Jiyana li daristanê

Berî bi hezar salan di nav candar û ajalên cîhanê de; pêşiyên fîlan mamût, nifşên qediyayî dînozor û gelek ajalên dirinde hebûn. Ejderha jî hebûn û ew pir bihêz û xof bûn.

Hemû candarên vê çîroka me li daristanekê dijiyan. Li vê daristanê gul û gîhayên herî xweşik hebûn.

Ejderekî ku ji hemû ejderhayan biçûktir jî li vê daristanê çêbûbû. Pirça Ejder kej bû û çermê wî ji rengên keskesorê bû. Dayik û bavê Ejder ew li jora daristanê, di hêlîneke serê gir de mezin kiribû.

Bihar bû. Hemû kulîlkên bi rengê cûrbicûr vebûbûn. Ejder ji bo ku bifire bê sebir bû. Dê û bavê Ejder ew biribû dibistana daristanê. Li dibistana daristanê çêlikên heywanên din jî hebûn. Perwerdehiya vê dibistanê li ser hezkirina xwezayê bû.

Şagirdên biçûk, ji bo jiyaneke şa û hezkirina candarên din fêr dibûn. Dûre li gorî qabiliyet û pêdiviya her candarî ders dihatin dayîn.

Ejderê ku her roj diçû vê dibistanê, bi hevalên xwe re bi setrencê dilîst, bi hunerên bedew eleqedar dibû. Di dersa sporê de baskên xwe ji bo firînê amade dikir.