AXAO

Lo Axao Axao Axao...

lo lo maqûlo sibe bû li dîharê Cemalvêrdî  diketim bavêj e

tu bala xwe bidê helehelê lawê bava

qîrçînê çapiliyan û martêlya

tivinga destê Seyîdxan  malê Romê ye

barûda xwe dirêje, gulê xwe xweş davêje

herçî dîwana egîtê mala bavê mi tê da rûniştî be

bira kes rûmenê methê mêranya xwe nede, xeberê kin û dirêj mebêje

rabe, 

herçî dîwana egîtê mala bavê mi rebenê tê da runiştî be

bira kes rûmenê methê mêranya xwe nede

xeberê kin û dirêj mebêje wê

Teyfûq  bi sê denga bang dikirî go Seyîdxan mala te xira be

helhele ez heme, Bavê Salih berxê Mala Ûsivê Seydo

peyayê xerîb, mêrê mêrxas, kewê ribat, ne ez birayê te me

mi bi telaqê jinberdanê sond xwarî

li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê

gelo vê sibengê gere îro li Cemalvêrdî mêra bikujim

fenanî miya ku berxa xwe wenda ke, dê weledê milê xwe bavêje


helan danê, helan danê, egîtê mala bavê mi nemayê helan danê

ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê bi navê Quranê

berxê mala bavê min bîna barûdê hildanê

sond xwarine bi telaqê jinberdanê

heya mêra nekujin bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê

 

Lo axao axao axao axao... 

lo lo maqûlo sibe bû li dîharê Cemalvêrdî diketim darî ter e

sibe ye Seyîdxan derketî banê qesrê

bi sê denga bang dikirî Sidîqê Hecî Mistefa Begê

di bextê gora bavê te ketime

pêşiya firarê me berde

gidî fîrar gune ne bira derbas be here

hey malmîrat!

çima tu nizanî çend salê me temam bû hukumeta Cumhûriyetê

li sirgûnkirina çolix û çocix û birîna serê me digere

Sidîqê Hecî Mistefa Begê  digo wele nabî bîle nabî

mi bi serê Şêx Badînê erdê Dignûgê  sond xwarî tu car nabî

heya li dunyayê sax û silamet bim

fîrarê Seyîdan û Beraza nayê bi silametî bi ser mi ra derbas nabî

rabe,

Teyfûq bi sê denga bang dikirî go Seyîdxan mala te xira be

helhel e ez heme Bavê Salih berxê Mala Ûsivê Seydo

peyayê xerîb, mêrê merxas, kewê ribat, ne ez birayê te me

mi bi telaqê jinberdanê sond xwarî

li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê

gere îro li Cemalvêrdî mêra bikujim

ez ji te ra sond bixwim

fenanî miya ku berxa xwe wenda ke, gidî dê weledê milê xwe bigere

hey malmîrat! ji şerefa mala me ra eyb e

li ber xelkê tu negere

tu nizanî peyayê bikeve qarşî kozika birayê te bi tenê

ez ji te ra sond bixwim bi telaqê jinberdanê

bi saxî û bi silametî bi ser çolix û çocixê xwe da venagere


helan danê, helan danê

egîtê mala bavê mi nemayê helan danê

ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê bi navê Quranê

berxê mala bavê mi gulîbirê bîna barûdê hildanê

sond xwarine bi telaqê jinberdanê heya mêra nekujin

bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê

 

Lo axao axao axao …

lo lo maqûlo sibe bû li dîharê Cemalvêrdî diketim çem û kanî

sibe ye Mûsa Beg  derketî banê qesrê

bi sê denga bang dikirî Sidîqê Hecî Mistefa Begê

di bextê gora bavê te ketime

serê xwe ji xewa şêrîn bilind ke

hela bala xwe bidê helhelê lawê bava

qîrçînyê çapêlyan û martêlya

fîrarê Seyidan û Beraza bi limêja sibê ra gund hilanî

ca agirê kulê bikeve mala xelkê Intabê 

ser serê egîtê mala bavê mi nemayê ji êvar da agir dada kirin kafiristanî

rabe

Teyfûq bi sê denga bang dikirî digo Seyîdxan mala te xira be

helhel e ez heme Bavê Salih berxê Mala Ûsivê Seydo

peyayê xerîb mêrê mêrxas, kewê ribat, ne ez birayê te me

mi bi telaqê jinberdanê sond dixwarî

li devê Mûradê fîşeng avêtî devê çapilyê

gere îro li Cemalvêrdî Sidîqê Hecî Mistefa Begê, Mûsa Begê

tevê Mamê Begê komê xulama bikujim

li qarşî çolix û çocixê wan, çek û sîlehê wan ji desta bistînim bi mêranî

xelk bizanibi lawê bava hebû

li piştî xirabiya xelkê

ji bîr nekir heyfa xwe hilanî


helan danê helan danê

egîtê mala bavê mi nemayê helan danê

ez ji te ra sond bixwim bi sonda qesemê bi navê Quranê

berxê mala bavê mi gulîbirê bi dil û cîgerê xwe guven in

sond xwarine bi telaqê jinberdanê heya mêra nekujin

bi silametî ranabin ji erasa vê meydanê.