Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Baruyr Sevag

Baruyr Sevag

2 görüntülenme 0 beğeni
Ku valahî bi girî bête dagirtin lê ne bi giriyê Dayikê Belê bi giriyê Mendal Ez dixwazim Ku xotan nemire Belê xotan bi stiranan bimîne Ez dixwazim Ku baran bi hêzdarî li ser zadan bibare Ne ku bela wela li nîvê deryayê biherike Ez dixwazim Ku çiya pezkoviyan di paşila xwe de himbêz bike Ne mar û mişkan Ger mirin giring be... Bila mirin mirovekî zewzek bi xwe re bibe û .. yê leheng bihêle ger şer giring be.... tiştê herî baş ku ne du komar pev kevin lê.... jin û mêrek ger otî pêwîst be... va ye cilên qermiçî otî bikin û ...dilekî nespêrin vê otiya har veşartin pêwîst e.... de bila kur dayika xwe ya pîr veşêre şûna ku dayik kurê Xwe yê ciwan veşêre ger hûn bi xwazin... bistirên bêyî ku bêjin (canê me derxistin) ger hûn bi xwazin.... hevdû himbêz bikin da di himbêza hev de dilê We biêşe ger hûn bixwazin mirovekî ji mirinê biparêzin bêyî ku spasî ji devê Wî der bikevin ger hûn bixwazin xwe ramedînin xwe ramedînin ji bo hûn rê li ber tang û topan bigirin lê ne li ber makîneya agirvemirînê ger hûn bibexşînin bihêlin ez careke dî bixwazim..... ez dixwazim ku ew cinawirê Kevnar ê ku pêjnek ji dexsotiyê Ye ji dilê Mirov koçbar bibe weku wan bapîrên me dema ku ji şikeftê Koçbar bûn dixwazim... ger em dîl bikevin em nebin dîlên dujminan belê Dîlên dilberan.... dixwazim ... ger em bêne ruhin kirin ku em ruhin bibin bêyî ku em bêne meyandin..... dixwazim .... ger em hişê Xwe bidin tiştekî bila ew tişt tenha afirandin be û .. ger em dil têkevin yarekê bila hew carek be....... gelo tiştê ku ez dixwazim naçar in....? de bila jin bizên bêyî azarkêşiya cîstaniyê Bila komar bi hev re şer bikin bêyî ku deryayeke ji xwînê biherike bila şewat geş bibin bêyî êgir û .. bila mirov jana xweşiyê di nav hev de belav bikin ger lewendî pêwîst be... bila newqa dilberan zirav be ger perestiya rêdanê giring be... bila ew perestî.. ji me dûr be pêwîstdariya pîrozgirtinê Heye... de bila pîrozgirtin ji parasûyeke bilind be şûna ku tabûtan bi lavêjan bigirin çi pêwîstî ji parvekirinê Re heye...? de bila jimar di defterên dibistanan de bêne parvekirin ma gurmîn giring e... dê bila neppoxên zarokan biteqin şûna ku goga zemîna me ya gunehkar û ne gunehkar hilweşe..... bê guman ez dixwazim tiştê ku hûn jî dixwazin.....!!!!! Ji Ermenkî: Zara Dîlbero *Baruyr Sevag (1924-1971): yek ji navdartirîn helbestvanên ermenî ye, eger ne yê herî bi nav û deng be. Ew di sala 1924an li gundê Sovedashen nêzîkî çiyayê Ararat ji dayik bûye. Di sala 1945an de xwendina felsefeyê li zankoya Yêrîvanê kuta kiriye û dûra birêveberiya çend kovar û rojnameyan kiriye. Di sala 1951an de ketiye Enstîtuya Cîhanî ya Wêjeyê li Moskoyê û tê de xebitiye. Ji sala 1963an ta mirina wî ya di sala 1971ê de bûye lêkolînerê berpirsiyar ê Enstîtuya Wêjeyê ya Ekadêmiya Zaniyariyê, û di sala 1966an de hate helbijartin bo sekretariyaya Yekîtiya Nivîskarên Ermêniyayê. Di jiyana xwe de 8 dîwanên helbestê weşandine û gelek ji wan hatine wergerandin bo zimanên rûsî, hingarî, ingilîzî, elmanî, polonî, latînî, estonî, georgî û yên din. (ÊVAR BAş, amude.net)

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Baruyr Sevag şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz