Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Can Amûdê

Can Amûdê

2 görüntülenme 0 beğeni
Ez ji lat û kevirim Ez ji pêt û agirim Agirim ji agirim Ez tucarî namirim Ezim kurê Mîdiya Ezim pêşmergê çiya Gundî me ji gundiya Ez tucarî namirim Ezim çayê Erarat Ez pêlên ava Ferat Her dem heme bi xebat Ez tucarî namirim Ez lorîme ez Madim Vîna Mem û Ferhadim Ez axa Mehabadim Ez tucarî namirim Cegerxwînim,Xanî me Tîrêjim, Herîrî me Helbesta Cezîrî me Ez tucarî namirim şêx Seîdim şoreşger Ez Kawayê hesinker Yezdanşêr begim li şer Ez tucarî namirim Zeredeştê zanyarim Ez newroz û buharim Ez ax û av û arim Ez tucarî namirim Ezim xaka kurdistan Bixwînê tê me avdan Gel û dîrok û ziman Ez tucarî namirim Kurdim xwedî welatim Hişkim, zinarim, latim Bi tevger û civatim Ez tucarî namirim Ez xwîna Silêmanim şêx Maşûqim, Ciwanim Ez xwedî serhildanim Ez tucarî namirim Kurdim ez raperînim Jînim, vînim, evînim Bi xwîn di nivîsînim Ez tucarî namirim.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Can Amûdê şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz