Free Shipping! On orders of 500 TL and above.

About Us | Help & Support |
Menu Sign In Cart Favs Category

A. Bedir

A. Bedir

16 views 0 likes
Şa’ir digo: Heçheçk, li wir moriyan dijumêrin. Gîsinê dengê zengilekî li newalê dikeve. Mê, kirasê nêr li xwe dike. Jin, wan guliyên kûvî kedî dikin li sermilan. Stêrka gayê elegezê, siha kadiz didize! Simbil, di aş de şîn dibe. Ba, xaliya tirban bejîng dike. Sîh, dibe sêra bejnê. Yek, li wir kirasê mijê li xwe dike. Li ser kirasan, nemûşê Filistanan. Payîz, li esmîn, keziya hespê xayîkuj vedihûne. Sor, li warê gevez datîne. esirek, di tirba rîs de razabû *Xemzêm, Weşanên J&J, r: 20, 2016 **Bi destûra helbestvanî ye.

Double-click a word for its meaning (Ferheng) Long-press a word for its meaning (Ferheng)

Share
Back to A. Bedir
🛒 0

Your Cart