Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Anahîta Şêxo

Anahîta Şêxo

2 görüntülenme 0 beğeni
bibûre … `` tu tiştê nûh li bin tavê de nîne `` hîn destarê demê arîşan dihêre roj şahiyan diçû hîn lakîna şevê bi çiftiya kundan mişt dibe hîn jiyan newaleka kork li tavê dayî digere û hîn û hîn ez xircira janên min û ponijandina bê xewiyê di şevên ne tebitî de bi kûraniya asa hestên te em dibilin mîna şikeftên deverû dibin ji temarê re di himbêza zivistaneke hênijî de yabo tu xweş dizanî bi çirisandina arê pêwend di hûndirê limêjgeha çavê te de ez vedijîm lewra pênc dan her roj şûjdeyî xwedê dibim û destên xwe raberî wî dikim ta rojên temenê min bike êzing ji bo berdewamkirina arê laleşa tey pîroz di vê jiyana gunehbar de lê bibûre kirnasê bi dana senahiyê tu nizane carcara bê hemdî dikevim rêça sucan de bê ku ez zanibim di nav şaştiyan de winda dibim lê tim û tim ocaxê te min vedigerînê û canê min ji carisiyê diparêze bibûre `` tu tiştê nûh li bin tava jiyanê de nîne ji bilî bîranîn û bêrîkirinê.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Anahîta Şêxo şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz