Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Celadet Alî Bedirxan

Celadet Alî Bedirxan

2 görüntülenme 0 beğeni
Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî Text û bextê botiyan de ka geşî Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû Ka Westanî ka Qesara ka kanî Kanîn zozan, cihên bilind kebanî Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng Basiret kû, meqşibendî, terîqet Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet Kanî Seqlan, Seqnefis kû Nêrgizî Gul û rihan zeriyane, tev rizî Ka Azîzan, şêx û seyda û axa Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering Ka salên me, bekirbegî, xweş devling Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng Kanîn çeper, betî li kû, ka celab Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab Bor-mirişkan tenik biye kete ba Ez botî me diştexilim her bi pa Ka banê me, yê Azîzan, kanî war Kepirê de ne kozik in, ne jî dar Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr-Alan Dotmîr li kû, ka mîr şeref, mîr Ezin Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin Beg û axa kanî tovrind, kanî dot Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr Ne Buhar e, ne Havîna mîr şeref Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn Kanî mîr şem, kanî Tacîn û Gurgîn Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer Sadon li kû, ew serekê şevînger Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî Ka li kû man ew gernasên nedîtî Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep Pira Bafet belê ev e, kevane Kevin bûne, ne tirîne, sorane Ji delavê qitikan ve naye deng Kew û kevok di şînê de ne man ceng şeylo bûne kaniyên me ka rejû Maziyan de ne pel mane ne gezû Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul Tu tişt nema, wemirîne deng û gul Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan şûvî li ku, Welat-Kelhok û Goyan Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran Hacibêra, kanî şernex, Garisan Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî Ji garisan ne koçer in, ne dêman Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî Ka şikefta mîr Miheme, ka perî Kanî Dasnî, kanî keçên surperî Kanî şingar, ka xwalên me, yezîdî Belav bûne, bê rêzik in bê serî Dêra-Reben weke berê vala ye Hejale jî diyar niye raza ye Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen Tarî her der, ne kulek in ne rojen Di Tanzê de ne feqeh in ne mela Medresa-sor xerabe ye ji nû va Kela Ewrex her bi ba ye, kela kevn Tê de îro pîrhevok in û çend tevn Kanî şêx im, Evdirehman garisî Ew jî kuştin sorgula me çilmisî Herê lawo tev de çûne nînin nin Destê me de ne hesp mane ne jî zîn Kurdistanê tu abadin, her heyî îro, sibe û hergav jbî dê hebî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Celadet Alî Bedirxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz