Kero nemre bihar e, hêşin bibe qîware...


Gel dibêje lazim e mirov ji bo rûdanên bê bingeh ku pêkhatina wan 
ne mimkûn e, nekeve hêviyan û pişta xwe bi wan rûdanan ve girênede. 
Dema ku tiştek qewimî, êdî qewimiyaye û bi şûnde venagere.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya mirovekî belengaz û kera wî ya 
ku di rê de miriye:


Dibêjin,

Rojek ji rojan, mirovekî ku kera wî li ber li rêbarekê diçû, di rê 

de alifê kera wî nema. Zilam nekarî kera xwe bigîne tu avahiyan. 

Kera wî qerimî, ji birçînan re êdî nekarîbû gava xwe bavêje.

Xwedî li ber hat û çû, nezanî ku wê çi bike. Zilam hem bi kera 

xwe şewitî, hem jî xema dûriya rêya ku dikir biçê dikir. Xemgîn û 

dilbikul, çû di ser serê kerê xwe re rawestî û got:

-Kero nemre bihar e, hêşin bibe qiware. Belê êdî diranê kerê 

qîç bûbûn, ker miribû.