Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Birahîm Ebdî (Keser)

Birahîm Ebdî (Keser)

2 görüntülenme 0 beğeni
Heger bilbil ruwê yara m bibîne Nema carkê li gulzaran dixwîne Ewê bigrî li jîna xwey buhirtî Bi derd û kul û dilêş wê bimîne Ji kerba wê bi nehp û nikkilê xwe Gulên ser çuqliyan wê daweşîne Ji derdê sorgulan wê pirr binale ewê nasbik ku jîna wî ne jîne Nizanîbû bi melyonan berî wî ji `işqa cot gulên sor tev mirîne Belê dêmên ji rengê cot gulên sor Ji her canî re daxwaz û xwezîne Ji bilbil gazina nakin tucarî Kesên derdê evîn û `işqê dîne E jî wek bilbilê dilkul dinalim Ji derdê sorgulan dil tev birîne Keser, bigrî li ser rewşa xweyî jar Neyaran bax û gulşen tev çinîne.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Birahîm Ebdî (Keser) şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz