Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Baran Sindî

Baran Sindî

2 görüntülenme 0 beğeni
(ji bo şêrko yê ji me dûr) Li kîj cihî, Sirûda bajarên wêran Lê dikî tu? Li kîj baxî, Leylanan bi şîniya daran Dirêsî tu? Li kîj şarî, Pêjna keçên gundan Ji lempeyên roniyê Vedidî tu? Li kîj warî, Simên hespan, ji bin giyayê seridî, Dijimêrî tu? û di çi deryayan de, Kelekên vegerê berdidî tu? Bêje min Heye karibim ez Ji parsûyên xwe Xanîyekî ji te re Li DEşTA HESINAN ava bikim ez Ji neynikên hêviyên xwe yên belav Baxçeyan li dor biçînim ez û ji kaniyên wêraniya xwe ya bêdeng Ava mêlê li nav re biherikînim ez û çengek ji axa dil Ji kulîlkên jenên te re Ji bist û leşker û sînoran bidizim û bighînim te !

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Baran Sindî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz