Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bavê Serbest

Bavê Serbest

2 görüntülenme 0 beğeni
Hey çemo çemo çemo Rê dûre çi bê xemo Ji kaniyên çayên jor Ber jêr de leme kemo Navê çemo Ferate Avek pirî ber bate Dengê pêlan hime him Ji kêre hate hate Navê çemo Xabûre Lê mixabin ne kûre Av ji mêj de miçiqî Bi başûr de rê dûre çemê kanya denî ser Bi qamir bû sera ser îro ew jî bê dengî Ket temarê lal û ker Navê çemo Dicleye Min hêviyek tê heye Pişte kaştê xuşe xuş Bûka welatê meye Welatê min tev bi çem Lê ji min re derd û xem Hin hejarin wêranin Yê din bi bendav û gem Ber dilê min şêrîne Bo min war û hêlîne Tehtokê welatê xwe Nadim bi Hind û çîne.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bavê Serbest şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz