101 Gotinên Pêşiyan 101 Çîrok -1

* Deng * *
1

Ha li çiyayê Mûşê, ha li pişta darê dergûşê...


Tiştek an rûmetek çiqas girîng û giranbiha be jî ku mirov xêrekê an jî mafekê lê nebîne û ne li gorî mafê mirov be, dûr û nêz ferq nake.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya jin û mêrekî ciwan:


Dibêjin,

Jin û mêrek hebûn, rojekê jin ji mêrê xwe dixeyîde. Dema ku dibe êvar, nivînên xwe û mêrê xwe ji hev vediqetîne. Jinik du qat nivîn radixe û dergûşa zarok dixe navbera herdu nivînan. Mêr li aliyekî dergûşê, jin jî li aliyê din dikevin nav nivînan da ku razên. Xewa mêrik nayê, dibêje:

-Hayhayî…

Jinik dengê xwe nake. Vê carê mêrik dibêje:

-Ax, ax…

Jinik dibêje:

-Mêrik, dîsa çi bû, tu wisa di kûr de axîn û keseran dikşînî?

Mêrik dibêje:

-Jinik ez şeva din li ku bûm, ez îşev li ku me? Ez nekim axîn kî bike axîn?

Jinik dibêje:

-Tu şeva din jî îşev jî di bin vê banê de li heman odê bûyî. Hey Xwedê mala te xira kiro, di navbera me de bi tenê ew darê der-gûşê heye!

Mêrik dîsa axînek kûr dikişîne û dibêje:

-Jinê, kezîkurê! Piştî ku em ji hev dûr man, ha li Çiyayê Mûşê, ha li paş darê dergûşê, ma çi ferq heye…

2

Tebîetê şîrî li şiwarê tê helan...


Ev gotina ku balê dikşîne ser esas û eslê mirov û nîşanî tebîeta însên dike, bi gelek teşe û vegotinên ji hev cuda ketiye zargotina Kurdan.
Binyata vê gotina giranbiha ku di zargotina Kurdan de herî zêde bi şêwaza “Kurmê şîrî, heta pîrî” meşhûr e û bi şeklê “Tebîet sêrî li fêrbûnê distîne” jî tê gotin digihîje serhatiya mîr û şêwirmendê wî:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mîrek li dîwana xwe rûniştîbû, gote aqildarê xwe:

-Tebîet xwerûtir e an fêrbûn?

Şêwirmend (aqildar) qet nefikirî û hema got:

-Mîrê min, tebîet her dem serî li fêrbûnê distîne.

Mîr qehirî. Bi pêçiya xwe pisîka xwe nîşan da û got:

-Ma tu nizanî ku ew ajala (heywan) min çawa ye? Dema ku em li ser xwarinê rûdinin, ew jî diçe dest davê mûmê, li ser piyên paşîn, li hemberî me radiweste, heta em xwarina xwe dixwin, ro-nahî li me dike. Ma ew ne marîfeta fêrbûnê ye? Min jî digot, qey tu bi tiştekî zanî, eyan e ku zanîna te ewqas e?

Aqildar bala xwe dayê ku gotinên wî rast in, hinekî xwe sist kir. Mîr rabû çû. Aqildar jî rabû çû mala xwe. Piştî ku aqildarê mîr tê mala xwe, gazî berdestikê xwe dike. Dibêje:

-Biçin ji min re mişkekî zindî bigirin û bînin. Berdestikê wî bi ya wî dike û ji wî re mişkekî zindî digre û tîne. Dema dibe roja din, danê êvarê, aqildarê mîr, serê tayekî bi lingê mişk ve girê dide, serê tayî yê din jî tîne bi bişkoşka sîngê xwe ve girêdide şûn-de mişk ji çengê xwe re berdide jêr û bi wî tewrî diçe dîwana mîr. Dema şîvê ye, ji bêhnekê pê ve bergêşa xwarinê tê sazkirin. Pisîk dîsa wekî her car diçe mûma xwe tîne û li hemberê wan dûvika xwe dike erdê û radiweste.

Dema mîr û maîyeta wî dest bi xwarina xwe dikin, aqildarê mîr ji nişkave tayê lingê mişk ji bişkojka sîngê xwe vedike û wî raste meydanê dike. Mişk dike kiştekişt, xwe davêje nav bergeşê. Lalî û sinî tevlî hev dibin, dema çavên pisîkê li mişk dikeve, dibê “nirrr!” û xwe li nav guhê mişk werdike. Mîr berê xwe dide aqil-darê xwe, dibêje:

-Malxirabûyê xwelîser, çi bû ku te wiha kir? Aqildarê mîr di-bêje:

-Mîrê min, te dît ku çawa tebîetê, serî li fêrkirinê stand? Mîr diheyire. Destê xwe davêje rûyê xwe. Aqildar dibêje:

-Mîrê min, tebîetê şîrî li şiwarê tê hêlan.


3

Şêr, şêr e; çi jin e, çi mêr e!..


Ev gotin di zargotina Kurdan de nîşanî keseyatiya jinê dike ku di jiyana civakî de rola jinê ji ya mêr ne kêmtir e. Carna hin kar hene ku gelek mêr nikarin bikin, ji ber ku zerav û wêrekiya wan têra kirina wî karî nake, lê jin dikin. Weke ku mêrên egît hene, jinên egît jî hene.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya şêr û rovî:


Dibêjin,

Rojekê ji rojan li daristanê şêrek û roviyek bi hev re digeriyan.

Dema ku roj çû ava, şêrî ji rovî re got:

-Biraziyê rovî, jinmîr li hêviya min e, ez dereng mam, divê ez biçim mal.

Ew gotina mîrê daristanê li rovî ecêb hat. Rovî xwe sparte dil-soziya hevaliya şêr û bi qerfiyeke ku tehn dihêwirîne ji şêr re got:

-Mala qula mîrtiya te! Ma mîr ji jina xwe ditirsin?

Şêr bi awirên tund û xişmeke giran li rovî nêrî û li wî vegerand û got:

-Hey ehmeq, ma tu nizanî ku ya li mal ne weke te rovî, weke min şêr e!

Rovî ji heybeta şêr tirsiya, destê xwe di hev dan û bi tewreke şelaq got:

-Rast e mîrê min, şêr şêr e; çi jin e, çi mêr e!


4

Dizî dizî ye, çi hêkek çi gamêşek...


Xerabî her xerabî ye. Tişt û karên xerab û nelirê, mezin an bîçûk, wek hev in. Dizî jî ji van tişt û karên xerab yek e, pirr û hindikê wê nîne. Lew ku di tebîeta diziyê de bêdadî û neheqî heye. Kesên diz, dixwazin tişt û nirxên ku ne yê wan in, bê ked û zehmet bi dest bixin.
Di zargotina Kurdan de binyata vê gotinê digihîje çîroka yekî diz û diya wî:


Dibêjin,

Carekê li bajarekî dizekî jêhatî hebû. Wî, ew bajar biribû ta-lanê. Ji ber ku ew diz, di karê xwe de mahir bû, şop û dews li pê xwe nedihîştin û kesî nedikarî wî tawanbar bike, heta ku şevekê gamêşek ji axûrê mirovekî destdirêj derxist. Wî jî nekarî îspatiyê lê bike, lê ji ber ku, destê wî dirêj û digihîşte hukmatê, ew da girtin. Jixwe qeyd û tomara dizê navdar li gel hukmatê zehf stûr bû. Ji wê bû ku dadgehê der barê wî de cezayê kuştinê da. Berî ku dikirin wî bibin darda bikin, ji ber ku ew kevneşopiyeke kevn bû, dozger li wî pirsî, got:

-Daxwaza te ya paşîn heye? Girtiyê diz got:

-Belê, dixwazim ji berî mirina xwe, carekê bi çavê dinyayê da-yika xwe bibînim. Daxwaza wî ya dawî, xwestekeke hêsan bû, dozger pandiyek rêkire pey diya wî, gazî wê kir. Roja ku dikirin wî bibin sêdarê, diya diz derxistin pêşberê wî, diz got:

-Dayê, dixwazim carê serê ew zimanê te yê pîroz maç bikim. Dayika wî ya ku hêsir ji çavên wê xalî nedibûn, ber bi wî ve hat, zi-manê xwe derxist, dirêjî lêvên lawê xwe kir. Gava lawê wê, zimanê wê girt, bi hêrs gezand û zimanê wê di ber de jêkir. Bû karriniya diya wî, her der di xwînê de ma. Peywirdarên ewlehiyê diya wî ji wî qetandin şûnde, dozger got:

-Hey kurê heram, te çi xwest ji wê rebenê! Diz got:

-Dozger efendî, min di xamciwaniya xwe de bi hêkek mirîşkê dest bi diziyê kir. Wexta min ew hêk bir radestî diya xwe kir, aqlê min hê av bû, li şûna ku diya min bibêje; tiştê ku ne keda destê te

û ne xwiya eniyê te ye, li te helal nabe. Girt ew hêk di miqilêgê de, ji min re kir qeyxaqne, da ber min. Çima dayika min bi ew zimanê xwe yê şêrîn, şîretên baş li min nekirin û wê demê pêşî li min ne-birrî, hêka wê rojê gir bû, îro bû gamêşek. Dozger got:

-Rast e, dizî dizî ye, çi hêkek çi gamêşek. Ji ber ku dizê navdar, çîroka xwe bi awayekî sosret raberî dozger û endamên dadgehê yên din kiribû, kêfa wan gelek pê re hatibû. Li ser vê yekê dad-gehê biryar da ku darvekirina wî bê betalkirin û doza wî careke din bê nirxandin.

-Rast e, dizî dizî ye, çi hêkek çi gamêşek…


5

Mî bi lingê xwe; bizin bi lingê xwe...


Tê bawerkirin ku herkes ji qencî û neqenciya xwe berpirsiyar e. Di zargotina Kurdan de di vê mijarê de gelek gotinên din ên giranbiha jî hene. Ji wan çendek weke yên li jêr in:
-Çê kiro b’xwe kiro, xirab kiro b’xwe kiro.
-Tu çi bixî beroşê, ewê were kevçiyê te.
-Tu çi biçînî tê wê hilînî.
-Kê genim çandiye û ce hilaniye?
Heger em vegerin ser mijara xwe, binyata vê gotinê digihîje serhatiya du birayên hev ku ji wan yek qenc e ê din neqenc e:


Dibêjin,

Carek ji caran, du bira hebûn û herdu bira li bajarekî dijiyan.

Ji wan herdu birayan yek dewlemend, ê din jî xizan û neçar bû.

Birayê dewlemend kesekî ji heval û hogirên xwe re nerast û neqenc bû. Ku bi kê re danûstandin kiribû, her xisar û neqencî bi wan kiribû. Hemû kesên ku ew nas dikirin, ji wî bi gazind û bi gilî bûn. Ji ber vê yekê birayê neçar, neçariya xwe ji bîr kiribû. Ji ber bûyer û neqenciyên ku birayê wî bi xelkê kirî ve her dem rûsar, xemgîn û nerehet bû. Heval û hogirên li dor aliyên wî gelek ji wî hez dikirin û rûmeteke giran li wî dikirin. Lê dîsa jî carinan tu kesî ew rûken û kêfxweş nedîtibû. Her dem xemgîn û mitrî bû, rewşa wî bala hevalên wî jî kişandîbû.

Dibêjin, birayê qenc û neçar rojekê di ber deriyê dikaneke qe-sawan re diborî. Wê demê bêhnek fireh hate wî û keniya. Kenê wî gelek li ecêba pêşekarên wê semtê çû, ziviriyan pêşiya wî. Ew dagerandin û yekî ji wan got:

-Ewqas sal in em hevdu nas dikin, tu di ber dikanên me re derbas dibî û me tu caran nedîtibû ku tu bi tiştekî keniya yî. Tu bi xatirê Xwedê û ji me re bibêje. Bûyera ku kenê te anî çi bû, ji me re bû meraqeke mezin?

Got:

-Dema ku di hinavê min de hesteke rûxweşiyê an kenînê çêdi-be, neqencî û neheqiyên ku birayê min bi xelkê kirî tên bîra min û rûyê min vedikêşiya û xem dihate rûyê min. Lê îro, dema ku ez ji ber dikana qesêb re derbas bûm, bala min kêşand, bi çengelên wî ve rêz bi rêz laşên heywanan hatine dardakirin. Min bi sosret dît ku mî bi lingê xwe, bizin bi lingê xwe ve hatine dardakirin. Loma ez keniyam.

6

Serê çil deveyî (hêştir) kerek dikişîne...


Reng û rû, şekl û şemal, dilq û qilafetê mirov çi dibe bila bibe, tay-betiya mirov ji dîtbariyê bêtir hiş û aqilê mirov e. Dema ku hiş û aqilê mirov têra ku mirov jiyana xwe bi rêve bibe tunebe, hinek dê bên û jiyana mirov teşe bidin. Di nav Gotinên Pêşiyan ê Kurdan de gelek gotinên ku li ser rêvebirî û pêşengiyê hatine gotin hene ku yek ji wan weke ya li jêr e:
Serê dazde baniyan banek dibirre.
Binyata gotina “serê çil deveyî kerek dikişîne.” digihîje serhatiya ba-zirganekî û şêwirmendê wî:


Dibêjin,

Rojek ji rojan karwanek hat li ber robarê sekinî. Serbazirganê ku xwediyê karwên bû, kir û nekir nekarî karwanê xwe di wê avê re derbas bike û wesand jîrikê10 xwe.

Jîrik hat, hemû hêştir bi şûn ve kişandin, kerek anî kir pêşiya wan. Berê ker ji avê qelivand, hemû hêştir jî di pey kerê de ji royê re borandin. Xwediyê karwan gote jîrik:

-Jîrikê min, hîkmeta vê bûyerê çi ye?

Jîrik got:

-Deve mezin in, lê serê çil deveyî kerek dikişîne.

7

Baweriya xwe bi însên neyne, şîrê xav mêtiye...


Ev gotina ku di zargotina Kurdan de bi şêwazên wek; “Meriv şîrê xav metiye./Emel bi însên nabe, çimkî şîrê xav mêtiye.” tên gotin, nîşanî baweriya bi însên dike, lew ku di heman demê de Kurd dibêjin: “Çêyî û xirabî birayê hev in”. Yanî însanekî gelek qenc û qencîxwez jî demek tê dikare xirabiyê bike.
Binyata vê gotinê di zargotina Kurdan de, bi çîroka zilamekî qenc, mar û rovî ve tê girêdan:


Dibêjin,

Rojeke biharê zilamekî dilovan di zeviyekê re derbas dibû, dît ku marekî li ber sîncekê kulor daye11 û ji sermayê qerisiye. Dilê wî bi mar dişewite, wî radike û dike paşila xwe. Piştî ku mar hinekî germ dibe, bi xwe dihese,12 serê xwe di sîngê qutikê13 wî re der-dêxe û ji zilam re dibêje:

-Ezê bi te vedim. Zilam li qenciya xwe, li neqencî û nankoriya wî diheyire û şaş dimîne, dibêje:

-Bira, tu qerisîbûyî, tu dikirî bimira, dilê min bi te şewitî û min qencî li te kir tu zivirandî jiyanê, ma wisa dibe? Mar dibêje:

-Hîç zimanê xwe yê delal li betalî newestîne, te çîroka Şahma-ran û Camîsap bihîstiye. Mezinên me dibêjin: “însên şîrê xav mêtî ye, emelî pê nabe” ji xwe tebîeta min jî li ser wê ye, ezê bi te ve-dim. Wê heynê14 roviyek di wir re diborî, ne bi destê xwe guhdarî li axavtinên wan kiribû, li hember qenciya wî camêrî nankoriya marî ne karê ku bûbûya, ew neheqî di rovî hilnehat. Li ser vê yekê rovî hewl da çû tûrikek15 anî û ji zilamê qenc re got:

-Ewê di paşila te de çi mar e? Zilamî got:

-Marekî gelek jêhatî û xurt e? Rovî devê tûrik li hev kir û got: -Ez bawer nakim ku xurt û jêhatî be, ger wisa be wê karibe xwe ji carekê re bavêje hundirê vî tûrikî, lê nikare. Tehna rovî çû li marî ket, mar bi vê yekê êşiya, xwe komî ser hev kir û zîpekê re xwe hilavêt hundirê tûrik. Gava marê qure ket hundirê tûrik, rovî

bi lez devê tûrik da hev, girêda û radestî zilamî kir, got:

-Her çiqas ku marî got; “însên şîrê xav mêtiye” jî min tu ji destê wî xilas kirî, niha ew di destê te de ye, a tu a ew, çi dikî tu bi kêfa xwe yî, de bi xatirê te. Rovî dide rê diçe. Piştî demekê zilamê qenc dibîne ku çend neçîrvan di jor de tên, piştê silav û çaxêrê, pirsa rovî dikin, zilam bi pêçiya xwe şanî dide, dibêje:

-Bi ber ew ervazê han ket û çû. Neçîrvan xêtir ji wî dixwazin û dikevin peyî rovî diçin. Zilamê qenc piştî demeke din dibîne ku rovî birîndar û di destê neçîrvanan de ye, ji neçîrvanan yek dibêje rovî:

-Emê te çawa bikin post? Rovî serê xwe radike, dibîne ku ew zilamê qenc ê binas16 li himberî wî ye, li xwe dixeyîde, dibêje:

-We şîrê xav mêtiye, ez nikarim ji we re kab bavêm, hima min di devê min de bikin post, da ku ew ji me roviyan re bibe şîret.


8

Dema te girt, bernede; ku te berda, pey nekeve...


Dema derfetek kete destê te, divê tu hişyar bî û wê derfetê bi kar bînî. Dema ku derfet ji destê te çû, lazim e tu xeman nekşînî û xwe bidî benda derfetên nû û ên hê baştir. Weke vê gotinê gelek Gotinên Pêşiyan di zar-gotina Kurdan de hene. Ji wan yek dibêje: “Ê ku çû nede dû.” Yeka din heye ku dibêjin, “Ku hat tengê ra(hê)le pengê.” Herwiha li gor ev pend û şîretan, dibê: Her tişt di dem û cihê xwe de pêk bê. Tişt û derfetên ku di dem û cihê xwe de pêk neyên, faydeyekê li mirov nakin û dibin derfetên jidestçûyî.
Binyata vê gotinê serhatiya zilamekî û çivikekê ye:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, ji bo hebek genim, beytikek hat, bi dafika miro-vekî ket. Mirov hat beytika xwe ji dafikê vekir, beytikê li çavên wî nihêrî û got:

-Tuyê min çi bikî?

Mirov got:

-Ezê te serjê kim, bipirtikînim, bipijim û bixwim. Beytikê got:

-Xwîna min kevçiyek e, goştê min pariyek e, gunehê min xa-

niyek e.

Zilam got:

-Bila, pariyekî xweş, hêjayî gayekî reş.

Beytikê fêm kir ku mebesta wî ne ya berdanê ye. Devê xwe guhart û got:

-Ger tu min berdî, ezê sê şîretên weke zêr li te bikim. Ger tu wan şîretan bigrî, li vê dinê ji te re xem û qisawet17 namînin.

Zilam fikirî, xwe bi xwe got:

-Wele ez gelek xemgîn im, heke piştî van şîretan, ez ji xem û meraqên xwe aza bim baş e. Pêşniyaza beytikê xweş e.

Zilam ji beytika destê xwe re got:

-Heke tu wan her sê şîretan li min bikî, ezê te berdim. Beytikê got:

-Ezê şîreta yekemîn bibêjim, lê hê ez di destê te de me. Berê tuyê min berdî. Dema ez çûm ser vê deviya han, ezê şîreta du-yemîn ji te re bêjim. Dema ez biçim ser vê dara han, ezê şîreta sêyemîn li te bikim.

Zilam got:

-Baş e.

Beytikê got:

-Soz, tê min berdî?

Got:

-Soz be, ezê te berdim.

Beytikê got:

-Tiştê ku aqil qebûl neke, jê bawer neke.

Zilam fikirî ku beytik ne dûrî êqil e û girt beytika di destê xwe de berda. Beytik firiya û çû li ser deviya hanê û got:

-Dema te girt bernede, ku te berda bi pey nekeve.

Beytik firî û çû li ser wê dara dûr dana û got:

-Xwelî li serê te, heke te ez serjêkiribama, libek durr (elmas) di ber çûlika min de bû, weke hêka betê bû. Ger te ew bifrota û bi-kira pere, heta dawiya temenê te, ne hewce bû ku tu bişixuliyayî.

Dema beytikê gotina xwe xilas kir, zilam ji hêrsa re tiliya xwe gezand û diranê wî di hestiyê pêçiyê de rûnişt. Jana hat ji çavên wî re kire der, got:

-Ez ji wan borîm, tu şîreta sêyemîn bibêje.

Beytikê kenê xwe lê kir û got:

-Hey nezanê xwelîser, dema min du şîret li te kirin, te yek jî pêk neanî. Bi Xwedê tu bimirî dîsa min ya sêyemîn ji te re negot…

9


Dergûş di lorik de, bûk di sorik de...


Gel dibêje hêk û hevînê (aveyn-haveyn-heyvan) mirov pir girîng e. Ji 
bo gihîştina mirovekî, berê aveynekî pak û hêkeke (gen) saxlem; piştî wê 
jî di demên hînbûniyê de perwerdeya li ber destê dayikê pêwîst e. Divê 
kesek, dema perwerde û hînbûniyê biborîne, êdî tu nikarî sinc û tebîeta 
wî biguherî û hînbûniyên bingehîn bi wî bidî hînkirin. Ew gotin balê 
dikşîne ser hîm û bingeha têgihiştin û teşedana aqilê mirov.
Ev gotina ku binyata wê digihîje serhatiya dayikekê û du kurên wê, 
di zargotina Kurdan de ji gelek gotinên li ser vê mijarê bi tenê yek e. 
Herwiha di zargotinê de çend gotinên ku di vê mijarê de hatine gotin jî 
weke yên li jêr in:
-Berxa çê di berkozê de xuya ye.
-Kurmê şîrî heta pîrî.


Dibêjin,

Li bajarekî, maleke dewlemend hebû û du kurên wan hebûn. 

Ji ber ku binyata wê malê ji maleke xanedan bû, li bajêr jî bi nandariya xwe navdar bûn. Kurê mezin li nava bajêr xwaringehek 

mezin vekir, xebatkarên wê xwaringehê temî kirin ku bi tenê 

kesên neçar û bêkes bên li vê derê xwarin bixwin. Piştî xwarinê jî 

ji xwe re zêrekî xwe bibin û biçin mala xwe. Vê rewşê gelek zeman 

bi vî rengî dewam kir. Rojekê xwediyê wê xwaringehê nexweş bû, 

ket û mir. Demekê pê ve birayê wî yê piçûk, ji dayika xwe re got:

-Dayê, ezê karê kekê xwe berdewam bikim, ez kilîtê li deriyê 

xwaringeha wî naxim.

Dayika wî got:

-Kurê min hûn ne weke hev bûn, tu nikarî karê wî berdewam 

bikî.

Kurik guhê xwe neda dayika xwe. Çû deriyê xwaringehê vekir, xebatkarên wê kom kirin û got:

-Xwaringeha me li ser rê û rêza berê ye. Bila her kes weke berê 

karê xwe bike.

Birayê piçûk wê rojê bala xwe dayê, dît ku mirovek du caran 

li ser hev hat, xwarina xwe xwar û ji tasikê jî zêrê xwe rakir û bir. 

Cara sisêyan dîsa hat, xwarina xwe xwar û dema ku hate ber tasê 

ku zêrê xwe bistîne, birayê piçûk bi berpîskê wî re girt û got:

-Heke ku her kes weke te bike, rewşa vê xwaringehê wê çawa 

bibe?

Mirov got:

-Di dewra birayê te yê mezin de ez rojê pênc caran dihatim, 

dîsa jî weke te nekir.

Birayê piçûk li ser gotina wî dest ji pîskê wî vekir û çû cem 

dayika xwe. Dayikê ji kurê xwe pirsî, got:

-Rewşa xwaringeha te çawa ye?

Kurik got:

-Dayê min dil heye ku ez dest ji vî karî berdim. Lê te çawa zanibû ku ez nikarim vî karî bikim?

Diya wî got:

-Dema ku birayê te yê mezin, li berê min bû, heta ku min sêwiyek ji wî re nemêjanda, wî pêsîra min nedigirt. Lêbelê tu ne wisa 

bûyî, dema ku devê te di pêsîreka min de bû, te destê xwe jî dida 

ser pêsîra min a din, da ku kes nemije. Lawê jinikê yê piçûk got:

-Xebera te ye, dergûş di lorik de, bûk di sorik de xuya ye.

10


Dengê dolê bi dûr ve xweş e...


Her tişt ne weke xuyandina xwe ye û ne mîna ku di der ve de dixuyê 
ye. Gelek tişt hene ku gelek êş û nakokiyan dihêwirîne, lê bûyina wî di 
der de xweş xuya dike. Bi rastî jî dema ku mirov li dîlanekê dinihêre, bi 
tenê govend, gewende, şahî û muzika wê bi mirov ve tê xuyanê û gelek 
xweş e. Lê mirov nizane ku dilê kê bi wê bûyerê ve xweş, yê kê ne xweş e.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya keçeke berbext ku dike bibe bûk:


Dibêjin,

Demek ji deman, li gundekî mirovek û keçeke wî hebû. Keça 

wî mezin û berbext bû. Rojekê xortekî xwazginiyên xwe şandin 

mala wî. Xwezginî hatin li ser cila wî rûniştin û keça wî xwestin. 

Ji ber ku camêrî û qeşengiya xort kêfa wî anîbû, zilam jî ne rakir, 

ne danî. Bi kesî jî neşêwirî û girt keça xwe da wî xortî.

Di navberê de çend roj derbas bûn, mala zavê rehl û bir û bîça

keçikê kirin, berbî hatin hena bûkê kirin şûnde def û dîlana wê 

destpê kir.

Dol li ber dêrî lêdiket. Ji ber ku hezkiriyê keçikê hebû, dilê keçikê bi vê dîlanê ne xweş bû. Holikê ku li dolê diketin weke ku 

li serê keçikê kevin, mêjî û dilê wê diêşandin. Ji ya keçê ve her der 

weke cehennemê, her tişt jî weke rênc û ezabê gorê bû. Wê demê 

çend keçên gundî yên ku hatibûn devê bûkbûnê, di ber şibakeya 

ku bûk li ber rûniştî re, bi kêf û henek derbas dibûn. Kêfa wan 

xweş bû, dengê dolê bi wan ve xweş dihat, didan çirtikan. Yekê 

ji wan got:

-Dengê vê dolê çiqas xweş e, dilê min dileyze, xwîna min diherike, ez gelek pê kêfxweş dibim. Gelo ew dol rojekê li ber deriyê 

me jî lêkeve?

Keça ku dikir bi bûk be gelek aciz bû. Dilê wê diperitî, dilekî 

wê xwest ku gelek tiştan ji wê re bibêje, lê dilê din nexwest tu tiştî 

bêje. Bi çavên tije hêstir zivirî û bi tenê got:

-Dengê dolê bi dûr ve xweş e.