Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Ahmed Muxtar Caf

Ahmed Muxtar Caf

2 görüntülenme 0 beğeni
dête giwêm dengê be soz û şîwen û giryanewe naleyî dilme le hesret xakî kurdistanewe lanewazu bêkes û mezlûmin êste qewmî kurd gahe bedestî turkekan û gah bedest êranewe îsmî wîcdan û `edalet bê musemmaye û diro bo siyaset em qise kewtote ser lêwanewe rasteger îsmî `edalet boçî mindalanî kurd wêl û sergerdan bisûrênewe beser kêwanewe hênde hîze bextî kurd bo kuştin û talanîyan taqimê hatûn be siwarîy huştirî pêpanewe halî kurd êsta lebeynî turk wêran w`ereb bêçwe teyre kewtuwete dawî mindalanewe em qerarî `usbe waxelqî elên bo kurdebê her qisey rûte wiqseş naçête naw gîrfanewe emro ba wa bê belam rojê ebê ewladî kurd dênewe meydan be `îlm û sîn`et û `îrfanewe newcewananî weten tewhîdeken em mîllete her le kirmaşan heta wirmê û sine û bokanewe rêk exen wez`îyetî wan wiczîre serbeser akrê û zaxo debestin rêk beqed botanewe xaneqîn û mendelî, xakî luristan yek be yek wek westa edûrin be balay mentîqey babanewe leşkirêkî muntezem bo sendinewey heq rêkexen ciwan û razawe be topî, paşa korey soranewe *1896.1935 -Helebçe kurmancî: Tê guhê min dengek, bi soz û şîn û girîyan Naleya dilê min e ji hesreta axa Kurdistan Lanewaz, bêkes û mezlum in niha gelê Kurd Gah bi destê tirkan û gah bi destê îran Navê wîjdan û edalet bêmûsema ye û direw Ji bo siyasetê ye ev gotin, ketiye ser lêvan Ger rast e navê edalet ? ! çima ciwanên Kurd ? Wêl û perîşan dimeşin bi ser çiya bi ser kêwan ? ! Hinde hîz e bextê Kurd ! ji bo kuştin û talanên wan Komelek hatine bi siwarê hûştirên pî pan Halê Kurd niha di navbera tirk û faris û ereb de Bêçe teyr e û katiye davên zarokan ! Biriyara "usbe" ku xelkî dibêjin, ji Kurdan re ye Her gotina pûç e, gotina pûç jî naçe berîkan Bila îro wiha be, lê rojek tê roleyên Kurdan Têne meydanê bi zanistê re, karsaz û îrfan Ciwanên welat, avadikin yekîtiya gel Her ji Kirmaşanê ta Wirmê, Sine û Bokan Yekta dikin rewşa Wan û cizîrê ser bi ser Akirê û Zaxo girêdidin bi bejna botan Xaneqîn û Mendelî axa Loristanê yek bi yek Bi hev re didirûn bi bejna warê Baban Arteşeka hevsaz ji bo standina maf, xwe teyardikin Şeng û xemlandî, bi topên paşa korê Soran. Wg: "Qandîl Şeyxbizînî"

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Ahmed Muxtar Caf şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz