Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Berhîm Qasim

Berhîm Qasim

2 görüntülenme 0 beğeni
Dilberê carek bidî maçek ji lêvan muhbetî Wê dilî hişyar bibêt û can ji xew bê suxletî Tê kevê derya hejaran nav û nîşanê te lê Bête suhtin ew ji kerba yan ji derba berketî Xeml û xêla xo girê de berbûd û xêlên tene Ev sirûşt her xoş dibêtin ev welat jî helbetî Em hemî vêkra mijûlin bendewarê gel tene Mest û gêj û serxweşin em mey ji dest tû merwetî Roj û mah û xor û xorşîd def û ney û zirnene Girtiyê reqs û semayê tev bi êkra hilkutî Bê goman xaka te suhre nav û nîşana me lê Her wekî jîn û jiyane avedanek b, serketî Pir bi namûs û bi bextin na kevin rehka kesa soz û peyman bend û zincîr min ne kir qet xefletî Rohniya şefqa avista her ji bo me wî nivîst çol û çiya yên te horin zaredeştê nûretî Dewlemendin em di cengê evîn cenga xoşewîst Baş bizanî tû li gel min rohniya pir şefqetî Bê goman ristên te sazin her demî ola me ye Serfirazin gel te yarê dev û lêv wek şerbetî Wek sipîtama di gel mêj ber bi roj mêja me ye Xak û av û agirê te va ketî dest lehnetî Ey xuda hawar dikim tû ber mijî carek were Agirê pîroz bi parêz da bi mînê pêketî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Berhîm Qasim şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz