Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berzan Birîvî

Berzan Birîvî

2 görüntülenme 0 beğeni
Bazargeha laşan Ji her alî laşên pîr yên ciwan Dihatin bazara te Bi rûmet û ser bilindî Te her tişt dikirî Laşên bê can nas û biyan Zarok, xort,kalemêr, Qîz, jin û pîr Diz û keleş, comerd û mêr şermola …. Meyxana serxweşan Veşargeha qumarçiyan çayxana dînan Gulîstana sêwiyan Sirgongeha zarokên bê guneh Hinna dest û serê Qîz û Bûkan Seyrangeha dê û bavan Kezeb û dil windakirî şermola …. Te her tişt vedişart û min Ji bîr dikir Tenê Te nikarîbû veşarta û min ji bîr bikra Sîh û heft û Balafirên dûman ji te dibirin Ji tirsa agirê Dêrsim şêst û Êzingên ergûna şoreşa Cezair Êzingên birrandî Ji kenê devê zarokan Dema şa dibûn Bi kulmek ax ji dana te Bi tavek baran ji dana xwedan Bi qurtek şîr ji pêsîra dayika xwe şermola …. Bi wê firehbûna sînga te Bi wê payebûna kevnariya te Te nikarîbû û tu nikare Wî kenî, wan lepên biçûk Bi dawa hevdû girtî Wê qêrînê wan hêsiran veşêre û ne ez karim Wê bîhnê, wan dayikan, Wê hewarê, ji bîr bikim şermola …. Piştî temenekî mîna temenê Xwedayê Mesîh Careke din hin Xwelya hetîketiyeke din Hate bi ser tede û te ew himbêz kirin Mîna zarokên xwe û te karîbû ew hetîketî veşarta û ne min ji bîr bikra şermola …. Tê rojekê bê xwestin govan Li dadgeha xwedahî Dadwer ez û ayinrê Ji cerg û hinavê şewitî Pisên min ji te çi ji tere digotin zarokên Di çêrya paşî de bi kom dihatin Mêvanê te …? Te ji wan pirs nekir …? çima zû dageryan ji dubstana xwe…? çima zû hatin birrîn Ji refên hevalên xwe …? Ew tilyên wanî Elesa şekirê mêtinê hîn têdebû Ma ketibû çavê jinên Wanî pûşt ….??? Ta ku dan biraştin…! Ma serê wanî porzerî Kuling li pozê wanî nikilî Xistibû …? Ta ew zimanê biçûk Bi pêlên agir dan bişaftin…! şermola …. Ji te tê xwestin Tu alîkarbe bi dadgehêre Wî pakrewanê effat ji mirovên xwe Bişîne da ku bigere Ji bajaran, li ezmanan, Li bin axa her mezelan Wan mêrkujan bîne ber destê min Da wan dadbirîn bikim Bi ayinrêya cerg û hinavê şewitî Ez ne hovim Ku zor û setemê bi wan bikim Lê piştî pirs û bersiva venasîn Ezê li gor gunehê wan Dadbirînê bikim Gotina pêşemêr Hemo Rabî Nimûneya min çav bi çav û diran bi diran û yê pêşî gunehkartire *Bi bîranîna 40 saliya şewata sinema Amûdê, diyarî canên ji tîna Agir firiya û li stêrkan bûn mêvan.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berzan Birîvî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz