Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Cemal Sureyya

Cemal Sureyya

2 görüntülenme 0 beğeni
a soxîn careke din li hev diherbile stûyên me bi hemû bêzinên xwe ve dirêjtirîn stûn û stûyê te ye ev ji bo berxwedanê anku hêvî jê qut nekirinê di tramekî de ne em ku ji laleliyê berev dinyayê ve diçe ji nişka ve tu destê xwe bi dilê min ve tînî çawa nizanim lê çi gava destê te li dilê min dikeve careke din pevşabûn li reh û demaran digere li ser her ax û xakekî efrîqa jî lê tu baş zanî wekê rewşenbîran bifikirî Xwudê kêmaya te nede bi qasê ku zanî di nav nivînan de rakevî ku tu ji xwudê bipirsî xewa di berê te de jî guneh e û nizanim çi û ne çi wekê ku belesebeb be ev çend dirêjbûna pora te min porek wiha mifil mifilî nedîtiye heta vî emrê xwe di her tayekî de dilek lê dide ji bo her ax û xakekî efrîqa jî lê te hewayek heye esil ya ku min hembêz dike ew e bi wê hewayê biqîmettir dibû bêhn dan û standin mafdar e ku siharan birçî dibe bedew e ku roja xwe pê qezenc dike û diqedîne spehî ye wekê gelek navan yên kulîlkan yên ku bi navdartirîn rengesoran vedibin û dibişkivin li ser her ax û xakekî efrîqa jî lê bi hev re hizra ristinan dikin çi baş çi xirab behsa qirika te dikim kes nikare wekê min ji heqê qirika te derkeve ez dibêjim qey em ristekî din birêjin dê her tişt rast bibe hîn me du gav neavêjtîn bi destên me re digirin hevtone careke din me derdest dikin û didin ber guleyan ji xwe ya rast her roj ji siharê heta êvarê me didin ber guleyan li ser her ax û xakekî efrîqa jî lê li vir niha tam cihê behsa curet û cesareta te ye ya ku li ser rêyên qerebalix te li strana serbestiyê vedigerand cureteke wekê ya padîşahan, ku li ba tu jineka şox a guzîde peyda nabe qedeh rakirinên te tên bîra min li pasaja çîçekê çaxê berêvarê hingî destpê dikir feqîriya rastîn li ser her ax û xakekî efrîqa jî lê û tê de ji tirkî ji bo kurmancî: pezkûviyê cudî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Cemal Sureyya şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz