Hemû Berhem

Kurd'Înalco

Di vê hejmarê de xwendevanên delal, hûn ê nivîsên li ser wergernasî, wêje û gotarên biqîmet ên hîn lêkolînerên ciwan peyda bikin û her weha helbest û çîrokên xweşik jî. Hûn ê hevpeyvîneke taybet bi ‘’Patrice Franceschi’’ re bibînin ku ew, yek ji nivîskar û aktîvîstên berbiçav ên Fransiyan e, ku ji bo Rojavayê Kurdistanê li Fransayê karên dîplomatîk pêk tîne. Hûn ê dîsa Ehmedê Xanî bibînin bê ka çawa tesîr li ser rewşenbîrên Kurd kiriye; bi taybetî jî li Cegerxwînê, ku perwerdeya xwe di medreseyan de temam kiriye û di wan medreseyan de bi berhemên Xanî mezin bûye. Fikrên Xanî yên sedsala 17an dîsa di berhemên Cegerxwîn de rû dide û pêwîstiya guherîna civata Kurdî berbiçav dike û her weha ji Xanî heta vê rojê neguherîna rewşa civakê jî diyar dike.

Paris
celik_resat@hotmail.com
06 12 29 69 95
kovarakurdinalco.fr