* | Deng | * | * |
---|---|---|---|
1 | Tu Xezala kîjan çîyayîAx kerba dilê min sîya te tê berçavên min ax xezala çîyayê warê min wax limin lê tu yî sebra ber dilê min zûda ye dûrim ez ji te zûda ye an dûrî tu ji min nabînim ez pêşna bejna te nabhîzim ez dengû awazên te nabînim xezalê ez wan çavên te zen neke ez bê te heme zen neke bê kerbû bêrî me awaz û helbesta min hemû tên jibo te tu xezala kîjan çîyayî te yê li kêrê pal dayî ax kerba dilê min xezala çîyayê warê min nizanim anha tu li ser kîjan çîyayê yî bawer bike tu jimin ez bê te tune me wek şalûl û bilbilekî ji warê xwe terke me terkeyê çavên te helbesta ser rêya te me |
||
2 | HERKA HIŞMENDÎYÊDi derya ya jînê de ezê xwe bispêrim ''Xweda û xwedawenda'' xwe bispêrim evînê xweşî û kêfxweşîyê bawerbikim ji van xalên han ên bingehîn û bi pêlên ruh ve xwespastinekî ne demkî bi domdarî ewê herkes bimin xweş werin nas werin,dost werin û wê di dil û ruhê min de evîna jîyanê bê xuliqandin û ezê di wê xwezayê de li hember tu tiştek baş nebim asteng jiber ku gavên min li xweşîyê digerin û tenê dixwazim wê germahîyê bikim kilamekî dinav hestên xwe de ber bi bextewarîyê ve biherikim. Li wê rê û rêçûnê wekî teyrekî baskê xwe jibo hêvîyên dil azad bigerînim û wekî xanekî ji dîroka jîyana xwe bidim ava kirin. Bes ruh divê ji berpirsîyarîyên bargiran û rexnewarî dûr bikeve pêwîst nake çinçilandinekî wisa ku meriv li ber bayê felekê bikeve û xwe daweşîne ji tiştên neyînîyên dij mirovahîyetê. Her wiha qewimînên piçûk hene ku dinav jîyanê de çêdibin divê meriv wan tiştan mezin neke û li ber bayê wî neke. Jibo li şifayekî bigerî divê aborîyê nexî hinçet di halê xwe de jibo rojên xweş bixebitî û tevbigerî ji dest were meriv dikare destê alîkarîyê dirêj bike lê hîç destê xweyê nebaşîyê dirêjê tu kes û xwezayê neke jibo jîyanek di hemdê xwe de pêwîstî bi beralîkirina nebaşîyê bê û bi tevgera his û ramanê xwe di hişê xwe de birûxîne . Werhasil û kelam ji jîyanê hezbike bibe çêkerê başî û xweşîyê .. bi wê herkê re rêya tengasî û çewisandinan dixwe de bigere û xwe ji tengavbûnê rizgar bike eve hêza derûn raman û hişmendîyê û di jîyanê de . Guherandinên erênî çêbike derû dora xwe biveciniqîne ser baldarîya xwe û bi tevgera xwe bibe mînakekî baş... |
||
3 | Mihyedîn Nahrîn nivîsand -Ax TamaraJi zemanê berê ve evîn hebû û evîn tenê ne para me bû. Bi saya çîrokan evîna beşerî bûye nemird. Ji zemanê berê keçeke xweşik ya keşîşê girava behra Wanê hebû ku niha ji wê giravê re Axtamar an jî Aqdamar tê gotin. Navê keçikê Tamara bû. Tamara jineke li hev hatî û jina herî bedew ya bajarê Wanê bû. Tamara û bavê wê li girava behra dijîyan. Wexta rojekê Tamara ji bo karekî berê xwe dide bajêr, di rê de leqayê şivanekî Kurd tê. Wexta çavên wan dikeve hev, evîna wan dibe mîna heyv. Ji berê de gotine “Çav çavan dihebîne, dil dila dihelîne.” Ji roja ku hev dîtin ne ew çavên beşerî û ne jî ew dilê beşerî nema tebatê radigire. Timî daxwaza wan ji bo hevdîtinê can dimîne. Ji hev re soz didin ku herşev wê hev bibînin. Wexta roj diçe ava û şev wekî perdeyeka tarî ser rûyê dinyayê digire Tamara di destên wê de find tê li qeraxa behra wanê finda xwe pê dixe û li benda dildarê xwe disekine. Dema şivan ji dûr ve şewqa findê dibîne hema ji keyfa xwe li nav pêlên behra Wanê dide û qesta findê dike. Dema her du evîndar dighîjin hev ji şev heta berbangê bi hevra dikevin civatê û ji hev re yarîyan dikin. Di sira bayê berbangê de şivan ji dildara xwe xatiran dixwaze û carek din bi paşpaşkî ve xwe li nava pêlên behrê dide û vedigere mala xwe. Bi vî şiklî demek dirêj bi hev re hevaltî dikin. Êêê Mezinan ji berê de gotine: “dinya ne bi zorê ye bi dorê ye.” Wekî di hemû çîrokên evînî de çawa Bekoyê Ewan hebin û bikevin navbera evîndaran de di vê çîrokê de jî kesên fesad diçin ji bavê Tamarayê re fesadîyê wan dikin. Gava keşîşê dêrê (bavê Tamara) bi vê yekê dihese çavên wî sor dibin û tecrîdê li ser keça xwe dideyne. Nahêle keçik derkeve derve û wê di mal de mahkumî dike. Keşîş bi saya fesadan hînî hemû tiştên wan dibe. Şivanê feqîr ji her tiştî bê agah her şev diçe qeraxa behrê û li banda îşareta Tamarayê disekine. Heta derengî şevê dimîne ne Tamara tê û ne jî îşaretek. Lê dîsa jî şivan dev ji evîna xwe bernade û her şev diçe qeraxa behra û li benda îşaretê dimîne. Ji şevan şeveke tarî derya û li ser behrê pêlên gawirîn heyî keşîş li tê ber behra Wanê û finda xwe pê dixe. Bi pêxistina findê kelecan û çirûsk ji laşê şivan difûrin û xwe li nav pêlên behrê dide û qesta findê dike. Lê keşayê bê îman ji wî serî diçe serê din û her gav cihê xwe diguherîne. Feqîro hey find li ku be berê xwe dide wê alîyî. Bi vî awayî keşîş heta şivan bêtaqet dimîne cihê xwe diguherîne, wê şevê pêlên behra har laşê şivên dikişîne ber bi jêr û şivanê Kurdî wê şevê jîyanê xwe teslîm dike. Berîya ku canê xwe teslîm bike cara dawî navê dildaya xwe diqîre ezman û dibêje: “Ax Tamara!” Wexta ku Tamara dengê şivan nas dike bi feryad û fîxan ji malê dertê û berê xwe dide cihê deng. Keçika dil şewat xwe diavêje nava pêlên behra serxweş. Ne ew dighîje şivan û ne jî şivan xwe dighîne Tamarayê. Her du jî laşên xwe dispêrin behra wanê. |
||
4 | Rojnivîsk -Di rêwîtîyê de Çîroka du Jin'ên Pişîk hezRêwîtîya min a îro heta sirkecîyê bû, wek heroj piştî dolmîşê li metrobûsê siwarbûm rêwîtî berdewamkir wesayîta ku ez têda qederek çû li seknoka taxa cinnetê rawestîya rêwî ya hilda bi ketina rêwîya a hundurê metrebûsê re min dît jinek temen bilind hat li kêleka jinek qelew çûr û pîr rûnişt bi rûniştinê re min dît pişîkekî sipî û reş serê xwe ji bêrîka çentê wê derxist jinika kêleka wê destê xwe da pişîkê her weha hevnasîna herdû pîre jina bi pişîkê re, bû navgîna hevnasînê.