Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bariyê Bala

Bariyê Bala

2 görüntülenme 0 beğeni
'Dibaxşînim 64 salîya bûyna Mehmed Qazî.' Rabe, qelbê mezin, bahare, li her alî bike mêze, Mêrg-çîman, deşt û zozan dîsa digrin rewşa teze. Gul û sosin quloz dibin, xemilîne baxê tezî, Xortê tûnsiz digalînin, şayê dikin qîzê kezî. Rabe, parçe-parçe bike îro tu libasê xem-kederê, Bilbil gula bûye mêvan, temam şaye li vê derê. Hev hizkirî pir şadîman, li xasbaxçe dikin geştê, Tebîyet bûke, libasê ter tim lê xweş tê. Rabe, Cizîra me mêvanhize, em li wira bibin mêvan, Ser mexberê Mem û Zînê hedye daynin tacê gulan. Were em dîsa bêkavî dil ziyaret bikin Sîpanê sar Bi zelûlî matem bigrin, bilûvînin tev Xeca zer. Rabe, bese razê, hîvya mene Melle, Feqî, Ehmedê kal, Ewledê te sazkirine dîsa cehat li şerqa kal. Rabe, em jî herin li mixara bikin dew û doz, Baqê gula bibarînin, Kurdistanê bikin pîroz. *1957 *Çavkanî: Medya Civakî

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bariyê Bala şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz