pesna ezê bêjim dîlbera şeng û benazî
wek min kes nikarî bi bêjî dil bike razî
Beriya min di pesnê te de sergeş û mest man
Berêzan Tîrêj, ceker, Dildar, Yûsiv Berazî
çend pesna ezê bidim were lê bibe guhdar
Nahêlim çavên evîndaran duhmekê razî
Ew pora tey reşî dirêj ji rengê şevêye
şehdikî, ber min re dibûhirî bi tolazî
Aniya te bi xwe qadek timî lê şer û cenge
Bo kî piştevan bî her a wiye serfirazî
Ebrû ji kevan ê rustem ê tûnd û bihêzin
Mujankên te tîrin têne dilan di gudazî
çavên tey mezin deryane çavên teyrên bazî
Awir jî dijwartirin ji şûrên tûjî tazî
Dêmên te sêvên xelatî ji befir û xwînin
Hêz a min nama lewra di bakim bineyazî
şermezarim binêrim li rû û bejn û balê
çibkim tu jî rehmê nakî li min belengazî
Pozê tey çilakî namûse nayê firotin
çend sed xort li rêzin bê şek tu doz û daxwazî
Lêvên te ji moça hungiv, hîntirîn şêrîne
Tu di bê ji kuwarên heng ê çiyayê mazî
Gerden jî peyalek badeya buhişta xazî
dengê te lehiya strana bê awaz û sazî
Memkên te gogên zêrin bê xweşkirn û cewazî
dibêjim pesindaran ji sîngê ve mîvazî
Newqa teyî zirav sitemkaran kember lê dan
Em pir pê êşandin serbirişkên pêxwas û tazî
Lawê teme tu dizanî ne bê xem û xavim
Lê her ew roj wê bê ku Dîlanî te bixwazî
Em Bi hevdûre bikin dîlana serfirazî
Ji Ameda omîda,ta lehengên Berazî.
Anlam için kelimeye çift tıklayın (Ferheng)
Anlam için kelimeye uzun basın (Ferheng)
Adil Dîlanî şiirlerine dön