Kulîlk Dîwana Zarok û Ciwanan

* Deng * *
1

PISÎKA WANÊ

Hate guhê min dengê new newê

Pisîka min bû, rabû ji xewê


Pisîka min e, delala min e

Her roj êvaran, li mala min e


Dema hat demê vê zivistanê

Wekî xwendibe li dibistanê


Tê û dikeve bin lihêfa min

Hingî nermik e pir tê kêfa min


Xwe dirêj dike li ser doşeka min

Serî datîne ber kêleka min


Mîna hevrîşm şepal û nerm e

Rind û delal û nazik germ e


Tu car devê xwe nade tiştên pîs

Lê pir dilîze bi gilokên rîs


Gelek paqij û delal û pak e

Tişta ne rind be tu carî nake


Pisîka min bi rêz û edeb e

Xema wê jî ne goşt û kezeb e


Dixwaze bijî her demê salê

Tim bibe rewş û delala malê


Pisîka min e bi nav û şan e

Cîhan malbata wê baş dizane


Dîroka wê pir bi nav û deng e

Çavê pisîka min jî du reng e


Rengek zerîn e yek şînê zelal

Çiqas li hev tên ew çavên delal


Bo wê tê gotin pisîka Wanê

Pisîka min e ya Kurdistanê

2

HECÎLOK

Çûkê çûk, çûk hecîlokê

Gewrikê reng heşînokê

Çiqas xweşkok û delal e

Danî ser şaxê bihokê


Hecîlokê dûv meqesê

Fir dide kes pê nahesê

Hêlînoka xwe çêkirye

Li bin banê mala Besê


Hecîlok ferxika salê

Xweşik û rind û delalê

Hêlînoka xwe çêkirye

Bin eywana derê malê


Hecîloka nava gundê

Xweşik û delal û rindê

Pirtikek ya teyrê tawis

Aniye ji hêla Hindê


Hecîlokê sîng bi xalê

Fir da ket hundirê malê

Pirtikek ya teyrê tawis

Wê anîbû ji Şengalê


Hecîlokê nikil kinê

Digere li dora dinê

Dûvikê wê du çelak e

Wek nîşana serkeftinê


Hecîlok hat û bihurî

Gerden bi mircan û morî

Hêlîn çêkir li Amedê

Li ser serê birca jorî

3

ÇÛKÊ

Çûkê danî ser darê

Xwariye genmê kewarê

Çûka min çil ziman e

Bûye xemla biharê


Perrê çûkê belek in

Sor û zer û xelek in

Yên ji çûkan hez dikin

Ji zarokan gelek in


Çûka min hat ji welat

Da min mizgîn û xelat

Got min dilgeş û şa be

Nêzîk e roja felat


Çûka min bilbilê min

Danî li ser milê min

Got: Sebra min bi te tê

Tu delala dilê min


4

MIŞKO

Mişko mişko apê Mişk

Dûv rûtikê ser bi rişk

Kengê pisîk neyê mal

Ew tê diziya nanê hişk


Hate çaxê biharê

Mişko kete kewarê

Me kir nekir derneket

Gundî hatin hewarê


Pisîka spî û zer

Nade mişko tu mefer

Ji tirsa pisîka min

Ew ji kunê nayê der


Xwerê mişko garis e

Garisê apê His e

Pisîk ku ne li mal be

Ji keyfan direqise

5

ROVIYÊ BIRÇÎ

Roj çû ava û bû şev

Rovî hat bi bez û rev

Ji derdê birçîbûnê

Zikê wî gihaye hev


Rovî kete newalan

Xwe gihande nav malan

Tiştek nebû bixwe ji,

Bilî çermê şekalan


Rovî derkete gazê

Ji birçîna ranazê

Dike watên ji derdê

Goştê mirîşk û qazê


Rovî zik da ber îşkan

Ket kolan û enîşkan

Tiştek nedît ku bixwe

Ket kozika mirîşkan


Mirîşkan kir pirre pirr

Mirîşkek jê girt û bir

Ji nava gund zû derxist

Bir êxist qula kevir


Rovî mirîşka xwe xwar

Derkete serê diyar

Got: sed xwezî bi îşev

Lê ne xwezî b`sala par

6

KÎVROŞK

Kîvroşk kişt û reviya

Berê xwe da zeviya..

Du tajiyan berdayê

Ket nav dar û deviya..


Kîvroşkê got: Wey dilo

Birîndaro bi kulo

Ji tirsa van tajiyan

Ket binê qirş û çilo


Ew tajiyên dîn û har

Lê geriyan bê hedar

Gotin kîvroşk rizgar bû

Me ew negirt û nexwar


Kîvroşka rind û sava

Tirs ketibû hinava

Got : Vê carê rizgar bûm

Xwedawo malî ava.

7

FîLO

Fîl e kepî dirêj e

Gavan giran davêje

Lê dema hêrs dikeve

Ew har û dîn û gêj e


Fîlo dostê zarokan

Ket herriyê ta çokan

Gelekî aciz e ji

Zelqa çûk û kevokan


Fîl lawirek pir girs e

Mînanî lat û kurs e

Lê ji teyr û tilûran

Ew gelekî ditirse


Fîl ket nav bexçê gulan

Çûkan ji her çar milan

Wan jî hema çavên wî

Didane ber nikilan

8

PAYÎZ E

Dilê min jar û zîz e

Bayê nûjen dilîze

Zer bûne pelgên daran

Li me êdî payîz e


Dil mest û evîndar e

Payîz melûl û jar e

Ji şax û belgên daran

Pelxezêm têne xwar e


Payîza zêrîn û zer

Dir û yakût û gewher

Çiqas rind û delal e

Rengê xwe daye her der


Roj dide ser zinaran

Şax û pelgên çinaran

Bi zêr in û pembe ne

Xemla devî û daran


Payîzan zozan sar in

Pir bilind û bêdar in

Koçer ved’gerin deştê

Ew xwedî koz û war in


Quling tên bi ref bi ref

Tev rêz dibin li pey hev

Payîzan ber bi deştê

Dizîvirin hemî tev.

9

HIRÇ

Daran kire qirçe qirç

Me dît tiştek girs û pirç

Em gelekî tirsiyan

Me hew dît ku eva hirç


Hirçek mezin wekî girş

Ketiye nav qal û qirş

Zikê wê gelek dêşe

Hingî xwariye sêvên tirş


Hirça giran û xewar

Zik mezin e wek kewar

Gelekî jê ditirsin

Mirov û pez û dewar


Hirç wekî mirovan in

Carnan jî wek hovan in

Carnan jî xweş heval û

Dilpak û dilovan in


Lepê hirça mê û nêr

Tûj in wek duzan û kêr

Lê hirç pir bi aqil e

Gelek tiştan dibe fêr


Werin Zarokên delal

Em herin Cem hirçê kal

Emê bi hev û din re

Bibin hogir û heval

10

KER

Kerê me yê pişt gurî

Barê wî dar û strî

Derket li pêşberî gund

Heta karî û zirî


Kerê me gewr û reş e

Nîvê eniya wî beş e

Ger zixtika nediyê

Ew gavekê nameşe


Kerê me yê pir bêar

Mabû bê piştî û bar

Ji hêrsan re şevekê

Kurtanê xwe hemî xwar


Kerê me guh dirêj e

Gelek nezan û gêj e

Dema zixtan lê didî

Zîtikan xweş diavêje


Pişta kerê me kul e

Temenê wî jî çil e

Kula wî her kerbeş e

Ne beybûn û sorgul e

11

GUR Û ŞIVAN

Hat êvara Newrozê

Şivan pez berda kozê

Şivan xortek ciwan e

Dildarê gewrebozê


Gurê heşîn û gevez

Xwe berda hat pir bi lez

Şevek reş û tarî bû

Gur xwe berda nava pez


Kûçikan kir hewte hew

Gur girt beranê qelew

Şivan jî razayî bû

Zûka şiyar bû ji xew


Şivan bi peyman û soz

Tiving berda gurê boz

Gur li hevdu gindirî

Lingê wî mane quloz


Şivan bezî ser bi qot

Gazî kir û wiha got

Got ez lawê Bohtî me

Ez im bavê melkemot


Pezê wî têr xwar nefel

Şivan pez bir da mexel

Ji gurê boz hilanî

Heyfa wî beranê kel1

12

QAZÊ

Lê qazê nikil sorê

Fir da û hat ji jorê

Ferxikên wê yî xweşik

Hemî kombûn li dorê


Qaz qaza gerden bilind

Spî û pir paqij û rind

Ferxik hemî li pey wê

Çûn bêndera binê gund


Bêndera ceh û kayê

Bênder didane bayê

Ji ber toz û dumanê

Qaz çû ber devê çayê


Qaza mala Bengîn e

Xwediyê qesra rengîn e

Ji ûrê xwe hes dike

Yekî têr û zengîn e


Bengîn zerik û çûr e

Gelekî qut û hûr e

Kula wî her xwarine

Pif daye zik û ûr e

13

KEVOK

Ji zozanê Fereşîn

Hat kevoka per heşîn

Ji bo dilê min şa ke

Baskê xwe kir baweşîn


Kevoka rindik û naz

Fir da hat û bi perwaz

Ew nîşan û sembol e

Ji bo kesê aştîxwaz


Weyla jarê kevokê

Lêkir berf û teyrokê

Ji zozanan fir da hat

Çû bajarê Dihokê


Kevok ku hat ji banî

Şitla zeytûnê anî

Bû mizgîna aştiyê

Li ser banê me danî

14

BERAZO

Berazên gewr û gevoz

Hin spî ne hin jî boz

Ew mînanî mişkan in

Ser û guh û dev û poz


Berazê birçî û jar

Zikê wî lê bûye bar

Ew tenê kare bixwe

Du sîtil tijî girar


Heçî ku ev beraz e

Çi bixwe hêj dixwaze

Beraz timî çav hîz e

Tu car ne serfiraz e


Beraz hatin ji çolan

Ketin baxê kartolan

Pê şirneyên pozên xwe

Hemî der tevde kolan


Heçî berazên nêr in

Şirnên wan wekî kêr in

Berazên ne kedî bin

Tim li çolan diçêrin


Beraz xurt û bi hêz in

Lê bê şerm û bê rêz in

Di nava rêxa xwe de

Herdem xwe digevêzin

15

XEZALÊ

Weyla xezala minê

Weyla delala minê

Li nav mêrg û çîmenan

Sebr û hevala minê


Xezal ket deşt û bêlan

Dûr e ji gund û êlan

Ketin pê xezala min

Siwarên hesp û kihêlan


Xezal ji ber wan revî

Borandin mêrg û zevî

Her qevzek xezala min

Dida pişt xwe çend devî


Sernêçîrvan ne nas e

Ser qotik û pêxwas e

Ketiye pey xezalê

Bê derpî û kiras e


Xezalê enîçalê

Derket ser serê palê

Nêçîrvan negihanê

Hemî man li newalê


Xezala min çeleng e

Zer belek û bi reng e

Çavên wê pir delal in

Li ser wê şer û ceng e

16

BIZINÊ

Hat keriyê bizinan

Ket mêrg û terazinan

Bêrivan tên bêriyê

Bû xir xira bazinan


Bizina korik û jar

Nanê şivên hemî xwar

Şivên kopal tê werkir

Bizinê kir qare qar


Bizinên me şîrdiz in

Xwarine ka û kizin

Sê tişt gelek ser êş in

Mirîşk û mêş û bizin


Bizina guh loş û qîr

Xwar genimê mala mîr

Emê wê serjê bikin

Sitewr bûye nade şîr


Bizin hemis û hoş in

Hin kever û guhloş in

Rêwiştê wan ne xweş e

Gava ku wan didoşin.

17

TÎMSAH

Li rexê gola avê

Tîmsah xwe daye tavê

Di nava herriyê de

Nake liv û bizavê


Tîmsah gelek dirûş e

Ketiye nava pûş e

Mirov pir jê ditirsin

Hişk û reş û girnûş e


Ev heywanê dirinde

Gelek xeter û tund e

Li ser piştê datînin

Pir teyrik û firinde


Tîmsah gelek neyar e

Çar ling e pir xedar e

Çi bikeve devê wî

Ew dike tar û mar e


Dijî li gol û avan

Lê xwe dide peravan

Dema ku tiştkî dixwe

Rondik têne ji çavan


Tîmsah gelek xwînrêj in

Xwe rast û çep davêjin

Li cihin Kurdistanê

Beblûbeyan dibêjin

18

MÊŞA HINGIVÎN

Mêşan kire tive tiv

Hatin bi tevger û liv

Bi hezaran civiyan

Li dora şana hingiv


Mêşa hingiv pîroz e

Xet xetîk û gevoz e

Hingivê wê derman e

Şêrîn e wek lîloz e


Ne li gund û bajaran

Ne li çol û beyaran

Hingivê ku esîl be

Xirab nabe tu caran


Mêşa hingiv firiya

Hat ji zozan û çiya

Hingivîn çêdike ji

Kulilkên dar û giya


Xêr hat meha Adarê

Mêş derket ji kewarê

Danî li ser kulîlkan

Kulîlkên nû biharê


Sibeh bû mêş tevizî

Hemo hat û qelizî

Destê xwe kir kewarê

Şanek hingiv jê dizî


Mîrê mêşan rabû got:

Bibin wek ar û bizot

Êrîş bidin ser serê

Hemê tazî û serqot


Mêş derketin ku bû tav

Hemo kete bin kulav

Hingî mêşan pê veda

Werimandin ser û çav


Mêş bûne wek kulîbeşk

Ji serî hetanî teşk

Laşê Hemo tevahî

Werimî bû pelemeşk


Mêşên hingiv pir jîr in

Bi dîwan û tevdîr in

Yekîtiya wan xurt e

Xwedî paşa û mîr in