Daweta Noko û Nîskê

* Deng * *
1

Mêvanê Giran

Hebû tunebû… Li welatê Xerza, hebû dîkekî şareza. Ew dîkekî çeleng û jixwerazî bû. Dema jê re digotin “Dîko” dixeyidî û digot:

Û quzilqurt! Ji min re bibêjin Dîklan Axa.

Wî her tim ji kesên li dora xwe dixwest ku hurmeta wî bigrin. Dixwest her kes qala şarezabûna wî ya dîlanê bikin û pesnê wî bidin. Belê, ew di reqs û govendê de xurt bû. Bala wî ji her kesî bêtir li ser kêf û seyranê bû. Deng û pêjna şahîyekê an govendekê ji ku bihata, hema li wir bû… 

Ew diçû hemû dawetan, çavê wî li sergovendîyê bû. Jê re ferq nedikir ku kîjan govend çawa tê lîstin; zû fêr dibû; loma bi hemû dîlanan jî zanîbû.

Wexta li dawetan bû, hemû derd û kulên xwe ji bîr dikir. Wî ji mirovên wekî xwe yên reqsok jî pir hez dikir û dibû hevalê wan. Di dawetan de her tim diket milê wan. Dema dibû bêhnvedan, diçû xwe li yekî reqsok digirt û yekser jê dipirsî:

Heyrana wan çavên te bim, ka ji min re bibêje, kêf û şahîyeke din li ku heye?

Wexta ji Dîko re digotin, filankeso bi filankesê re dizewice, ew ji kêfa difirîya. Êdî kesî nikaribû bi wî bigirta. Ji kêfa, li cihê xwe nedisekinî, radibû, nasek an rêyek didît û diçû wir…

Kêm caran Dîko aciz dibû. Dema kesî jê re dawetnameyek neşanda dilgiran dibû. Wê demê ew pir li ber xwe diket û mahdê xwe tirş dikir. Di van rojan de cira wî ne xweş dibû û ji mala xwe dernediket. Her tim çavlirêya xebereke şahîyê bû…

Rojekê bihîst ku daweta Noko û Nîskê ye. A din î rojê dawetnameyeke xisûsî jê re hatibû û kêfa wî lê vegerîyabû. Wê sibê rabû dest bi amadekirina çûyinê kir.

Ewil çû ji nav cilên xwe yên şahîyê taximek neqand û li xwe kir. Pişt re qundera xwe ya biriqandî xist pîyê xwe. Çû ser berber, porê xwe jêkir, simbêlê xwe boyax kir. Xwe li gorî modê xemiland û ediland. Dema vegerîya malê, çû li ber neynikê li xwe nihêrî, bi carekê re rûkenîya wî herimî û bû çinvina wî:

Niç! Bi vî halî nabe ku ez biçim daweta Noko û Nîskê!

2

Hazirîya Dawetê


Di cî de biryara xwe da û çû şal û şapik li xwe kir. Hin perîk û baskên bedew ên biriqandî bi xwe ve kir. Vê carê li ber neynikê xwe bêtir eciband. Berî ji malê derkeve, rahişt dawetnameya xwe û kete rê…

Lê dîsa jî Dîko hinekî bêkêf bû; ji ber ku Noko û Nîskê di dawetnameyê de qala hin kesên din jî kiribûn. Ji van kesan, wî nedixwest bi Mirîşka Zerîetê re biçe dawetê. Ev Mirîşk, çend caran bêyî Dîko çûbû dawetan; loma dilê Dîko ji wê mabû. Wî jî dixwest heyfa xwe jê hilîne û bêyî wê biçe dawetê; lê nikarîbû bi tena serê xwe biçûya.

Dest û lingê wî bi dawetnameyê ve hatibûn girêdan. Tiştekî din jî hebû: Dîko ji fermîyeta dawetan pir hez dikir. Loma jê nedihat li dijî rêbazên nameya ku jê re hatibû şandin tev bigerîya. Dawetnameya wî eynî wiha bû:

Rêzdar Dîklan Axa!

Em dixwazin tu werî daweta me. Tu serê biskê û sergovendê me yî. Em bêyî te û hevalên te nikarin govenda xwe geş bikin… Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê û Çûkê Bilûrvan in. Ne kêm û ne zêde, bi hatina we hemûyan, emê pir kêfxweş bibin. Def û zirne li benda hatina we ye.

Noko û Nîskê

Malnîşan: Salona Kêf û Seyranê, Taxa Zargotinê, Ser Rêya Calvino, Kolana Alûcîyan, Mêrdîn

Nîşe: Xelata zêr û zîva serbest e. Goşt û birinc û helbet tirşika dawetê ji kîsê me ye, lê kevçîyê xwe ji bîr nekin!

Dîko! Na na, ji niha û pê de divê em bibêjin Dîklan Axa. Wî nameya dawetê li hev pêça, xist bêrîka xwe û meşîya… Piştî çend gavan li ser rêya xwe pêrgî mirîşkekê hat. Mirîşkê silav dayê û jê pirsî:

- Birakê Dîko, xêr e?

- Wey nebixêr! Ji min re nebêje Dîko, bibêje Dîklan Axa!

- Bibexşîne Dîklan Axa, tu diçî ku?

- Diçim dar û daristan, şar û şaristan… Ma tu nizanî, îşev daweta Noko û Nîskê ye! Diçim wir.

- Waa, pir xweş! Gelo ez jî dikarim bi te re bêm?

Dîklan Axa bêyî dilê xwe got:

- Ka em li dawetnameyê binêrin, ger navê te hebe, çima na!

- De ka ji xêra xwe, lê binêre?

Dîklan Axa rabû name ji bêrîka xwe derxist û xwend:

- Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê… Belê, soxî çi bikim… Were va ye navê te tê de heye! Heydê em biçin.

Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê dane dû hev û ketin ser rê… Hinekî nebuhirî, qazek derket ser rêya wan:

- Birakê Dîk, xwişka Mirîşk, we xêr e?

- Wey nebixêr! Ji min re nebêje Dîk, bibêje Dîklan Axa!

- Ji min re jî bêje Mirîşka Zerîetê! Hurmet nemeya Dîklan Axa, tu dibînî!

- Belê, li min negrin! Dîklan Axa, Mirîşka Zerîetê, gelo hûn diçin ku?

Herduyan bi kêf û bi hev re gotin:

- Em diçin dar û daristan, şar û şaristan, em diçin daweta Noko û Nîskê…

- Gidî, ev çi mizgîneke xweş! Gelo ez jî dikarim bi we re bêm? Dîklan Axa, wekî sergovend awirek da

Mirîşkê û ji Qazê re got:

- Bisekin, ka em li dawetnameyê binêrin. Ger navê te hebe, dibe!

Dîklan Axa, dîsa name ji bêrîka xwe derxist û xwend:

- Em li benda cenabê te Dîklan Axa...

Mirîşkê hema berî wî got:

- Û Mirîşka Zerîetê.

Dîklan Axa awirek da Mirîşkê û got:

- Û Qaza Delal… Ha! Te dît, va ye navê te jî heye. Belê, îca were helbet! Heydê em biçin.

3

Mêvaneke Henûn


Her sê meşîyan, bi qasî sê gavan bi rê ketibûn, dîtin ku werdekek ji miqabilî wan ve tê. Silav û gulav dane hev. Werdekê bi kubarî ji wan pirsî:

- Sergovendê me Dîklan Axa, berbû Mirîşka Zerîetê, dengzengil Qaza Delal… Ez ez im hûn diçin dawetekê?

- Belê te pê derxist Werdekê!

- Baş e, ser xêrê be Dîklan Axa, Mirîşka Zerîetê, Qaza Delal! Ka we negot, gelo daweta kê ye? Qaza Delal, bê hemdî xwe lîland û berî hemûyan û bi carekê re:

- Lîlîlîlî! Daweta Alûcîyan e!

Dîklan Axa, bi awayekî cidî ew aş kir û tevî Mirîşka Zerîetê got:

- Em diçin dar û daristan, şar û şaristan, daweta Noko û Nîskê…

Werdeka Serkanîyê jî lîland û pişt re bi guman pirsî:

- Ka we negot, ma ez jî dikarim bi we re bêm an na?

Dîklan Axa, wekî her timî got:

- Bisekin, pêşî em li dawetnameya xwe binêrin. Ger navê te hebe, dibe!

Dîklan Axa, name ji bêrîka xwe derxist û xwend:

- Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê… Belê! Va ye hûn jî bi çavê serê xwe dibînin ku navê vê keynê heye. Tu jî hatiyî vexwendin! Heydê em biçin.

4

Çûkê Bilûrvan


Her çaran dane dû hev û meşîyan. Tam bi qasî werîsekî dûr ketibûn, dîtîn wa ye çûkek li ser rêya wan e. Dema gîhaştin ba wî, Çûko rabû bi rêzdarî bi bilûra xwe şabaşîyek li wan kir:

- Tû tû tû! Şabaş ji Dîklan Axa re, şabaş ji Mirîşka Zerîetê re, şabaş ji Qaz û Werdakê re… Sitara Xwedê li ser we be!

Dîklan Axa, bi awayekî jixwerazî çû bexşîşa wî dayê:

- Tu her hebî hunermendê jêhatî!

Çûkê Bilûrvan, bi şelafî got:

- Ezîzê min, axê min, maqûlê min… Hûn diçin ku?

Dîklan Axa bi meqam bersiv da:

- Bi serê te Çûkê Bilûrvan

        Em diçin dar û daristan

        Şar û şaristan

        Daweta Alûcîyan

Çûkê Bilûrvan bi rêzdarî got:

- Madem dawet e û adet e,

        Nexwe bê mosîqa nabe.

       Gelo destûr heye ez jî bêm bi we re?

Dîklan Axa:

- Bi ya min be, belê destûra te heye, lê divê li dawetnameyê binêrim, sedî sed navê te heye.

Dîklan Axa, dîsa name ji bêrîka xwe derxist û kir ku bixwîne, çawa got em li benda cenabê te Dîklan Axa... Ên din xwe di ber wî de rakirin û navê xwe gotin.

Dîklan Axa ji Çûkê Bilûrvan re got:

- Heyran, axir tu têyî! Li bilûrê xe. Heydê em biçin.

5

Mêvanekî Xerîb

Her pêncan bi kêf û seyran û bi pênc gavên dîlanê meşîyan. Ji nişka ve dîtin va ye gurek derketiye ser rêya wan. Hemû ji tirsa sekînin. Gur bi koneyî ji wan pirsî:

- Dîko, Mirîşkê, Qazê, Werdekê, Çûko! Ka bibêjin, wiha we xêr e?

Hemûyan ji tirsa Gur nizanîbûn çi bikin, çi bersivê bidin. Piştî kêlîyekê Dîklan Axa, wekî serekê wan mecbûr ma bersivê bide wî:

- Merheba… Ser çavan Mamê Gur. Em diçin dawetê.

- Wa! Min jî digot çima hûn wiha kom bûne!

Belê, îca min fêm kir… Daweta kê ye?

Mirîşka Zerîetê ji tirsa zer bibû, bi zorê got:

- Qid.. qid! Em diçin… dar û daristan… Qaza Delal a ziravqetîyayî gotina wê dewamkir

- Weq.. weq! Şar û şaristan…

Werdeka Serkanîyê, xwest gotina wê bibe serî:

- Wîq… wîq… Kêf û seyran…

Çûkê Bilûrvan, dît ku hevalên wî nikarin ji tirsa gotina xwe biqedînin. Derket pêş, rahişt bilûrê, pif kirê û sitra:

- Tû tû tûûû…

Em diçin dar û daristan

Şar û şaristan

Diçin kêf û seyran.

Daweta Noko û Nîskê ye li Omeryan…

Gur mirûzê xwe kir û got:

- Waa, pir balkêş! Dawîya dawî Noko û Nîskê jî zewicîn ha! Divê ez jî bi we re bêm dawetê… Hemûyan, ji tirsa berê xwe dan Dîklan Axa… Dîklan Axa xwest ku tirsa xwe veşêre û

bi hurmetî got:

- Belê, ser çavan Mamê Gur, helbet! Lê ka em li dawetnameyê binêrin!

 

Gur bi hêrs qêrîya:

- Îca dawetname ji ku derket! Tiştê nedîtî! Berê, kesî li tiştên wiha nedipirsî. Çi zemanekî xerab! De bila be, ka binêre, fermo!

Dîklan Axa, bi dudilî, name ji bêrîka xwe derxist û bi kelogirî xwend:

- Em li benda cenabê te Dîklan Axa (Di ber xwe de got: Xwezî ne ez bûma) û Mirîşka Zerîetê (Ewê berê xwe guhert) û Qaza Delal (Got pepûk û bi devê xwe girt), Werdeka Serkanîyê (Go tep û ket erdê) û Çûkê Bilûrvan (Bilûra xwe veşart)… Dîklan Axa li rewşa hevalên xwe nihêrî û got:

- Nizam çi bêjim Mamê Gur… Gur çav li serê wî sor bû û got:

- Çawa yanî… Na naa! Ez vir de wê de niza- nim, îllam divê bi we re bêm dawetê!

Her pêncan ji neçarî, serê xwe li ber Gur tewandin. Dîklan Axa ji bo ku Gur zêde hêrs nebe, got:

- Belê, were helbet! Dawetname tune be jî dibe! Ma kî li nameyan dinêre! Heydê em biçin.


6

Mêvanê Xerîb Birçî Dibe

Her şeş rabûn meşîyan. Hîn şeş gav neçûbûn Gur ket pêşîya komê û ew sekinandin û got:

  • Lê ez birçî bûm!

Gur yeko yeko ew bêhn kirin. Her pêncan ji tirsa berê xwe ji Gur veguhestin. Gur xwe nêzî Dîklan Axa kir û dubare got:

  • Ez ji we re dibêm, ez birçî bûm!

Ruh di Dîklan Axa de nemabû, bi zorê got:

  • Mamê Gur, tiştekî xwarinê li ba min tune, heta dawetê bi xwe karibe, li wir xwarin pirr e!

Gur bi şûmî got:

  • Ez saxî nemirî, tu çawa ji min re dibê “bi xwe karibe!” Li halê min binêre, ez nikarim bi vî zikê birçî bêm heta dawetê!
  • Sebir bike, em tev birçî
  • Na birako na, ji we hemûyan birçîtir ..

Divê yekî ji we bixwim!

Gur, Dîklan Axa girêda û xist kîsê xwe…

Pişt re ên mayî, bi awayekî şerpeze rabûn dan pêşîya Gur û meşîyan. Hîn pênc gav neçûbûn, dîsa Gur hat, ket pêşîya wan û ew sekinandin:

  • Lê ez dîsa birçî bûm!

Hemûyan berê xwe ji Gur dan bi alîyekî. Gur çû xwe nêzî Mirîşka Zerîetê kir û gotina xwe dubare kir.

Mirîşka Zerîetê, ji tirsa bû qidqida wê:

  • Qid qid qid… Mamê qid Gur, tiştekî qid xwarinê li ba min qid tune! Gur bi zarî wê kir û got:
  • Qidqidîşkê… Çawa qid tune, ez nikarim bi zikê birçî bimînim, qidqidê! Wê demê ezê te jî qid bixwim!

Gur, Mirîşka Zerîetê jî girêda û ew jî kîsê xwe…

Pişt re mabûn çar, lê sisê jê neçar… Çar gavan neçûn, Gur wekî berê hate pêşîya wan û got:

  • Lê va ye dîsa birçî bûm! Ka ez çi bikim?

Her sêyan, berê xwe ji Gur guhert û di cîyê xwe de sar sekinîn.

Gur xwe nêzî Qaza Delal kir. Rebenê bersiv neda û bi sernermî xwe bi xwe çû kete hundirê kîsê Gur. Dema ku Gur ev rewş dît, pir şaş mabû. Vê carê bi heman awayî awirek da Wer- deka Serkanîyê… Dema Werdekê dît ku çavê Gur li ser wê ye, hema wê kêlikê ji ser hişê xwe çû. Gur rahişt wê jî xiste kîsê xwe…

Çûkê Bilûrvan, dema ku dît gur nêzî wî dibe, bi şaşwazî bang li hevalên xwe kir. Lê deng ji kesî nehat.

Gur hate ba wî û bi dostanî lepê xwe avêt ser milê wî:

  • Weyla Çûko rebeno, tu ketî xefka Hese- .. Min ev stran ji bîr kiriye, ka bi bilûra xwe meqamê wê lêxe!

Çûkê Bilûrvan, kir-nekir nikaribû pifî bilûrê bike…

  • Mamê Gur, notayên wê li ba min tune,bibexşîn, ji min nayê!

Gur hêrs bû û bi ser Çûko de qêrîya:

  • Ez saxî nemirî, tu van gotinan ji min re dibêjî… Zû pif kê; yan na, ezê te jî têxim meşka xwe!

Çûkê Bilûrvan careke din ceriband, lê dît ku nikare li bilûrê bixe. Bi kelogirî dest bi kilamekê kir:

  • W’ez reben im… Reben im! Reben…

Gur ji kilama Çûko hêrs bû. Bi carekê re xwe avête ser wî. Çûko bi lez xwe ji destê Gur xelas kir, lê dît ku bilûra wî di destê Gur de ma, bi hêrs got:

  • Guro, binêre… Were min bixwe, lê bilûra min bide, zû!
  • Haa haaa! Ez nedim tê çi bikî?
  • Nizam!... Niha tiştek nayê bîra min, lê divê rêyek hebe!
  • Baş Dilê min bi te şewitî. Ez te nexwim jî dibe Çûko!
  • Ha belê, min dît! Ezê bang li hemû sazbend û daholvanan Na naa, a baş bang li eşîra xwe ya teyr û tilûran jî bikim!

Çûkê Bilûrvan, bi hawar û gazî li ser med- yaya civakî dest bi wîtwîtê kir... Piştî gavekê, dengê dahol û zirneyê tevî yên teyr û tilûran olan da. Li esmanan balindeyên goştxwir li ser serê wan kom bûn.

Gur, dema çav li teyrên berata ket, pir tirsîya. Her ku çû, dengê dahol û teyran bilintir bû. Gur fam kir ku şerê Çûkê Bilûrvan bike, ewê jê re nebaş be û got:

  • Birêz Çûkê Hunermend, fermo bilûra te. Ji kerema xwe bes li ser min bixwîne!
7

Dengê Bilûrê

Çûko, bi lez çû bilûra xwe ji destê Gur stend. Dema rahişt bilûra xwe şabaşîyek ji bo teyrên berata lêxist. Ji piştgirîya dengê balindeyên nêzî xwe hemû tirsa xwe ji bîr kir. Vê carê bi wêrekî meqamê wîtwîta xwe guherand bi qebqebê.

Gur ji tirsa canê xwe, kîsê li pişta xwe avêt erdê û ji wir revîya… Çûkê Bilûrvan bi dû Gur de, bi dengekî jixwebawer got:

  • Gurê newêrek, nereve!

Çûko, bilûra xwe ber bi esmanan ve bilind kir û ji eşîra teyr û tilûran re got:

  • Bijî berxwedana hunermenda!

Çûkê Bilûrvan, çû devê kîs vekir û yeko yeko hevalên xwe yên reqsok jê derxistin…

Dema ku hemû ji kîsê Gur derketin, ji kêfa reqisîn û çûn spasîya Çûkê Bilûrvan kirin û ew maçî kirin.

Hemûyan, cil û bergên xwe yên qermiçandî li hev rast kirin û dest bi kêf û şahîyê kirin.

Dîklan Axa, kete serê govendê û bi dengê bi- lind, ezbere got:

  • Govenda xwe bikin yek! Ka em xweş bala xwe bidin dawetnameyê, em bibînin kî tê kî nayê! Belê va ez dixwînim, ez navê kê bibêjim bila sê gavan bi pêş, duduyan bi paş de bavêje…


Rêzdar Dîklan Axa!

Em dixwazin tu werî daweta me. Tu serê biskê û sergovendê me yî. Em bêyî te û hevalên te nikarin govenda xwe geş bikin… Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê û Çûkê Bilûrvan in. Ne kêm û ne zêde, bi hatina we hemûyan, emê pir kêfxweş bibin. Def û zirne li benda hatina we ye.

Noko û Nîskê

Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê dest bi lîlandinê kirin… Piştre tiştek hate bîra Çûkê Bilûrvan û govend sekinand û got:

  • Dîklan Axa, ka te negot dawet saet di çendan de ye?

Dîklan Axa, dîsa bala xwe da dawetnameyê û got:

  • Belê, va ye nivîsandine ku saet di heftê êvarî de dest pê dike… Haydê em biçin…

Hemû rabûn di rêya xwe de meşîyan û bi hev re gotin:

“Noko, Nîskê… Golika xalo Çû pişt malo. Ne gura xwar Ne diza bir.

Go urrr, hat malo.”

8

Kesên Lîstikê

Vebêjer/Guro

Dîklan Axa

Mirîşka Zerîetê

Qaza Delal

Werdeka Serkanîyê

Çûkê Bilûrvan


Sehne 1

Vebêjer: (Li defê dixe û tê ser sehnê) Hebû tunebû… Li welatê Xerza, hebû dîkekî şareza. Ew dîkekî çeleng û jixwerazî bû. Dema jê re digotin “Dîko”…

Dîklan Axa: (Ji nişka ve serê xwe di ber perdeyê re derdixe) Û quzilqurt! Ji min re nebêje Dîko, bibêje Dîklan Axa.

Vebêjer: Belê, eynen wiha digot… Bi destûra cenabê te be, birêz Dîklan Axa, gelo dikarim çîroka xwe vebêjim.

Dîklan Axa: Bi şertê ku tu navê camêran xera nekî, tu dikarî… (Li ser sehnê, li gorî vebêjer tevdigere)

Vebêjer: Mala te ava be, ez benî. (Berê xwe dide temaşevanan) Belê, em li ku mabûn… Dîklan Axa, her tim ji kesên li dora xwe dixwest ku hurmeta wî bigrin. Dixwest her kes qala şarezabûna wî ya dîlanê bikin û pesnê wî bidin. Belê, ew di reqs û govendê de xurt bû… Bala wî ji her kesî bêtir li ser kêf û seyranê bû. Deng û pêjna şahîyekê an govendekê ji ku bihata, hema li wir bû… Ew diçû hemû dawetan, çavê wî li sergovendîyê bû. Jê re ferq nedikir ku kîjan govend çawa tê lîstin; zû fêr dibû, loma bi hemû dîlanan jî dizanîbû… Wexta li dawetan bû, hemû derd û kulên xwe ji bîr dikir. Wî ji mirovên wekî xwe yên reqsok jî pir hez dikir û dibû hevalê wan. Di dawetan de her tim diket milê wan. Dema dibû bêhnvedan, diçû xwe li yekî reqsok digirt û jê dipirsî:

Dîklan Axa: (Nêzî Vebêjer dibe) Heyrana wan çavên te bim, ka ji min re bibêje, kêf û şahîyeke din li ku heye?

Vebêjer: Malneketo, ma çawa te nebihîstîye?

Dîklan Axa: (Bi baldarî) Min çi nebihîstiye? Zû bibêje…

Vebêjer: Filankeso bi filankesê re dizewice… Bibexşîn, Noko û Nîskê dizewicin!

Dîklan Axa: Wa! Wey mala te hezar carî ava. Baş e, ez biçim dest bi hazirîya xwe bikim. (Dike ku biçe)

Vebêjer: Bisekine, tu diçî ku? Ma tê bêyî dawetnameyê biçî! Fermo, ev jî qerta te ye Dîklan Axa. (Diklan Axa radihêje nameyê û diçe)

Bala xwe bidinê, çawa ku min dawetname dayê, bêyî xatirxwestin çû… Ew her tim wiha ye. Dema jê re qala dawetekê bikin, kes nikare wî bigire. Ji kêfa di cihê xwe de nasekine… Min carnan Dîklan axa xemgîn didît. Wê wextê min dizanîbû ku kesî jê re dawetnameyek neşandiye, loma dilgiran bûye. Wê demê ew pir li ber xwe diket û mahdê xwe tirş dikir. Di van rojan de cira wî ne xweş dibû û ji mala xwe dernediket. Her tim çavlirêya xebereke şahîyê dima… Loma min jê re xebereke xweş anî… Hûn dizanin, ew niha çû ku? Ewil wê biçe cilên xwe yên taybet ji dolabê derxe, ûtî bike. Piştre qundera xwe ya biriqandî têxe pê. Wê biçe berber, porê xwe jêke, simbêlê xwe boyax bike. Wê xwe bixemilîne û biedilîne. Na, belkî jî dema biçe malê li ber neynikê li xwe binêre û biryara xwe biguherîne… (Dîsa li defê dixe û Dîklan Axa tê ser sehnê) Xêr e Dîklan Axa, tu çima vegerîya?

Dîklan Axa: (Bi dengekî çinevin) Niç! Nizam, gelo bi vî halî ez biçim daweta Noko û Nîskê, ne eyb e?

Vebêjer: Bi ya min wiha jî dibe, lê tu şal û şapik li xwe bikî, ewê bêtir li te bê.

Dîklan Axa: Gelo ez hin perîk û baskên bedew ên biriqandî li xwe bikim, wê bibe?

Vebêjer: Kî dikare bê na! Bi ya min jî wê li te bê…

Dîklan Axa: Baş e, ezê jî wiha bikim. (Li ser sehneyê bask û perîkên xweşik bi xwe ve dike)

Vebêjer: Cil û bergên te pir xweşik in, lê dibînim wekî ne bi dilê te ye. Tu çima wiha bêkêf î?

Dîklan Axa: (Nameya xwe derdixe) Te got Noko û Nîskê, tu dawet kirine!

Vebêjer: Belê, li ser navê te hatiye. Çi bûye?

Dîklan Axa: Lê di nameyê de qala hin kesên din jî tê kirin.

Vebêjer: Qala kê dikin?

Dîklan Axa: (Bi carekê re) Ez naxwazim bi Mirîşka Zerîetê re biçim dawetê…

Vebêjer: Çima?

Dîklan Axa: Binêr heyran, ev Mirîşk, çend cara bêyî min çûbû dawetan, loma ez ji wê xeyidîme.

Vebêjer: Baş e, tu jî wê bi xwe re nebe!

Dîklan Axa: Na, ez nikarim. Eyb e ku ez bêhurmetîyê li Noko û Nîskê bikim. Li gorî dawetnameyê divê ez wê jî bi xwe re bibim.

Vebêjer: Çawa yanî?

Dîklan Axa: Dawetname çi dibêje… Fermo bixwîne… (Vebêjer nameyê jê dîstîne û dixwîne)

Rêzdar Dîklan Axa!

Em dixwazin tu werî daweta me. Tu serê biskê û sergovendê me yî. Em bêyî te û hevalên te nikarin govenda xwe geş bikin… Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê û Çûkê Bilûrvan in. Ne kêm û ne zêde, bi hatina we hemûyan, emê pir kêfxweş bibin. Def û zirne li benda hatina we ye.

Noko û Nîskê

Malnîşan: Salona Kêf û Seyranê, Taxa Zargotinê, Ser Rêya Calvino, Kolana Alûcîyan, Mêrdîn

Nîşe: Xelata zêr û zîva serbest e. Goşt û birinc û helbet tirşika dawetê ji kîsê me ye, lê kevçîyê xwe ji bîr nekin!

Vebêjer: (Bi xeyd) Ez nizanim, de bi xatirê te. Ê min bi xwe, kêfa min ji vê dawetnameyê re nehat…

Dîklan Axa: Xêr e, çima tu hêrs bûyî?

Vebêjer: Ka navê min? Ez jî dixwazim bêm dawetê.

Dîklan Axa: (Nameyê ji destê vebêjer distîne) Binêre heyran, ger ku navê te di namêyê de tune be, tu nikarî werî!

Vebêjer: Waa! Madem wiha ye, em ji hev re zanin! Ez vêya ji were nahêlim. Noko û Nîskê bêyî min nikarin daweta xwe bikin. (Bi hêrs ji sehnê derdikeve)

9

Sehne 2

(Dîklan Axa di rê de dimeşe… Piştî çend gavan li ser rêya xwe pêrgî mirîşkekê dibe.)

Mirîşka Zerîetê: Birakê Dîk, te xêr e?

Dîklan Axa: Wey ne bi xêr! Ji min re nebêje Dîk, bibêje Dîklan Axa!

Mirîşka Zerîetê: Bibexşîn Dîklan Axa, tu diçî ku?

Dîklan Axa: Diçim dar û daristan, şar û şaristan… Ma tu nizanî, îşev daweta Noko û Nîskê ye, diçim wir.

Mirîşka Zerîetê: Waa, pir xweş! Gelo ez jî dikarim bi te re bêm?

Dîklan Axa: (Bêyî dîlê xwe) Ka em li dawetnameyê binêrin, ger navê te hebe çima na!

Mirîşka Zerîetê: De ka ji kerema xwe lê binêre?

Dîklan Axa: (Dawetnameyê ji bêrîka xwe derdixe û dixwîne) Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê… Belê, soxî çi bikim… Were va ye navê te tê de heye! Heydê em biçin.

(Dîklan Axa û Mirîşka Zerîtê didin dû hev û diçin… Hinekî nabuhire, qazek derdikeve ser rêya wan…)

Qaza Delal: Birakê Dîk, xwişka Mirîşk, we xêr e?

Dîklan Axa: Wey ne b’ xêr! Ji min re nebêje Dîko, bibêje Dîklan Axa!

Mirîşka Zerîetê: Ji min re jî bêje Mirîşka Zerîetê! Hur- met nemaye Dîklan Axa, tu dibînî?

Qaza Delal: Bibexşîn Dîklan Axa, Mirîşka Zerîetê, gelo hûn diçin ku?

Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê: (Bi kêf) Em diçin dar û

daristan, şar û şaristan, em diçin daweta Noko û Nîskê…

Qaza Delal: Gidî, ev çi mizgîneke xweş! Gelo ez jî dika- rim bi we re bêm?

Dîklan Axa: (Bi giranî awirekî dide Mirîşkê û ji Qazê re) Bisekine, ka em li dawetnameyê binêrin. Ger navê te hebe, dibe! (Dîsa nameyê ji bêrîka xwe derdixe û dixwîne) Em li benda cenabê te Dîklan Axa... (Mirîşka Zerîetê xwe di navberê de radike û navê xwe dibêje) û Qaza Delal… Ha! Te dît va ye navê te jî heye. Belê, îca were helbet! Heydê em biçin.

(Her sê dimeşin. Piştî sê gavan, werdekekê li ser rêya xwe dibînin)

Werdeka Serkanîyê: (Bi hurmetî) Sergovendê me Dîklan Axa, berbû Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal… Ez ez im, hûn diçin dawetekê?

Dîklan Axa: Belê te pê derxist Werdekê!

Werdeka Serkanîyê: Baş e, ser xêrê be Dîklan Axa, Mirîşka Zerîetê, Qaza Delal! Ka we negot, gelo daweta kê ye?

Qaza Delal: (Bêhemdî xwe berî hemûyan û bi carekê re dilîlîne) Lîlîlîlî! Daweta Alûcîyan e!

Dîklan Axa: (Bi awayekî cidî wê aş dike û tevî Mirîşka Zerîetê) Em diçin dar û daristan, şar û şaristan, daweta Noko û Nîskê…

Werdeka Serkanîyê: (Ew jî dengekî dilîlîne û piştre bi gu- man dipirse) Ka we negot, ma ez jî dikarim bi we re bêm yan na?

Dîklan Axa: (Bi xwe bawer) Bisekine, pêşî em li dawet- nameya xwe binêrin. Ger navê te hebe, dibe! (Nameyê ji bêrîka xwe derdixe) Em li benda cenabê te Dîklan Axa... (Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal navê xwe dibêjin) û Werdeka Serkanîyê… Belê, va ye hûn jî bi çavê serê xwe dibînin ku navê vê keynê heye. Tu jî hatiyî vexwendin! Heydê em biçin.

10

Sehne 3

 (Her çar didin pey hev û dimeşin. Tam bi qasî werîsekî dûr diçin. Pêrgî çûkekî bilûr di dest de dibin.)

Çûkê Bilûrvan: (Bi rêzdarî, bi bilûra xwe şabaşîyekê li wan dike)

Tû tû tû!

Şabaş ji Dîklan Axa re,

Şabaş ji Mirîşka Zerîetê re,

Şabaş ji Qaz û Werdekê re…

Stara Xwedê li ser we be!

Dîklan Axa: (Bi awayekî jixwerazî diçe bexşîşê dide wî) Tu her hebî hunermendê jêhatî!

Çûkê Bilûrvan: (Bi şelafî)

Ezîzê min,

Axê min,

Maqûlê min…

Hûn diçin ku?

Dîklan Axa: (Bi meqam)

Bi serê te Çûkê Bilûrvan

Em diçin dar û daristan

Şar û şaristan

Daweta Alûcîyan

Çûkê Bilûrvan: (Bi meqam û bi rêzdarî)

Madem dawet e û adet e,

Nexwe bê mosîqa nabe.

Gelo destûr heye ez jî bêm bi we re?

Dîklan Axa: Bi ya min be, belê destûra te heye. Lê divê li dawetnameyê binêrim. Ez dibêm ji sedî sed navê te heye. (Dîsa nameyê ji bêrîka xwe derdixe) Em li benda cenabê te Dîklan Axa (Ên din xwe di ber wî re rakirin û navê xwe dibêjin.) û Çûkê Bilûrvan… Heyran, axir tu têyî! Li bilûrê xe. Heydê em biçin.

11

Sehne 4

(Her pênc bi kêf û seyran û bi pênc gavên dîlanê dimeşin. Ji nişka ve gurek xwe davêje ser rêya wan. Hemû ji tirsa disekinin…)

Gur: (Bi koneyî) Dîko, Mirîşkê, Qazê, Werdekê, Çûko! Ka bibêjin wiha we xêr e?

(Hemû ji tirsa gur nizanin çi bikin. Piştî kêlîyekê Dîklan Axa, wekî serekê wan, mecbûr dimîne ku bersivê bide)

Dîklan Axa: Merheba… Ser çavan Mamê Gur. Em diçin dawetê.

Gur: Wa! Min jî digot çima hûn wiha kom bûne! Belê, îca min fêm kir… Daweta kê ye?

Mirîşka Zerîetê: (Ji tirsa zer bûye, bi zorê deng jê derdikeve)

Qid.. qid! Em diçin… dar û daristan…

Qaza Delal: (Ew jî ziravqetîyayî dewam dike) Weq.. weq! Şar û şaristan…

Werdeka Serkanîyê: (Dor tê wê, bi tirs) Wîq… wîq… Kêf û seyran…

Çûkê Bilûrvan: (Du gavan bi pêş de derdikeve, bi wêrekî radihêje bilûra xwe û lêdixe)

Tû tû tû…

Em diçin dar û daristan,

Şar û şaristan,

Diçin kêf û seyran,

Daweta Noko û Nîskê ye li Omeryan…

Gur: Waa! Pir balkêş! Dawîya dawî Noko û Nîskê jî zewicîn ha! Divê ez jî bi were bêm dawetê… (Hemû bi bê dengî berê xwe didin Dîklan Axa…)

Dîklan Axa: (Dixwaze tirsa xwe veşêre. Ji Gur re bi hur­ metî) Belê, ser çavan Mamê Gur, helbet! Lê ka em li dawetnameyê binêrin!

Gur: (Bi hêrs) Îca dawetname ji ku derket? Tiştê nedîtî! Berê kesî li tiştên wiha nedipirsî. Çi zemanekî xerab! De bila be, ka binêre, fermo!

Dîklan Axa: (Bi dûdilî nameyê ji bêrîka xwe derdixe û bi kelogirî dixwîne) Em li benda cenabê te Dîklan Axa (Di ber xwe de dibêje: Xwezî ne ez bûma) û Mirîşka Zerîetê (Berê xwe diguherîne) û Qaza Delal (Dibêje pepûk û bi devê xwe digre), Werdeka Serkanîyê (Ji tirsa dikeve erdê) û Çûkê Bilûrvan (Bilûra xwe vedişêre)…

Dîklan Axa: (Li rewşa hevalên xwe dinêre) Nizam çi bêjim Mamê Gur…

Gur: (Diqehire) Çawa yanî… Na naa! Ez vir de wê de nizanim, îllam divê bi were bêm dawetê!

(Her pênc ji neçarî serê xwe li ber Gur ditewînin.)

Dîklan Axa: (Ji bo ku Gur hêrs nebe) Belê, were helbet! Dawetname tune be jî dibe! Ma kî li nameyan dinêre! Heydê em biçin.

(Her pênc didin pêşîya Gur û dimeşin. Di gava şeşan de, Gur tê dikeve pêşîya komê û wan disekinîne)

Gur: Ka rawestin! Ez birçû bûm?

(Gur yeko yeko tê hemûyan bêhn dike. Her pênc ji tirsa berê xwe ji gur diguherînin. Gur tê xwe nêzî Dîklan Axa dike û pirsa xwe dubare dike.)

Gur: Ez ji we re dibêjim, ez birçî bûm.

Dîklan Axa: (Pir tirsîyaye, bi zorê diaxive) Mamê Gur, tiştekî xwarinê li ba min tune, heta dawetê bi xwe karibe, li wir xwarin pir e!

Gur: (Bi şûmî) Ez saxî nemirî, tu çawa ji min re dibê bi xwe karibe! Li halê min binêre, ez nikarim bi vî zikê birçî bêm heta dawetê!

Dîklan Axa: Sebir bike, em tev birçî ne.

Gur: Na birako na, ji we hemûyan birçîtir im… Divê yekî ji we bixwim! (Êrîşî Dîklan Axa dike, wî girê dide û dixe tora xwe. Dîklan Axa di hundirê torê de li dû Gur dimeşe…)

(Pişt re, çar­neçar bi awayekî sernerm û şerpeze didin pêşîya Gur û dimeşin. Pênc gavan diçin, dîsa Gur dikeve pêşîya wan.)

Gur: Lê ez dîsa birçî bûm? (Hemû berê xwe ji Gur didin bi alîyekî din ve. Gur diçe xwe nêzî Mirîşka Zerîetê dike û gotina xwe dubare dike.)

Mirîşka Zerîetê: (Ji tirsa zer bûye) Qid qid qid… Mamê qid Gur, tiştekî qid xwarinê li ba min qid tune!

Gur: (Bi zarê wê dike) Qidqidîşkê… Çawa qid tune, ez nikarim bi zikê birçî bimînim, qidqidê! Wê demê ezê te jî qid bixwim! (Êrîşî Mirîşka Zerîetê jî dike. Wê jî girê dide û dixe hundirê tora xwe…)

12

Sehne 5

(Hemû bi sê gavan li pêşîya Gur dimeşin. Gur wekî berê dîsa wan disekinîne)

Gur: Lê va ye dîsa birçî bûm! Ka ez çi bikim?

(Her sê, berê xwe ji Gur diguherînin û di cihê xwe de sar disekinin. Gur tê xwe nêzî Qaza Delal dike. Qaz, bêyî ku bersivê bide, diçe bi sernermî dikeve tora Gur. Gur ji vê rewşê şaş dibe. Bi heman awayî awirekê dide Werdeka Serkanîyê… Dema ku Werdek dibîne çavê Gur li ser wê ye, hema wê kêlikê ji ser hişê xwe diçe. Gur radihêje wê jî dixe tora xwe… Çûkê Bilûrvan, nema dizane çi bike. Gur tê ba wî û bi dostanî lepê xwe davêje milê wî.)

Gur: Weyla Çûko rebeno, tu ketî xefka Heseno… Min ev stran ji bîr kiriye, ka bi bilûra xwe meqamê wê lêxe!

Çûkê Bilûrvan: (Dike­nake nikare pifî bilûrê bike) Mamê

Gur, notayên wê li ba min tuneye. Bibexşîn, ji min nayê!

Gur: (Hêrs dibe û bi ser Çûko de diqîre) Ez saxî nemirî tu van gotinan ji min re dibê… Zû pifkê, yan na ezê te jî têxim tora xwe!

Çûkê Bilûrvan: (Careke din diceribîne, lê nikare li bilûrê bixe. Bi kelogirî straneke bidilşewat dibêje) We’z reben im… Reben im! Reben…

Gur: Min ji te sitraneke dawetê xwest, tu ji min re dengbêjîyê dikî! Ez pir qeherîm. (Radihêje defê û dide Çûkê Bilûrvan) Ka wê bilûrê bigire û li vê defê bixe, zû!

(Çûko, nizane çi bike ji daholê. Gur, bi hêrs xwe davêje ser wî. Çûko, bi lez xwe ji nav lepê wî xelas dike, lê bilûra wî dikeve destê Gur)

Çûkê Bilûrvan: (Bi hêrs) Guro, binêre… Were min bixwe, lê bilûra min bide, zû!

Gur: Haa haaa! Ez nedim tê çi bikî?

Çûkê Bilûrvan: Nizam!... Niha tiştek nayê bîra min, lê divê rêyek hebe!

Gur: Baş e. Dilê min bi te şewitî. Ez te nexwim jî dibe Çûko!

Çûkê Bilûrvan: Ha, belê min dît! Ezê bang li hemû sazbend û daholvanan bikim. Na naa, ya baş ez bang li eşîra xwe ya Teyr û Tilûran jî bikim!

(Çûkê Bilûrvan, diçe ber bi daholê ve û bi hawar û gazî li ser medyaya civakî dest bi wîtewîtê dike. Piştî dengê dahola wî, dengê zirneyê jî tevlê dibe. Dengên teyr û tilûra li ser serê wan olan dide. Gur her ku diçe dixwaze dev ji şerê Çûkê Bilûrvan berde.)

Gur: Birêz Çûkê Hunermend, fermo bilûra te û ka dahola min bide min. Ji kerema xwe bes li ser min bixwîne!

(Çûko bi lez diçe bilûra xwe ji destê Gur distîne. Bi bilûra xwe şabaşîyê dide teyrên li esman. Ji piştgirîya dengê balindeyan hemû tirsa xwe ji bîr dike. Gur xwe nêzî daholê dike, lê Çûko nahêle. Bi meqam wîtewîta xwe didomîne. Gur ji tirsa, tora xwe li dû xwe dihêle û ji wir direve.)

Çûkê Bilûrvan: Gurê newêrek, nereve! (Bilûra xwe ber bi esmana ve bilind dike û bi dengê bilind) Bijî berxwedana hunermenda!

13

Sehne 6

(Çûkê Bilûrvan, diçe devê torê vedike û yeko yeko hevalên xwe yên reqsok jê derdixîne… Hemû, gava ku ji tora Gur derdikevin, ji kêfa direqisin û diçin Çûkê Bilûrvan hembêz dikin. Piştre li ber muzîka Çûkê Bilûrvan dest bi dîlanê dikin)

Dîklan Axa: (Dikeve serê govendê û bi dengekî bilind) Govenda xwe bikin yek! (Ji serê govendê derdikeve û nameya xwe ji bêrîka xwe derdixe) Ka em xweş bala xwe bidin dawetnameyê, em bibînin kî tê kî nayê! Belê va ez dixwînim, ez navê kê bibêjim bila sê gavan bi pêş, duduyan bi paş de bavêje…

Rêzdar Dîklan Axa,

Em dixwazin tu werî daweta me. Tu serê biskê û sergovendê me yî. Em bêyî te û hevalên te nikarin govenda xwe geş bikin… Em li benda cenabê te Dîklan Axa û Mirîşka Zerîetê û Qaza Delal û Werdeka Serkanîyê û Çûkê Bilûrvan in. Ne kêm ne zêde, bi hatina we hemûyan, emê pir kêfxweş bibin. Def û zirne li benda hatina we ye.

Noko û Nîskê

Çûkê Bilûrvan: (Dev ji bilûrê diqere) Dîklan Axa, ka te negot dawet saet di çendan de ye?

Dîklan Axa: (Dîsa bala xwe dide dawetnameyê) Belê, va ye nivîsandine ku saet di heftê êvarî de dest pê dike… Haydê em biçin…

(Hemû bi kêf û dîlanê diçin nav temaşevanan û bi hev re ji zarokan re dibêjin)

“Noko, Nîskê…

Golika xalo

Çû pişt malo.

Ne gura xwar

Ne diza bir

Go urrr hat malo.”