1
Min got dixwazim navekî bedew
Got Dilbirîn û Cegerxwîn û Bêxew
Hilbijartine ev navê bi keder
Ji tere ev navê bêkeser yê Dildew
2015
2
Mela û Feqî û Ehmedê Xânî
Xwedî helbestên olî û evînî
Rûmeta endamê Kurdistânî
Dildew pey we ye ji dil û cânî
2015
3
Ev e Dildew’im ez ne eşqbazim
Lê belê xweşdil û evînxwazim
Kuştim ez vê dewranê sitemkar
Dîsa jî xweşmêr û serfiraz im
2015
4
Ez avêtim vê derê dîrokê
Wek Mem û wek Hes û wek kevokê
Digerim nagerim te nabînim
Li nav kolanê vê bajarokê
2015
5
Ez û tu xerîbê jîyanekî bûn
Em endâmê ne welatekî bûn
Ne hat li me hêlînê evînê
Mixabin em gorîya xeyalekî bûn
2015
6
Tu bihara dilê Dildew’î
Navnîşana dilê Dildew’î
Were awirê’m sêwî nehêl
Tu jîyana dilê Dildew’î
2015
7
Min zeryaya jînê temaşa kir
Kêfxweşîya evînê kuşa kir
Çûm ez wê demê gundê evînê
Dilê xwe bi paşerojê şa kir
2015
8
Jîyan valaye bête
Xemgîn e û bêwate
Ey evînâ xewnrevîn
Watedarî welat e
2015
9
Li vê dinê evîn bûye derew
Ne roj roje ne şev û ne jî xew
Ewrên sıpîreng û xemilxeyal
Evîngehê dildara ey Dildew
2015
10
Dûrîya evîna dilnişîn
Yê gulrû lêv şêrîn û çav şîn
Hêsren çavan herikand her dem
Bi dijwarî bi kezebreşîn
2015
11
Armancê me niştîman û welat e
Ji alî Yezdan ji mere xelat e
Dixwazin azadî bes e bindestî
Tinne be xweserî namîne wate
2015
12
Dilê’m lo dilo dilê min
Hevxem û rêhevalê min
Tu hîserê dilînê geş
Evîngehê delala min
2015
13
Dilşayî herikî j’nav hêvîya
L’payîtextê dilistan civîya
Dil hemû li dilistan bi cîh bûn
Nexweşî ji dilistan revîya
2015
14
Aşîtî li Kurdistan hejîya
Xwedêkî çavên neyar birjîya
Rojan pênca ji meha Pûşperê
Îro ji pênûsê xwîn rijîya
(ji bo bîranîna 5 Pûşper 2015/Amed)
2015
15
Xwedîyê dîrokê xembar î
Xwedîyê neyarê xwînxwar î
Bi hevra bêjin tu Kurdistan
Her hebî ronî kir te tarî
2015
16
Agahdarî xortê Kurd agahdarî
Bersiv bide ji tere pirsîyarî
Gelo çand u zimanê me tu zanî?
Hîn bib û xwedî derkev bi bîryarî
2015
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Aram Dildew şiirlerine dön