1
çima tu matmayî ey derya ...
û .. ji ber çi pêlên te şermezar in
gelo ...
dildarekî di neynika te re
bi hewesekê li te temaşa kiriye
yan jî pêlên te ketine şewq û şemala şînahiya asîman
lewra ewrên wî yên çirisî
mîna kefa te ne.....
2
deryaya min a xemgîn ..
digel ku tu ji evîna min bawer dibûyî
tu seranser bi parastina min diponijî.....
3
Di rûyê te de pêl hene
bi qasî ku di serê min de raman hene
û.... Tu mişt kef î
bi qasî ku dilê min tijî birîn e......
4
deryayê! ...
tu padîşaha min î ...
ger çiqasî ba rûyê te bikole
tu dîsa di hinavê xwe yê lerizî de
min diparêzî.....
5
Yên ku min ew
nepijirandin Gelek in....
yekê Ji wan got: Ev lawikekî lal e
ji sawan bêdeng e
Ya din got:
Ev xortekî lerizî û bêreng e
û yeka din jî got: Ev lawik pêl dide
û li ber mirinê ye
û yekê Ji wan negot:
Gelo çima ev lawekî serî bi dûman e
belkî bibe qeşeng
ger ez jê hezkim
û ne yeka din jî got:
çima dilê vî kurê xemgîn bûye parî parî
ez ê bi nerînekê şewata wî binivîsim
û bikim pirtûk.......
6
De bila pêlên te li hevkevin ey derya!
Eger rûsarekî bi hewesdarî
li hinavê te nihêrî....
Ji Ermenkî: Zara Dîlbero
*Bedros Tourian (1852-1872): Helbestvanek ermenî
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Bedros Tourian şiirlerine dön