Qîza qereçî nabe xatûn...


Li vê dinê birrek însan hene ku her çiqas qad û asta wan ya civakî bê 
guherîn jî, nikarin xwe biguherînin û li gor rewşa xwe ya nû tev bigerin.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya keçeke qereçî ku yekî maqûl (zadegan) dilê xwe dabû wê:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mirovekî maqûl û dewlemend dilê xwe kiribû 

keçeke qereçî. Wî û malbata wî gelek li ber hev dan, lê mirov bi 

dilê xwe nekaribû. Di dawiya dawîn de rabû, bav û dayika xwe rê 

kir mala keça qereçî û ew da xwestin. Ku li gor tore û kevneşopiyan hemû edet anîn cih şûnde, keçik anî kir xatûna koşkê. Herdu 

gelek bi hev dilgeş bûn. Lê keçikê nedikarî ku dest ji hînbûniyên 

xwe yên berê berde.

Piştî ku mêrê wê ji mal derdiket, ew jî radibû, her teqeyeke (şibaqe) xanî parçeyek nan dikirê, tûrê parsekiyê bi milê xwe dixist, 

dema ku diçû ber şibaqeyekê digot:

-Malê! Min bi rê ke.

Gelek dem wisa berdewam kir. Rojekê mêrê wê dît ku di 

teqeyên jûra nivînan de cih bi cih nanê hişk heye. Nekaribû tu wateyê bidê, di dilê xwe de fikirî. Biryar da ku li jina xwe çavdêriyê 

bike. Bû roja din, zadegan dît ku jina wî, her teqe û pencereyeke 

hinek nanî hişk xistê, çoyek hilda destê xwe, tûrê parsekiyê xiste 

milê xwe, yek bi yek çû ber wan teqe û şibaqeyan. Ji wan re got:

-Malê min bi rê ke. Mêrik fikirî, biryar da û ji xwe û xwe re got:

-Rast e, qîza qereçî nabe xatûn.