Evîn derfeteke, yara min
Bi hincetên beradayî
Hespan nebezine hevrazan
Torene ol in li rê ne
Rê û rêwani ji mêra nahêlin
Me bi ber dergehê koçberiy eve dikşênin
Di kendava dil de aniha
Keştiyên keserên lenger bi grani tavêjin
û em her roj hiznan di hincin
Ji bireke bê binî bi hazaran
Evîn derfeteke, yara min
De wer ji naz û cewrê dest vekişîne
û hespan êdî ne bezîne hevrazan
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Azad Rêbuwar şiirlerine dön