Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cîhan Roj

Cîhan Roj

2 görüntülenme 0 beğeni
Dibim kerengperek têm li ber kevirekî li nêzî we disekinim Ba tê Pirsa gunehên xwe ji we dikim Guhê mi li dengbêj e Bi deng re ji kesî navê gunehan seh nakim Deng dibêje Peyv dibêje Zeman dibêje “guneh mij e” tê li bilindciyan navûdeng dide Tu lûtkeya çiyê bî bibî masî bê av bimînî Tu peyv bî bibî navê qelema ku guneh kirine rengê şevê! Guneh havên e Guneh çîrok e Heke ji te tê nekeve ser zar û zimanan Qelemê guneh kirine rengê şevê bi tirs e aya her dimîne li benda şevê ew ê sirên xwe bihêle ji şevê re hahûûûû serê qeleman jî ne li ser balîfekê ye… Serhedî ardevkan diavêjin sobeyan Agir ziman daye Daran çîçeg lêxistine Peyayek kal yê kêfhal Dibêje, “Aqil dunyayê dixwe…” Li şaxên bi berf ên darê ku li awakî ne dinihêrim Qelemeke sora sosinî, kaxizeke qermiçî; Hinek hevok dibin mîna xewnên şevan Hinek xewnên şevan dibin mîna hevokên helbesta ku derî lê vekirî… Peyvek xav, gotinek xalî dihêlim li terazinê dil û mejîyan… *Bi destûra helbestvanî ye.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cîhan Roj şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz