Em şew bêyarim, saqî bom têke
Dilbirîndarim, saqî bom têke
Sarêjke zamim êş û azar im
Bige hawar im, saqî bom têke
Saqî giyan im ax û nalîne
Saqî satê bêzar im lem jîne
Bom têke saqî, lew bade ciwan e
Ba bîxomewe derdim giran e
Dilim zor tenge û gelê xembar im
Em şew bêdarim, saqî bom têke
Jiyanim tale, û bade dermane
Çarey derdî min lay to asane
Be badey rengîn bike tîmarim
Gelê bêzarim saqî bom têke
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Cebar Hebîb şiirlerine dön