Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Bahoz Duderî

Bahoz Duderî

2 görüntülenme 0 beğeni
Seyda derî veke ji vî derdî re çirayekê pêxe ji min û Xwedê re digerim li vî welatî li tîpekê ji agirê agirî li helbestekê ji bedena ferêt li kilîtê deriyê Nalî Cizîrî lawkê kula me. *** Va buhar bê reng û rû bû ez yê birçî û tî ji deryayên meyê ji agirê Newrozê serê dîlana Memê çawa bi gerînim birîna xwe li wir dadidim dê bazde. *** Ji çira vêxin çira ji rûpelên vê sibê nema vegerim dawîyê dawîya nêzîk dibim ji destê te ji axê. *** Bi dizî di guhê mi de bêje ser pêçîyên lingê xwe bazde tu temborê xwe veşêre. *** Ezman şewitî min jî xwe bi dar xist li jêr çilpik çilpik kom dibin de şa bibe ey Xwedê û pêximber. *** Va dertêm ji gora xwe hildidim jor piyana xwe vedixim zihêr û gez xwîna xwe jî gav bi gav dipêm. *** Wiha dijîm ji xwe tazî tazî me ji ramanên xwe mîna te roniyê. *** Derî wê vebê piştî hundur min vala dibê serê min tê darxistin dinêv toz û ariya rûpela. *** Ger dikarî ji dinyayê ji ewr û birûska şah û şahiyê tev bi revîn tu bahozê ji dora min neçe devê xwe veke tim guv guv ke. *** Ber destê sibê bû basik li piştê min şîn bûn firîm buhuşt û buhara revî. *** îro bibe zaro û bi gîre her bi bez nêv kevra gula kom ke yek bi yek destê diya xwe bihin ke hêsira bi weşîn îro tu welate. *** Seyda ev pênûs wê min bi parêze ji girêftarên mêjî ev tirs dijmine ka ro cîhanê tev bikin gul welat. *** Pêlên derya li min dixin winda dibim ji min bi gere ku va diçê biçê ku agirê dujeha bê nema xemê dixum di şikestinên demê. *** Di cîhanek biçûk de xwe di xwe de vedişêrim da nikaribim birevim ji revê. *** Bû mîxek kola tamarên min xwe têr kir ji qêrîna min û şûn va venegerî. *** Sibê bi sibê dezîkî ji sibê didizim helbestekê çê dikim ji Efrînê re pêre nizanim ku va diçim. *** Baranê rêno darno ger we kariba, zaniba kê ez di tenhahîyê de dikuştim. *** Min Newroz dît dilê min kuta dîlanek pêda kir agirekî ji helbesta hildidê pêşmerge tev li virin dilê min tev bû pêl û derya. *** Rêyên dûr em dibirin havîna gi tişt şîn dibû tev por dibezîm baran û ramos ji lêva dibarîn deryayên bêzerîyê ziwah diman bo çi ev girî. *** kêrên qêrînê di cîgerê mi de dilivin kengî ro wê deriyê min bikutê da tim bibim. *** Seyda bajarê ji çira di mêjiyê mi de min bi xwe re tê ve didin dê min bibe govend û dîlana xwe ey rowa pîroz ta kengî li ber deriyê te bim bê hêvî û soz.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Bahoz Duderî şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz