Li Ber Deriyê Bajêr

bi şev rawestîm li ber deriyê bajêr

tenê, tazî û çile

berf dibariya li ser rûyê wê,

êş û xemgînî

li milê min ê çepê mêrxasiya min

li ya rastê kovanî

min şerm dikir bigirîm ji tirsê û sermayê

ne ji dengê wê bilûra qedîm bûya dê biqerisiyam

gur nekira agirê dilê min teqez dê bimiriyam


bi şev rawestîm li ber deriyê bajêr,

lê hiş li min xwekuştin, çile

li stasyonan keriyên mêrûyên bi qirqal

li xanên kevnare bedenên westiyayî

bi stêrkên li ser çiyayî rûniştî re selmaxê dikir bayî

û her dişaran hestên di hundirê min de razayî

dê teqez bimiriyam, ne tîna çavên te bûya


bi şev rawestîm li ber deriyê bajêr

xizan, aşiq û çile

her diqeherîm ji wê birca nobedar lê dibişirin

bi rewşeke ji hiş çûyî

li wir diteyisî işq

wek ezîza min a li dûr

ku min hîs nekira tîna dilê wê yê di xewneke gulgulî de

hêlma wê negeriya li ser dilê min teqez dê bimiriyam


bi şev rawestîm li ber deriyê bajêr

çavên min şil, çile

dengên nehs yê firiştiyan

nifirên tavnedîtî, bêhna meşrûbê

serxweşan, laşfiroşan, pêxwas û rêbiran silav dida min

û şev wek tîra ji kevanê felitî dibihurî di canê min de

bajarî wek vereşanê ez davêtim nehêniyên xwe

û her kûrtir bin ax dibûm ji dêvla bimirim


çile bû, berf dibariya

tazî, aşiq û xizan bûm

wek gundiyekî wehş rawestîbûm li ber deriyê bajêr

hêlek min birca belek li bircên wê tîr direqisîn

hêlek min medresa sor bêdengiya biefsûn

pencereya vedibe işqê

û ez ew zarokê çiyayî yê dişibiya hespekî rehwan

teqez dê bimiriyam

min xwe negirta li keziyên te yên bajêr pê şa dibû.