Tu keskesora li ser zimanê min
Jîyan bêyî te
Xewneke tisî bû
Min valahîya jîyana xwe
Teqiland bi hebûna te
Ez nizanim tu jan î
An jîyan î ji bo min
Wekî pelaveke mezin
Di pîyekî biçûk de
Hingivê ku jehran hatî dotin
Ez nizanim tu çi yî ji bo min
şewat û Ronahî
Kevok parsa hêlînê dike ji daran
Kulîlk parsa sîyê dike ji ewran
Dilê min nizane parsa çi bike ji jîyan
Min heval winda kirine li benda salan
Min sal winda kirine li benda neyaran
Ez nizanim çi bixwazim ji jîyanê
Min çi nedixwest da min
Min çi dixwest da neyaran
Ez însanim havênê çêyîyê û xerabîyê me
Xerabî da min jîyana derewîn
Teva çêyîyê çêyî teva xerabîyê xerabî me
çêyî neda min jîyana xayîn
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Bozan Yaman şiirlerine dön