Ker ji keritiya xwe namîne...


Di zargotina Kurdan de bi gelemperî ker nîsana mirovê barkês, xwedîcifa, kêmaqil û gêj e. Li gor zaviya vê gotinê, mirovên kêmaqil, riko 
û gêj, dev ji hînbûniyên xwe ên xirab bernadin û her di çewtiya xwe de 
diritimînin.
Binyata vê gotinê digihîje serhatiya serxos û çend sofiyan.


Dibêjin,

Rojek ji rojan çend kesên sofî li cem hev bûn. Wê demê mirovekî serabxwar û serxwes ku di ber wan re derbas dibû, silav li 

wan da. Sofiyan ew nas dikir, bi hizra ku tinazên xwe bi wî bikin, 

ji sofiyan yekî ji wî re got:

-Heke mirov, satilek serab û satilek av bide pêsiya kerekî, ker 

dê avê vexwe ne serabê? Mirovê serxwes serê xwe kire ber xwe û 

bersiv neda.

Ji wan sofiyan yekî din, berê xwe da yê serxwes û got:

-Diyar e ku yê avê vexwe, seba çi?

Yê serxwes serê xwe bilind kir û bi baleke tinaz, çavên xwe li 

rûyê sofiyan gerandin û got:

-Ker, ji kertiya xwe namîne loma…