Her ku roj
Di paş perdeya rojavayê
Werdibe
şev,
kirasekî reş
bi stêran xemilandî
di bejna xwe werdide
û li ser nivîna gerdûn
mêvandariyê dike..
wê demê
Anahîta wek helbestek narîn
Xwe berdide giyanê Min
Ew li xwe digere
û ez jî li wê digerim
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Bîrwerê Gênco şiirlerine dön