Çi tistek ecêb e ne wisa? Lê ewqas sas nebin, hêj ya mezin maye! Li gor lêkolînan galaksî jî ji hev dûr dikevin. Yanî Kadiza me jî di gerdûnê de ber bi alîyekî ve diçe. Dema em ji rojbendê derdikevin û li galaksîya xwe dinêrin mezinahîyeke bêhempa derdikeve holê ku ji alîyekî Kadizê heta alîyê din 150 hezar saletîrêj in û roja me jî ji navenda Kadizê 25 hezar saletîrêjan dûr e.

Li gor zanyarîyan çêbûna gerdûnê bi Teqîna Mezin(Big Bang) dest pê kiriye û emrê gerdûnê jî dora 14 milyar salan e. Dîsa li gor lêkolînan pistî teqîna mezin heta niha gerdûn her ku diçe fireh dibe. Di sedsala bîstan de Edwin Hubble, tesbît kir ku galaksî ji hev dûr dikevin û gerdûn fireh dibe. Lê ev nayê wê wateyê ku her tist ji hev dûr dikeve. Wek mînak em bêjin di rojbenda me de her tist di bin bandora rakêsa (kütleçekim) rojê de ye û ji wê dûr nakevin. Roj û hemû stêrkên din jî di bin rakêsa galaksîyê de ne û galaksîyên nêzî hev jî di bin bandora hev de dimînin û weke kom tevdigerin lewma ev jî ji hev dûr nakevin, lê belê komên galaksîyan ên cuda ji hev dûr dikevin û firehbûna gerdûnê jî li vir dest pê dike.

Di gerdûnê de bi gistî em li Gakaksîya Kadizê(samanyolu) ne û di vê galaksîyê de li Rojbend anku Sîstema Rojê, di gerestêrka (gezegen) Dinyayê de dijîn. Rojbend, navê xwe ji rojê digire û 8 gerestêrk di vê sîstemê de li dora rojê digerin. Gerstêrka herî nêzî Rojê, Zawe (Merkûr) ye û pistî wê Gelawêj/Venûs, Dinya, Merîx/Mars, Berçîs/Jupiter, Astan/Satûrn, Ûranûs û Neptûn hene. Li dora van gerestêrkan bi qasî tê zanîn 166 peyk(uydu) hene. Peyka dinyayê ya yekane û xwezayî Hîv/Heyîv e. Hîv, hem li dora xwe û hem li dora dinyayê dizîvire û her du zivirînan jî di 27,3 rojan de temam dike, lewma em her dem rûyekî hîvê dibînin.