Ücretsiz Kargo! 500 TL ve üzeri siparişlerde anında faydalanın.

Hakkımızda | Yardım & Destek |
Menü Giriş Sepet Favori Kategori

Adil Ebdilrehman

Adil Ebdilrehman

2 görüntülenme 0 beğeni
Dayê ji bîrnakim: Birûsk û êşa piştê Lêmişt û êzingên deştê Dayê ji bîrnakim… Serxewebûna te yî bi oxir Hey dilbija kêstek û oxir Dayê ji bîr nakim: heska meyirê, berxê çayirê çira pencerê... Dayê: Tu ji bo min esîr bû Ji bîrnakim şîrê te… Navê daykê Newroze Aramanc çemê "Xance" Heger Heca kevrê pêximber. Li Mekê ye Heca dayka min Du kevrên qimerin,li ber dikê ye Maç kim destê bi zêr Maç kim ax û ardê Destêr Sitêrk û kerneval hey hewar! Xizêma bêvilê Dayka minî keleş Hey Fenera şeva reş Ronaya Orkêş û Laleş Ji bîr nakim: Herdiwên xurifî "Sayikis û Bîko" Di mafê te de kerifîn Ji bîr nakinDayê çvên terifî gulên qurifî Sînorên herifî Tifa Dayka min û gelê min Li herdwên xurifî Dayikim li Betlîsê Ronakî Luksê dengê şîreşalê li Hewlêrê hem li Ormiyê,dara hirmiyê maka her çiyan Êlim,Piştkan, Simaq û Cûdî Dayka kelehan Arcîş,Finik,Didim û Sefîd Avî tu Ferat û qêzile Dicle û Hêzile… Habîl û Qabîl Yek şivan û yek cotyar Kevnan nûya xwar !! Dayê: Kurên te Li çar aliyan Mamostene di dadvaniyê de hostene Bi şûf û hişmetin Li dor wan qiyamete Pêlin bi hind û hêlin Rû geşin Ava dikin, Lê dikin ben dîwarên te Dayê: ocaxa deştê Buhişta hevrêşkê destê teyî pîroz Vedigre penga hevirmêşê Dihûnî bi teşya aşityê Tejikê namûsa yekityê …li serê xwe xin bi kulman Hilma Dayka xwe bikin Li ser car û li ber tilman Me tobeye …me tobeye… Her dem Li ber destê te ye Li ser pela zîwanê, Sêpî û meşka li hêwanê Li sr hîzê rûn û Histûn Min navê te daniye Beybûn…

Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng) Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)

Paylaş
Adil Ebdilrehman şiirlerine dön
🛒 0

Sepetiniz