Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Birahîm Cangîr

Birahîm Cangîr

2 görüntülenme 0 beğeni
Rûsemen.. hatim hemêzê çaxê dêmê wê kenîn Ez dibêm can bûye derya, şehleçavên ku mi dîn Rabû helbesta dilê min, peyv ji zarê min revîn Xweş silav da min bi çava.. wê binefşa lal û şîn Bi kenê nazik re, rû lê barî berfa Fereşîn Porşevê, ebrû kevanê rû rewan û dilvejîn Pozçilak ser textê şahe xal li dorê xweş civîn Lêv çi sor û erxewanin ! xwîn ji gilyazan dizîn Gulşena singê bihare.. sêv di nav de raperîn Destê nojdarê çi derman ! sax dike êş û birîn çi şepal û rû şemale ! agirek perwankişîn Meşiya erdê beyar de gul li bin pê bişkivîn Bûrî nazdara dilê min, jêre min got: aferîn Zîvirî avêt xedengek hest û dil pê kirne xwîn Awirên çava perengin.. lê li min xweş tê nerîn Serxweşê tîsa diranim, mey binoş ey dil bi vîn ! Bi niyazî ber bi wê çûm, can mirî bû, hatê jîn Reşkezî bejnê de xwarin mîna solavê Metîn Ketme hembêzê, guvaşte, jê vexum avek şirîn Lê şiyar bûm.. xewne.. heyhooo.... dîsa dil maye birîn.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Birahîm Cangîr şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz