Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Alan Hesen

Alan Hesen

2 görüntülenme 0 beğeni
Hat ji wêde teva ban kir sed maşelle ji wî Xwedayî ez bi gorî malî ava çend roja te ew neqş dayî gelo ji kaniya zemzem tebaxê nazik av dayî yan ji rengê pêxembera xemil li bejnê badayî Gavê rejîm pir bi nazî ji heybeta Muhemedayî wêneya Yûsif di rû de çav ji seharê Mûsayî miriyê sala bûne zindî nerîna awirê îsayî sîng û ber bi heja rejîm ewe Meryema Ezrayî Rengê sor çi li bejnê tê pora xelek berdaye ser hêdî hêdî wa ji wir tê çi xweş badaye ew kemer por hevirmêşa hûnandî li nav bêhna misk û ember ez dîn kirim herdû lêva ew gerdena bi zêr û gewher Herdû sîng kevokê sipî bawer nakin kengî bifirin li ezmanê azadiyê derd û keser li min kom kirin nabin kedî li van desta nezana ew basko kirin berfa zozan dibê şerme rengê wan em talan kirin.

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Alan Hesen şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz