Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Axîn Mîrxan

Axîn Mîrxan

3 görüntülenme 0 beğeni
(Xweska min derya bidîta berî ku hinka ew ji xwe re birevanda….. şîndar yûsif ….ji bo te) Rojekê zê xwe fêrî tund û tijiya te bikim da tu ne bêje ez bi tenha xwe bi êşan vedgevizim ezê rojekê bi te re bifirim bi qasî asîmanê te qena tu bizanibe asîmanê min û te ne cudane Nivîsên te hewqasî korin rastiya te nabînin ezanim wê carekê xwe bi qurbana te bikin Wê gotinên te li paş xwe kin û birevînin, ber bi ku ve nizanim. Pênûsa te dirûtiyê bi te re dikşîne kolan bi kolan te digerîne hîn serê beyaniyê xewn te direvînin lo.. a min ji xewnan re. Ger xewnên te qîzek bana tenê ji zû de ew ji qîzaniyê bixistana, tayên porê te beradayîne (avê li riwên wan nek wê xwe biweşînin wê te tazî bihêlin) di her tayekî porê te de sed galgal û çîrok hene hewqasî riwên wan talin. berçavka te ji çavên te diqeherin wê rojekê birizin rasitiya çavên teyî beloq derxînin ew çavên ji dîtinê û nedîtinê werimîne. Hey werimiyo ger tu rê bide tiliyên xwe wê deriyên te li deryan bigerînin ((tiliyên min wê bibin bela serê min)) timî tu wiha dibêjî hewqasî tu dikulibî hey kulibiyo hîn tu tî yê goristanaye lo wê di rojek nêzîk de destên xwe bavêjin te û ber bi xwe ve bikşînin û ji nişkêve te di nav xwe de veşêrin wê gavê tenê dizanim axa tu jê çêbûyî axeke dine bêhneke dine rengekî dine tu bi xwe kesekî dî yî.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Axîn Mîrxan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz