ar girtiye qurm
û li dorê dileyize
çi kiribû
çi bû gunehê dara berû?
bi min re wê jî ser nexwestibû
bi min re zarokan, bi min re kulîlkê
û wê qîza xama…
ku, li dû min stûxwar ma
û bendî…

rondik herikîbin ser herikand
û xwîn pijiqand pelê kulîlkê
ma bayê kur rûxand hêlîna tivîlkê,
hij ma li milkê, ramûsan li milkê?

xwezî, lewitîn di kirêtiyê de
û ser dizî j ime xewnên mîrekî
li herêmekê em ji gundekî
dijmin jî bûna malê me pev dima
neyariya me nedigiha qewmekî
kengî bûya lev dihatin
em eydekê, erefatekê…

bi ya helbestê min kir
û min guh da bilûra sivên:
hij min aland li destmalek bi vên
û ramûsan min rakirin geliyekî…

ramûsan min vesartin li geliyekî
ew gelî yan ê elî, yan jî li cûdî
bi têhn dimînin li wirbi hij dimînin ramûsanên min
ser betal bibin, çek rawestin
ji çiyan serker dadikevin
ezê di nav wan de bim
ileh ileh, tu bê pergî min
da te himbêz bikim ji dêvla çiyê…

ser de ye mîna min niha helbest
kengî parzinîn biwêj ji xwînê
ji êsê rêz, ji sînê çarîn
helbesta min hingî bixwîn
evîn jê binizile…