Bavê min î madtirş û zirz
Û diya min î pizotî-agir
Dema ku radibin û didin berhev
Wê çaxê ez xwe li derve dibînim
**********
Ez baz didim çola fireh, çola bêdawî
Dûrî mala ku ez lê dijîm..
Bar dikim, da ku herim dervî bajêr
Bi alî pîrka xwe yî dilovan
**********
A ku li jorî newalekê dijî
Di baxçayeke pir biçûk
Xwediya hinarokên rû-sor
Û porê spî wek berfê
**********
Li welatê pîrka min
Ez dibim wek miya mêşin
Herdem şorbê û nanê sêlê dixwim
Û her wiha masiyên "Sild" û şelima
**********
Li welatê pîrka min
Tiştê ku ez dixwazim, dikim
Di gel wê kefleftê û bêciryê
Dilovaniya pîrka min mezintir dibe..
**********
Lê dema ku ez ê vegerim
Li bajarê ez lê dijîm
Li wir ez ji xwe hez nakim
Li cem dê û bavên zirzok
**********
Na, dûrî wir- hundirê bajêr
Li cada "Måneveien 5"
Li wir ez dibim "Lars"ê kal
Li wir ez dibim zigurd.
*Ji Norwecî: Ebdulbaqî Huseynî
*Serastkirin: R. Xendekî 19.08.2021
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Arild Nyquist şiirlerine dön