Devê pisîkê bi kezebê negihêşt, got mindar e...


Li jiyanê birek mirovên wisa hene ku xwe li ber her tiştî, tiştên gelek 
erzan û bêrqîmet jî tê de, datînin. Belê dema ku ew tişt bi dest wan nakevin, vê carê der barê ew tiştên ku gelek li pê westî û di dawiya dawîn de 
ji dest wan çûyî de neyînî diaxivin.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya xwediyê malê û pisîka malê:


Dibêjin,

Carek ji caran, rojekê mirovekî kezebek anî mal, da dest kebaniya xwe da ku êvarî xwarineke xweş jê çêke…

Dema ku xwediyê malê kezeb anî mal, pisîka malê jî li wir bû. 

Ku kebaniyê kezeb bire kîlerê ku veşêre, pisîkê jî kebanî şopand, 

da ku parçeyekî ji kezebê ji xwe re bidize û bixwe

Kebaniyê kezeba xwe kire firaqekê, firaqa xwe jî êxiste dolaba 

dortêlkirî û veşart. Piştî ku kebanî çû, pisîk hate dora dolabê, gelekî lê da. Li dora dolabê zivirî, nekaribû ku xwe bigihîne kezebê. 

Hilkişiya ser dolabê, kete binê wê, reş xwê da, çawa kir nebû. Dev 

jê berda, çû derve.

Dît ku pisîka cîranan ji wir ve hat, bişirand û got:

-Malxwêyê, xwediyê mala te îro teva kezebeka têr xwîn, ji dêrî 

re kete mala we, tu di kêf de yî, ne wisa?

Pisîkê xwe gelek enirand û got:

-Na ezbenî, na. Tu xelet î. Ew kezeba ku tu dibêjî mindar e, 

nayê xwarin.