Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Attîla Îlhan

Attîla Îlhan

2 görüntülenme 0 beğeni
aysel ji dora serê min here ez ne ew im ji nişka ve ez ê bicehimim vê yekê hîs dikim him xerab im him reş û tarî û him jî çîrkîn aysel de bes e here lê ez naxwazim êdî nikarî li ber barana min şil bî tu ê bicemidî şevên mi dikarin kejahiya te serobino bikin ku tu xewnên min bibînî tu ê biricifî delalê tu nikarî kêliyekî jî ji jîna min kirê bikî aysel de ji min biqere ez ne ew im lê ji bo min ronahiya xwe tarî meke him xerab im him reş û tarî û him jî çîrkîn ku tu bi fikîna min bifîkî wê xwedê bide te çavêm dikarin tenêtiya te bidin çar gava trênên mi wê te bibin cihên xir û xalî tu ê ya bikevî nav xwesteka mirinê ya jî tu ê pîneyên tirsê li xwe zêde bikî û êşên min zêdê serê bavê te ne kêfa min qet li kêfa te nekeve aysel de rabe wext dereng e êvare êdî ku ew jî ne bû bêhêvî me wê bizane him xerab im him reş û tarî û him jî çîrkîn wexta şahiya min dîlana xemginiya te ye û jixwe te qet guh nedaye pistepista payizê keştiyek jî qet ji te negihîştiye wî warê dûrê tênêtiyê ku ez lê me ez rêwiyê jirêderketî... û erda xwedê fireh e ku guhekî mezin e tê de dike zingezing qederê mohra xwe li bextreşiya min daye bila qet tiştekî din neyê hişê te eman ha aysel bi xwedê kî biteqize here ez ne ew im ji nişka ve ez ê bicehimim vê yekê hîs dikim him xerab im him reş û tarî û him jî çîrkîn aysel xwedê bela te bide ji te hez dikim Wergêr: Ceso

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Attîla Îlhan şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz