Dizê kelekan, zivistanê belî dibe...


Dema ku di ser qewîmîneke xirab re demek derbas dibe, êdî ew 
qewîmîn dikeve qada jibîrkirinê. Kiryarên wê bûyerê ne bi dest xwe, 
xwe didin dest û bûyer aşkere dibe.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya çend xortên ciwan ku li xwe mikur tên:


Dibêjin,

Carek ji caran, şevek ji şevên zivistanê yên sar û dirêj, li gundekî, çend xort li ber tenûra malekê rûniştibûn, bi hev re sohbet û 

yarenî dikirin. Ji ber ku şev gelek dirêj bûn, hemû axaftinên wan 

diqedin. Qal tê ser serhatiyên wan. Ji wan xortan yekî got:

-Wele, havîna borî me gelek gindor xwarin. Ji hevalên wî yekî 

got:

-Malmîrato, bîstanê we jî nîne ku em bibêjin rast e! Xort got:

-Bila Xwedê bereketê bide bîstanên li qeraxa Ferêt.

Xortê din jî got:

-Xwedê efû bike, me jî gelek gindorên wan bîstanan xwarin.

Piştî demekê hate fêmkirin ku hemû xort ji hev bi dizî çûne diziya gindorên bîstanên li qeraxa Ferêt. Ji xwediyên wan bîstanan 

yek jî xwediyê wê malê bû. Wê gavê li xaniyê din guhdarî li wan 

dikir, serê xwe ji derî re kire jûra ku xort lê rûniştî û ji wan re got:

-Rast e, dizê kelekan zivistanê belî dibe...