe ber gorê
Ew gora zindiya ne
Heger bêt û eger çû
Li ber min û xwe bide
Hingî gora me behişt e
Ew behişta saxan e.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Çîmen Mehmûd şiirlerine dön