Çi diqewime ka binhêr pişîkekî bikarîbe samîmîyeta navbera tu kesan çawa birêve bibe. Jinika çûr hema hilda bişîkê himbêzkir da ber dilê xwe û devê pişîkê maçkir, jinika xwedîyê pişîkê jî wisa dilşa dibe bi pişîka xwe û rêwîya bi kêleka xwe re yanî ewî jinika rêwî çiqas eleqe nîşanê pişîka jina xwedîyê pişîkê kir min jî ewqas bi baldarî li wan temaşedikir lê lêva jinika xwedîyê pişîkê ji şabûna qe nedihat hev wisa dev li ken û wisa jî bextewar bû yanî min got ruhê vê jinikê teze bû jiber ku ew çiqas ji pişîka xwe hezdike hevala wê ya rêwî ewqas ji pişîka reş belek hezdikir. Min dît jinik a xwedî pişîkê cardin zivirî ser wê jinika rêwî got: ka bide ser milê xwe wê çiqas baş bisekine ewê jî bê xatirîya wê nekir da ser milê xwe ewê girt da wê wisa ji pişîka reşbelek hezdikirinû dikenîyan; her weha ez jî biwan re dikenîyam lê belê liber devê min berdevka min hebû wana kenên min nedidîtin. Bi wê şabûna bi pişîkê re min dît jinek çarşeva reş lê tenê çavên wê dixwîyên ewê jî pişîkekî çûr kirîye çentê xweyê piçûçik û serê wî derxistîye derva jixwera pêra şadibe zarokekî jî pêra ye ew jî carna destê xwe didê û pêra dikene lê belê ev jinika ku çarşeva reş lixwe kiribû ne wek wan herd jinikên serqot bi eşkera bi pişîkê re şa dibû jiber cilên wê yên reş kesî eleqe nîşanê pişîka wê nedikir Hima min jî got : kesek nêzî vê jinika bi çarşevê nixaftî nabe yeqîn ji şikandina destmêja wê ditirsin.Lê belê min dinavbera herdû jina de tiştek kifşkir ew jî yeka çarşev xwe nixaftî pişîkhez û her weha ewa serqot jî pişîkhez lê belê ew jinika serqot bi qasî bi saya serê pişîkê dilşad û bextewar bibû ez bawernakim ku di temênê xwede ewqas kêfxweş bûbe ewqas jî zêdetirîn. Di vê navberê de di guhê min de jî strana birader dema tu dikenî lê dide ez jî bi wan re dikenîyam.. |
||
5 | Ebrû şevêşêrîn devê Lêv hingivê xanim Ez nexweş im Ne serxweş im Derî veke canim! Me soz dabû Bighêne hev Herdu bi şev şêrîn Evîndarê çavên belek Wan diranên zêrîn Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim! Em bi hev re çûbûn çiyê efendiyê îro Reqs û sema li ber çema Mane heta nîro Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim Te go: were Ez bi te ra Heta sibê razin Tu deymeke Derî veke Ji bo çi ev gazin! Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim! Ez şewitîm Dil peritîm Wer şemitîm hatim Rob li xwe ke Derî veke Tu deymeke satim Ebrû şevê Lêv hingivê şêrîn devê xanim Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim Bi wî serî Ji ber derî maçek nedî narim Ji awirên çavên belek Zanî birîndar im Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim Ji bo Xwedê Tu guh medê îşev şeva înê Xwe dîn meke Derî veke Ez hatime dînê Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim! Sebra dilê Rû ji gulê Dipaxilê sêv in Mala minê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ne serxweş im Ez nexweş im Derî veke canim Cejna siba Bi maçekê Pîroz bike jîn im Dilbirînê çavên belek Ji ber te bê tîn im Ebrû şevê şêrîn devê Lêv hingivê xanim! Ez nexweş im Ne serxweş im Derî veke canim |